N .Mujgan Elîpûr
W. Hesen Mukerem
Tevgera jinan li cîhanê xwedî dîrokeke dirêj e û li gelek welatên demokratîk hin ji van mafan hîn nehatine garantîkirin, her çend di wan welatan de piştgiriya zagonî û saziyî hebe jî.
Mijara jinan û têkoşîna ji bo mafên wan li Îranê, nemaze li Rojhilatê Kurdistanê, mijareke girîng û hesas e, ji ber ku jin di tevahiya sedsala 20an de ji bo mafên xwe têdikoşin. Di dema desthilatdariya du hikûmetên dîktatorî yên li pey hev de, her yek ji wan mafên kêmneteweyan, nemaze jinan, binpê kiriye. Di dema rejîma Pehlewî de, jin li kêleka mêran rastî zilmê hatin. Bi sedan jin birin girtîgehên Savak, îşkence lê hatin kirin û hatin îdamkirin. Wan karîn di vê qonaxa têkoşînê de li kêleka mêran bi ser bikevin û dawî li desthilatdariya Mihemed Riza Şah bînin. Di sala 1979an de, jinên Îranî bi giştî û jinên li Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî têkoşîna xwe ji bo mafên xwe ji nû ve dest pê kirin. Vê rejîma nû desthilatdariya xwe li ser hemî neteweyên Îranî (Fars, Kurd, Tirk û Ereb) ferz kir.
Ger ev têkoşîna ji bo jinên navendî ji bo azadiya takekesî û mafên jinan bûya, ji bo jinên Kurd ji bo nasname, Kurdbûn û dû re jî ji bo jinbûnê bû. Ji ber vê yekê, têkoşîn di çarçoveya jinan de bû. Ev ne mijarek e ku jinên Kurd paşguh bikin. Fikara li ser nasname, xak û neteweya wan her gav beşek yekgirtî ya mafên wan weke jin bûye. Ew li ser vê baweriyê ne ku mafên takekesî di çarçoveyek erdnîgarî de ku mafên neteweyî nayên bidest xistin, bêwate ne. Ger di vê tevgerê de ji bo jinên Îranî destkeftiyek hebe, ew di astek pir destpêkî de bûye û qet nekariye xwestek û daxwazên jinên civakên din ve girêbide.
Jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê gelek stratejî û taktîk qebûl kirine û ceribandine da ku bikaribin têkoşîna xwe pêşve bibin. Her çend jinên Kurd ji ber gelek givaş û hejemoniya rejîmên dîktator û baviksalar qet nekariye rasterast û zagonî ji bo daxwazên xwe bixebitin jî, ew di parastina mîrata xwe ya neteweyî de û di heman demê de ji bo jiholêrakirina çanda dijî-jin û cûdahiyên zayendî de pir serketî bûye.
Ger ev çalakî nekevin kategoriya tevgera femînîst, çend sedemên sereke hene ku em ê behs bikin, lê ya berbiçav ev e ku xebata çalakiyên jinan bandora xwe kiriye.
Piştî Şoreşa Gelên Îranê, ku qonaxek din di tevgera mafên gelê Kurd de bû, jin weke beşek yekgirtî ya têkoşînê tevlî qonaxa nû ya tevgera nasnamexwaziyê bûn ku ji derbasbûiya jinên Kurd ve kok girtibû.
Bi damezrandina rêxistinek jinan, Hizba Demokratîk a Kurdistanê, jin di warên siyasî û civakî de beşdarî tekoşînê kirin û ew di hemî warên neteweyî û zayendî de berpirsiyar kirin.
Gelek jinên li Rojhilatê Kurdistanê bi lêkolîna çalakiyên xwe û avakirina rêxistinên ji bo xizmetkirina ziman, çand, jîngeh û mijarên dinê de têkoşîn kirine da ku sînorên di navbera Kurdbûn û jinbûnê de biparêzin. Serkeftina herî mezin a vê îdîayê Tevgera Jînayê bû. Ewan piraniya sînorên xwe derbas kirin. Em dikarin bibêjin ku ji bo wan şîroveya ku jinên Kurd di çarçoveya "femînîzma neteweperest" de têdikoşin ku ji bo wan û dîroka têkoşîna wan a taybet e, rast e.
Her çend ev gotar tenê nîşanek analîzek nû ya tevgera jinan be jî, ew bêtir hildigire û divê em bi rexneyî li tevgerê binêrin da ku kêmasiyên wê tespît bikin ji ber ku ew modelek nû û hemdem e ku jinên Kurd dikarin pê serbilind bin.