N. Hesen heran
Beşa 2
Piştî hilweşîna pergala sovyetê cîhan ber bi pergalek yekalî ve çû. Lê jîyan ne yekalîye û di hundirê xwe de cîh nade pêşketinek wiha. Jîyan û dem dîsa hukmê xwe kir merîyetê û di civakê de pirengî û piralîbûna xwe raberî mirovan kir. Cîhana yekalî zêde temenê wî dirêj nebû. Cihê xwe da pir rengîyê û piralîyê.
Lê çawa ku jîyan û pêşketin bi yekalîbûnî nabe û nameşe di jîyan û hebûna zîndewarîde bandora piralî esase, di cîhanê de jî li nava civaka raber ev kaide derbasdare û îro ev wekî dualîbûn dîsa ji nû ve avadibe.
Cîhan dîsa bûye du beş. Wekî bloka rojhelat û bloka rojavayî derdike ser dika dîrokê. Ûris û Çîn serkêşîya alîyê rojhelat dike. Îran Pakistan Koreya Bakur û Tirkîye hevpayên vî alî yên eslîne. Li gelek deverên cîhanê jî gelek hêz û dewlet li dora vê blokê kom dibin.
Bloka rojavayî ku serkêşîya wî sê dewletên sereke dikin alîyê herî xurt û pêşverûye. Hema bêjin dewletên Ewropî û gelek dewletên cîhanî li dora vê blokê kom dibin û bi wan re tevdigerin.
Lê ev cîhana nû ya dualî naşibe ya pêncî sal berê. Di gelek hêlan de cudane. Di rû de wekî pergalekî du alî xuya bike jî hevkarên alîyan ne wekî dualîbûna berê bi dilsozî û bi awayekî îdeolojîk girêdayîyên hev in. Di vê pergala dualîde herdu alî wekî ya berê ne şibhetên hevin.
Qereqterê pergala kapîtalîst û ya sovyetê a berê di bingeh de dişibîyan hevdu. Pergala kapîtalîst bêtir rejîmên faşîst afirand lê ya sovyetîk jî dewletên otoqratîk û totalîter afirand. Ew jî ji rejîmên faşîst kêm nebûn û wekî teqlîdekî wan bû.
Lê ferasetekî pergala kapîtalîstî heye. Ew ji dîrokê û ji tecrûbeyên berê dikare ders û encam wergire.
Disalên 1960-70 yî de kapîtalîzm di nava xwede reform çêkir û dewleta sosyal û heqûqê afirand. Bi vê yekê serkeftina xwe li hember pergala sovyetîk garantî kir û paşê jî îlan kir, pergala sovyetîk li hember têk çû û pergala modernîst li pîya ma. Pergala kapîtalîst ya piştî şerê cîhanê û şûnde bi esasî ya di salên 1960 an de pêkhat civaka modernîst bû. Ya ku li hember pergala sovyetîk serkeftina xwe îlan kir jî ev civaka modernîst bû. Serkeftina vê pergalê afirandina normên mirovane ye. Hêza xwe jî ji wir digire. Yanî hêza xwe ji edaleta civakî, heqûqî û parvekirina hateya netewî a adilane digire.
Dêmegî em tên kuderê? Mijar hemî tê ser mijara guherîn û xweguherînê.Guherîn û veguherîn di bingeh de modernîteye. Civak çiqasa modernîze dibe di nava xwe de digihêje rehên xwe yên dîrokî û xwezayî. Her civaka ku bikaribe xwe li gorî demê biguherîne û di nava xwe de di warê heqûqê, dad û aborîyê, parvekirina hebûna netewî, bazırgani û jiyani de guhertin çêbike û normên civakî û mirovayî bicih bike ewqas dikare xurt bibe, pêşbikeve û dewlemend bibe. Guhertin û nûbûna bi gorî demê û têkilîya civakî ya xwezayî bi gorî demê û zemên be dikare li pîya bisekine.
Îro kar û peywira hemî alîyên Kurdan, partî û tevgerên Kurdî ev e. Xwe ji hemî sazî û mekanîzmayên kevin ku rê li pêşîya pêşketîn û nûbûnê, demokrasi û yekbûnê digire û civakê dike êsîrê îdeolojî û rêxistinan terk bike. Hemî alîyên Kurd di nava vê cîhana dualî de divê xwe li gorî yaseya pêşketinê û nûbûnê bicîh bike.
Modernîzebûn jibo me hemî Kurdan tiştekî elzeme. Modernîzebûn riya rizgarî û azadbûna heftê milyon Kurde. Jibo me Kurdan pirsgirêka herî mezin û ne rast tirsa biçûkirin û lewazkirina partîyane. Pêncî salên dawî da nîşandan ku dewlet çiqas mezin bibe li ser civakê zext û zorê giran dike, partî jî çikas mezin û xurt bibin civakê jî ewqas asteng dikin. Divê em hemî partî û tevger xwe ji vê tirsa ne li cîh rizgar bikin. Modernîta demokratîk li ser esasê piralîbûna civakê pêşdikeve. Em dibêjin demokrasî lê em qebûl nakin û qanih nabin ku demokrasî li ser piralîbûna civakê ava dibe. Pirbûna ol û bawerîyan, çand û grûpên etnîkî, beşên civakê wekî jin, ciwan û pîşeyên karmendîyê û her wiha çîn û tebeqeyên civakî pêdivîya demokratîzebûnê ferz dike. Jixwe li hember vê rastîya civakî xurtbûn û mezinbûna partîyan dibe sedema kaos û dijayetîyan. Ji ber vê yekê esasê modernîzebûnê avakirina normên hevbeş û demokrasîye.
Dubare em bêjin: Çîye ev modernîzebûn? Jibo Kurdan modernîzebûn ev e: hemî partî û rêxistin divê çek berdin. Hemî partî û hêzên rêxistinî kîjan bi çekin divê bên bêçekirin. Divê çek û hêzên leşkerî yên ti partî û rêxistinekî Kurd nebe,.
Hemî Kurd divê hêzên xwe yên leşkerî di binê sîwana organên netewî de bicivînin. Û vê hêza leşkerî ne bi kanûn û tîrektîfên partîyan bi rêzikname û yaseyên netewî û normên
zanyarîya leşkerî bên sazkirin û bê birêvebirin. Artêşên modern û konvansîyonel ava bikin. Di cîhana nûde êdî tu kes partîyên xwedî hêzên leşkerî qebûl nake û rewa nabîne. Divê her partî û rêxistinên Kurd êdî vê yekê bibînin. Ev rewşa heyî pergalekî sîstema sovyetîk bû felişî çû. Divê êdî em xwe li gorî şert û mercên cîhana nû ji nûve xwe bi rêkûpêk bikin û azadî û rizgarîya gelê xwe esas bigirin.
Di civak û tekoşîna gelê Kurd de modernîzebûn şert e. Serdema nû bi taybetî pirsgirêkên li rojhelata navîn peywirekî serdemê ya nû dide ser milê Kurdan û tevgerên Kurdan. Gelê Kurd namzede jibo pêşengîya gelên rojhelata navîn. Ev potansîyel û bingeh di gelê Kurd de heye. Gelê Kurd ji hêla hişmendî û demokratîzebûnê de ji hemî gelên rojhelata navîn tezetir û nûjentire. Piştî ceribandinên partîyên BAAS ku hemî hevîrê xwe ji modela sovyetîk sitirandibû û ji wê modele dewletên netewperest, dijdemokratîk û totalîter avakirin û di encama vê tecrûbeya kambax de civakên Ereb vegerîyan ol û hişmendîyên demborî yên olî. Faris hinek bêtir ji hişmendî û nûjenîya modernîst re nêzîkbin jî bi jehra desthelatîya kevneperest sews û qels bûye. Tirk hê jî ji hişmendîya dewletîya netewperest felaket û karesatên mezin nedîye û ne jîyaye. Loma jî ew qabilîyeta wan a famkirina jîyan û civakek modernîst nîne. Tenê Kurd dimînin.
Kurd wek potansîyel û wek xwedîbûna fikir û ramanên nûjen û teze jibo vê pêşengîye guncawin. Tenê problemekî me heye. Hemî partîyên me û tevgerên me tevî parastina hebûna xwe liser prensibên nûjenîyê û modernîzebûnê, li ser heqûqê gelemperî û navnetewî bêne gel hev û li ser van prensîban lihev bikin û hemî ji hêzên çekdar ên partîvanîyê biborin û hemî hêzên xwe yên leşkerî di bin sîwana rêvebirîyekî netewîde binin cem hev. Gava herî mezin a ku bavêjin wê ev be. Gava din jî li ser berjewendîyên netewî bên cem hev û sîyasetek hevbeş bi beşdarbûna hemî alîyan ava bikin û di nava cîhanêde nûnerîya netewî di qada navnetewî de bidin misogerkirin. Ev ne zehmete. Ez hêvîdarim ji hemî hêz, alî û partîyên Kurd û Kurdistanî.