N. Azad Kurdî
Di pêvajoya dîroka hemû gelên cîhanê de, mirovên ku jiyana xwe di rêya welat û azadiya gelê xwe de didin, nirxên mezin ên wê civakê tên hesibandin. Rêz ji canfîdayî û fîdakariya wan tê girtin û hersal tên bibîranîn.
Bo neteweya Kurd jî wekî gelên din ev yek hebûye û heye. Bi sedan gelên cîhanê di sedsalên 19 û 20’an de serxwebûna xwe standin û bûn xwedî dewlet, lê ji ber rewş û demografiya taybet a Kurdan li Rojhilata Navîn, heta îro jî Kurd nebûne dewlet. Di pêvajoya wan çend sedsalên borî de, bi hezaran kesan bona rizgarî û mafên neteweyî yên Kurdan, bi awayên cuda cuda jiyana xwe pêşkêşî azadiya Kurdistanê kirine. Beşek ji wan di hêrişên dujminên dagîrker de hatine kuştin, teror û îdamkirin. Dîrokek tejî ji xwîndan û canfîdayî bona jiyaneke birûmet û azad.
Bo cara yekemîn di nava tevgera rizgarîxwaziya Kurd de li Rojhilatê Kurdistanê, PDKI li 30 Adara sala 1979’an, Komîteya Navendî ya PDKI biryareke girîng û dîrokî da. Bi armanca rêzgirtin ji canfîdayî û fîdakariya yekemîn Serokomarê Kurdistanê, roja lidarvekirina Pêşewa Qazî Mihemed serkomarê Kurdistanê û hevalên wî bi destê rêjîma dîktator a Pehlewî ya Îranê, weke « Roja Şehîdên Kurdistanê » hate binavkirin. Ji wê demê pê de hersal di vê rojê de bi çalakiyên cuda Qazî Mihemed û hemû şehîdên Kurdistanê tên bibîranîn û rêz ji wan tê girtin.
Hewce ye ku diyarîkirina vê rojê weke boneyeke partiyekê jî neyê dîtin û berçavgirtin, belkî bona gihîştin bi armancên neteweyî û rizgariyê di çarçoveya tevgera Kurdistanê de bê wergirtin. Ji ber ku Pêşewa Qazî Mihemed yekemîn Serokomarê Kurdistanê bû ku bi fermî hate ragehandin û bi hêrişa hovane ya artêşa rêjîma Pehlewî, Komara Kurdistanê piştî 11 mehan desthilatdariyeke bê mînak û dîrokî hate hilweşandin û Pêşewa Qazî û gelek rêveberên Komarê hatin îdamkirin û bûne şehîdên Kurdistanê. Ji vê yekê girîng û berçavtir, piroseya mehkemekirin û berevaniyên dîrokî û biwêrane yên Qazî Mihemedê rêber li hemberê bêdadgehên rêjîma Pehlewî heta astekê mêjûyî bûn ku piştî 7 nifşan jî, hêj Qazî Mihemed sembol e bo gel û civaka xwe.
Herwekî Pêşewa dema ku bêdadigeha şanoyî a rêjîma pehlewî de, ku hikmê îdamê bi ser de sepand, gotiye: Ger hun min anku Qazî Mihemed bikujin, dê pêşerojê de hezaran Qazî Mihemedên dine li ser vê av û axê de çêbin û dê li hember we de bisekinin.
Belê herwekî Pêşewa kermkirî, îro piştî 76 salan nav û yad û rêbaza ku qazî û hezaran şorişvanên dine cane xwe li pêxemê de gorî kirinî, li heçî demê zêdetir zindiye û li rojevê de ye, bi milyonan xortên Kurd yên evîndarên azadî û serbestiya Kurdistanê, îro xwe rêvîngên rêbaza Qazî dizanin û armanc û ramanên siyasî û netewî yên Pêşewa li hizr û dilê wan de ye û li dema bîranîna Şehîdan û bi taybetî Pêşewayê Kurdan de, hemî care peymanê ligel xwîn û rih û rêbaza Qazî û hemî şehîdên Kurdistanê nû dikin.
Îro em dibînin ku malbatên Şehîdên Kurdistanê û xelkê welatparêze Kurdistanê hemî wan kesên ku li rêka azadiya Kurdistanê û armancên netewî de cane xwe gorî kirinî, bi Pêşewa û Qazî Mihemedek dizanin, herwisa Heçî yêk ji xebatkarên Kurdistanê û doza netewî xwe Qazî Mihemedek dizane û xebatê dike bo geheştina bi wan armancan, ku Pêşwea Qazî Mihemed û Şehîdên dine cane xwe jê re fîda kirin.
Ku wisaye Kurdistan îro tejiye ji xortên Qazî û rêvîngên rêbaza wan şehîdan, ewa dijminê xwînmij û dijî kurde ku bi kuştin û îdam û terror û êrîşê nekariye bigehîje armanca xwe ku matkirin û kok qelandina hizra siyasî û netewiye, herwisa ew netewa Kurde ku bi îrade û hêzekî yêkgirtîtir û qahîm û bi hişmendiya siyasî û serdem ji heçî demê zêdetir li meydana berxwedanê de maye û hemî warên jiyana xwe kirine qada berxwedan û xebata bi dijî dagîrkera.
Yadê rêberê mezin û pêşewayê Kurdan û hemî şehîdên Kurdistanê herim li dil û mêjiyê gelê kurd de zindiye.