Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gelawêj, rêbaza 79 salan xebata bêhempa û bêmînak e

13:39 - 22 Tebax 2024

N. Eskender Ceiferî

Gelawêj, wateya evîna nîştiman e ji bo Kurdan. Heyva Gelawêjê di nav hemû heyvên salê de ji bo Kurdan wateyeke taybet bi xwe re tîne. Gelawêj, tê wateya hewldan ji bo rizgarbûn ji tepisandinê. 25'ê Gelawêjê 79'emîn salvegera avakirina Partiya Dêmokrat a Kurdistana Îranê ye. PDKÎ sala 1945’an li ser bingeha rêxistina Komeleya Jiyaneweya Kurd, (J.K) ku sê salan berî wê pêk hatibû, hate avakirin.

Niha jî Rasan bi hemû werz û dansalên xwe, rengê Gelawêjê dide welatê me.

Beriya çend salan dema ku Partiya Dêmokrat a Kurdistana Îranê basa xebatê dikir, digot em niha di warê rêkxistinî û siyasî de xebatên xwe dimeşînin. Lê vê carê rewş cuda ye û ev çend sal in ew partî baseke cuda dike.

Ev çend sal in ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê dibêjin dibe ku rewş were guhertin û ji ber vê, hêzên wan hem li navxwe û hem jî li dervey Rojhilatê Kurdistanê tim amade ne.

PDKÎ ku mîratgira Komara Kurdistanê ye, çendîn caran ragihandiye ku eger şer jî çê bibe, ew amade ne. Heya niha bi hezaran şehîd jî di pevçûnên xwe bi Sipaya têrorîstî ya Pasdaran a rêjîma faşîstên Tehranê re pêşkêşî nîştiman kirine û di hember de gelek ziyan jî li Sipayê dane.

Navê projeya van çend salan a PDKÎ ku bêhna Gelawêjê lê tê, Rasan yan jî Rabûn e.

Gelawêj tenê ji bo Kurdan nayê wateya xebatê. Gelê Urogoyê yek ji wan gelan e ku di vê heyvê de serxwebûn ji xwe re bi dest xistiye. Ew sala 1825'an ji Birêzîlê cuda bûn. Neteweyeke din ku di vê heyvê de çarenivîsa xwe diyar kir, Bêlaros e ku sala 1991’an ji Yekîtiya Sovyetê veqetiya û serxwebûna xwe ragihand.

Dilê Kurdan jî bi Gelawêjê xweş e û ew ji bo ku bigihin Gelawêjeke azad, xebata xwe didomînin.

Ne PDKÎ û ne jî partiyên din ên Rojhilatê Kurdistanê, li bendê nîn in ku aliyên derve û welatên din, Îran û Kurdistanê ji bo wan rizgar bikin. Lê ew dizanin ku piştî şoreşa Jînayê helwêsta civaka navdewletî li hemberî Îranê hinek tund e. Li gor wan, desthilata vê carê ya Amêrîkayê weke Joe Biden û Barak Obama ji Îsraîl û Seûdiyê naxwaze li hemberî Îranê nerm bin belkî wê lidij derkeve.

Hemû partiyên netewegir ên Rojhilat û di nav de jî Partiya Dêmokrat a Kurdistana Îranê dibêjin Kurd neteweyek e û Kurdistan jî welatek e û divê partiyên Kurdî li ser bingeha berjewendiya netewî tevbigerin.

Gelawêj, Pûşpera xembar a Dr. Qasimlo jî bîr nake, Xakelêwa Qazî û Xermanana Şerefkendî jî ti caran ji bîr nake û lewma jî keç û xortên Kurd ref bi ref tevlî rêza xebatê dibin û li hemberî desthilata tepisandinê wate li dijî faşîzma  Komara Îslamî perwerde dibin.

PDKÎ ku mîratgira Qazî Mihemed, Dr. Şerefkendî û Dr. Qasimlo ye, sala 2017'an ji bo cara yekemîn navê Pêşmergeyên Navbajêr bi kar anî. Ew jî, ji bilî wan hêzan e ku weke Bazên Zagrosê têne binavkirin û bi têknîkên xwe û bi riftar û kiryarên xwe dişibin vê partiyê û xelk jî, wan, ji vê partiyê cuda nabîne. Tevî ku PDKÎ berpirsyaretiya kiryarên wan nedaye ser xwe, lê Rasan bi hemû demsalên xwe, Pêşmergeyên Navbajêr, Pêşmergeyên Çiya, Bazên Zagrosê û… hemû di xizmeta Gelawêja 79 salan xebat û berxwedanê de ne û di pêxema pêşerojeke geş de ne.

Ne sêdareya Çarçirayê, ne têrora Viyenê, ne têrora Mîkonosê û ne jî şehîdkirina bi hezaran keç û xortên Kurd, nekarî bejna neteweya me li hemberî dagirkar bitewîne. Lê belê xebata wan ji berê germtir û xurttir bûye û bi tîrêjên welatê agir û rojê, sibeh û şevê, dilên ciwanan ji bo evîna welat dinexşîne.

Kevnartirîn partiya Kurdî ku bi awayekî rêkxistinî, di qonaxên cuda de ji serdema Komara Kurdistanê ve li ser piyan sekinî ye, bi xebata veşartî di serdema rêjîma faşîst a Pehlewiyan de û bi xebata eşkere ya bi destê Dr. Qasimlo, nîşan da ku modêrnîzebûn, tenê ev nîn e ku berên xwe bidin welatên rojava û her tişta ku ew bikin, Kurd jî bikin.

Bê guman PDKÎ nîşan daye ku dilê Gelawêj û Gelawêjdostan nahêle û bi dahênanên nû yên weke Rasanê, dê ji bo dabînkirina mafên netewî û dêmokratîk û modêrn ên Kurdan, di kar û xebata xwe de berdewam be.