Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çima xelk li Rojhilatê PDKÎê bi partiya xwe dizanin?

12:55 - 26 Tebax 2024

Elî Munezemî

Serdêra wê gotarê pirsek sentrak û girîng derheq PDKÎê e ku pêdiviye carek din û piştî derbazbûna 79 salan li ser roja avakirina PDKÎê ve, carek din em ji xwe bikin û cehdê bikin ku bersivek pêbawer û rast bo wê bibînin ku ji me re bibe alîkar û berçaronîyê bide me di pêvajoya xebatê de bo gihîştin bi wan armancên ku em jêre di refên PDKÎê de dixebtin. Bo bersivdan bi wê pirsê pêdiviye ku em du faktorên dîrokî û mercên piştigiriya xelkê li partiyê di serdema niha de berçav bigrin. Jiber ku eslê dîroka her partiyekê ewan şert û mercan ji xwe digre ku ew partî gihîştandiye roja îro û qasa piştgiriya xelkê ji partiyê jî dide eyankirin ku ew armancê partî bo xebatê dike, heta çi qasî xelk wan armancan bi yê xwe dizane.

Mercên dîrokî - Bo têgiştin li dîroka PDKÎê, em dikarin wê dîrokê li ser pênc  Qonaxan de dabeş bikin:

Qonaxa yekemîn dema pêş damezirandina PDKÎê ye ku bû esas û damezirandina PDKÎê kire pêwîstî, Di serdema şerê cîhanî ê duyemîn de, bi armanca rizgariya ax û xelkê Kurdistanê rêkxistinek siyasî a nepenî di sala 1942an de pêkhat bi navê komeleya Jêkaf. Piştre ew komeleya bi sedema berfireh kirina çalakiyên xwe, şêveya rêkxistinîya xwe guhert û li ser xîmê wê, Hizba demokrat di 16 tebaxa 1945an de hate damezirandin. Ewê rêkxistinê li ser du hêlên netewesazî û rizgariya axa Kurdistanê xebata xwe domand û karî di 22ê çileya paşîn a 1946an de komara Kurdistanê li ser parek li axa Kurdistanê awa bike. Ew yeka dide eyankirin ku PDKÎ li ser bingeha tomarên dîrokî, partiyeke ku bo realîzekirina armanca çêkirina dewlet-netewe a kurdî xebat kiriye û ew yeka jî bûye sedem ku hemû dijminên kurdan bi baldarî çalakiyên wê partiyê bişopînin.

Qonaxa duyemîn li serdema hiloşîna komara Kurdistanê di 17 çileya pêşîn a 1946an heya konfiransa sêyemîn a partiyê di 1972an ji xwe digre. Di wê qonaxê de PDKÎ li gor şert û mercên dijvar ên xebatê, carek qedera xwe bi partiya Tûde ku partiyek Îranî a komûnîst bû, girê da û kete bin bandora siyaseta xelet a wê partiyê. Lê zû karî xwe li wê qederê rizgar bike û carek din bizivire ser hêla xebata xwe ya netewî û piştre jî ku xebata kurdan li Başûrê Kurdistanê vegeşiya, piştgiriya wê xebatê bike û tê de beşdar be. Lê gava ku şert û mercên xebatê li Başûr realîstane fikir jê kirin, hêla xwe ji wan cuda kirin û giraniya xebata xwe xistin ser Rojhilatê Kurdistanê û mafê netewî di wê para welat de. Lê siyaseta xwe bo piştgiriya xebata xelkê kurd di perçeyên din yên Kurdistanê de wek xalek exlaqî, pêdagirî li ser kirin û domandin û ew siyaseta heya îro rojê berdewam e.

Qonaxa sêyemin li kongira3 a PDKÎê heya Şehîdbûna dr. Sadiq Şerefkendî di 17 îlona 1991an dom kir û ewê xebatê din bin rêberiya Qasimlo û Şerefkendî de karîn rêbazek dewlemend a siyasî bo çarenivîsa kurdan di Rojhilata Kurdistanê de biafirîne û berxwedanek xurt a çekdarî birêve bibe.

Qonaxa çaremîn ku piştî şehîdbûna Şerefkendî destpê kiriye û heya îro berdewam e, hêza xwe bêhtir li du qonaxên yekemîn û sêyemîn werdigre. Ew du qonax di hizra netewî a xelkê Rojhilatê de bandorek bêhempa çêkiriye û ew yek jî fersendê dide rêberiya qonaxa çaremîn ku bikare xelkê bo piştgiriya armancên xwe mobîlîze bike. Ew qonax yekcar zaf hestyar e û ger rêberî sermayeya xwe a merivî bi başî nas neke û wan bo karûbarên siyasî, rêkxistinî û çekdarî perwerde neke, yê ew qonaxa bibe yêkek li dirêjtirîn qonaxa xebatê û nikare me bigihîjîne serkeftinê.

Armancên PDKÎê – armancên xelkê Rojhilata Kurdistanê

PDKÎ her li dema dameziranê heya îro, armancên xwe li gor armancên xelkê Rojhilatê Kurdistanê formule dike û ew yeka jî bûye sedem ku xelk her tim piştgiriya wê bike û serkeftin û şikestên wê jî bi yên xwe bizane. Doktor Qasimlo serkeftina PDKÎê di meydana siyaseta Rojhilatê Kurdistanê de dizivirîne ser 3 xalan. Ew sê xalên balkêş wiha ne: 1- Siyaseta realîstane a PDKÎê, Her wek hûn jî dizanin, ew siyaset ji aliyê kongireyên partiyê tên dariştin û ji aliyê rêberiya hizbê we bo praktîzekirinê dibin bername û endamên partiyê jî wan bernameyan praktîze dikin. 2- Piştgiriya xelkê li PDKÎê, Qasimlo ewê xalê bi xala here girîng a serkeftina partiyê dizane ku ew yek bo dabînkirina sermayeya madî û merivî a partiyê serkaniya herî bi nirx e. 3- Xebata pêşmerge û endamên partiyê, Pêşmergeyan her tim di xebata rizgarîxwazane û berxwedana xelkê kurd bo azadiyê rolek girîng hebûye û ew yeka jî ji aliyê Qasimlo ve gelek girîngî pê hatiye dan.

Bi bavera min pêdivîye ku carek din û bi hêceta 79min salvegera damezrana PDKÎê em wan faktorên dîrokî û ew faktorên ku bandorê li ser xelkê me çêdikin bo piştgirî kirina wan li xebata PDKÎê, pêdagiriyê li ser bikin û ewan xwe re bikin alav bo wegeşandina xebatê û realîzekirina armancên xwe. Nabe em ji bîr bikin ku li ber wê xebatê ye ku bi hezaran kesan li Rojhilat navê zarokên xwe kirine Pêşmerge, Komar, Pêşewa yan Gelawêj. Bes pêdivî ye ku xebata me li gor çavnihêriya xelkê be.

Ez 79min salvegera awakirina PDKÎê li xelkê Kurdistanê, malbatên şehîdan û kadr û pêşmergeyên partiyê pîroz dikim û hêvî dikim serkeftin para xelk û welatê me be.