N. Elî Munezemî
Di 31.07.2024an de, dema ku Ismaîl Henîye bo pişikdarî di merasima destbikarbûna Serkomarê rêjma Îranê, Mesûd Pizişkiyan, çobû Îranê, kete ber hêrişa hajekek kurtmevda û hate kuştin. Piştî wê bûyerê hemûyan tiliya xwe dirêjî Îsraîlê kirin û dezgeha zanyarî û parastina wê, anko MOSSAD, bi bikerê wê yekê dane zanîn. Lê karbidestên Îsraîlê û dezgeha MOSSADê xwe li derbirîna helwêstê parastin û wek hemû demê, ew operasyona jî di bêdengiyek tewaw de hate kirin. MOSSAD îstixbarata derve ya Îsraîlê ye.
Mossad hem îstîxbarata kevneşopî hem jî operasyonên biyanî yên êrîşkar pêk tîne. Ajans rasterast girêdayî ofîsa serokwezîrê Îsraîlê ye û ji sala 2021ê ve David Barnea serokatiya wê dike. MOSSAD di derbarê xwe de agahdariya pir hindik belav dike, û pir tiştên ku bi gelemperî têne zanîn li ser çavkaniyên nenas û texmînên bikêrhatî ne. Ajansa MOSSAD salek piştî damezrandina Îsrael, li aliyê Davîd Bengurion ve di 1949an de hatiye avakirin. Ew ajansa di komkirina zanyarî û encamdana operasyonan dijî dijminên Îsraêl û ewên tehlûkeyan li ser jiyana jihûyan saz dikin, rolek bilind û ektîv dilîze û heta niha daye eyankirin ku ew li erk û wezîfeyên xwe de micid û pêdagir in û qet dijmin û tehlûkeyan bi kêm nadanin.
Kuştin yek ji rêbazên MOSSAD ên herî navdar û cihê basê e. Armancên girîng rêberên filistînî, efserên ereb û vê dawiyê jî zanyarên peyvendîdar bi bernameya navokî ya Îranê ve girêdayî ne. Texmîn tê kirin ku bi hezaran kes li aliyê wê ajansê ve, ji dema ku ajans hate damezrandin heya niha hatibin kuştin. Her çend ajans kêm caran li ser rêbazên xwe şîrove dike jî, rêveberê berê yê MOSSADê, Meir Dagan, berevanî li taktîka kuştinan kir û da zanîn ku ew bi belavkirina tirsê di nav rêzên rêxistinên dijmin de, wan asteng dikin û dikarin bibin sedem ku endamên mayî ji tirsa jiyana xwe, li encamdana operasyonên dijî jihû û Îsraîlê vekişin. Bi sedema wan operasyonan li aliyê MOSSADê ve, zaf caran helwestên tund li aliyê civaka navnetewî ve bi dûv xwe re anye û Israîlê çend caran ji aliyê wan welatên ku kuştin lê hatine kirin reaksiyonên tund wergirtine. Tê gotin ku Îsraîl bi kuştinên hanekî li ser xaka welatekî sêyem, serweriya wan welatan binpê dike. Li ber hindê jî MOSSAD naxwaze bi eşkere berpirsiyariya kuştinên hatine kirin qebûl bike.
Operasyonên MOSSADê li xaka Îranê de, di wan salên daviyê de berfirehiyek zêde hebûye û ewan di hêlekê de çendîn zanayên Etomî yên Îranê kuştin ku di programa çekên etomî ên Îranê de dixebitîn. Li gere gihîştina Îranê bi çekên etomî, ew dibin hereşeyek mezin li ser hebûna Îsraîlê. Li tenişta wan operasyonan de, sîxurên MOSSADê karîn ku bêhtir li nîv ton belge û dokûmentan li ser bernameyên etomî ên Îranê, li Îranê bidizin û derbasê Îsraîlê bikin. Karbidestên Îranê jî niha gihîştine wê qenaetê ku MOSSAD di Îranê de bi berfirehî wegeşiya e. Elî Yûnisî, şalyarê berê yê wezareta îstixbarata Îranê bi eşkere dibêje ku «pêdviye ku hemû karbidestên Îranê nîgeranê canê xwe bin.» Ew gotina dide eyan kirin ku karbidestên Îranê jî ew rastiya qebûl kirine ku MOSSAD ne cihê henekan e.
Piştî hêrişên 7ê oktobra 2023an li aliyê Hemasê bo ser Îsraîlê, karbidestên Îsraîlê ji holê rakirina wa rêkxistinê xwe re kirin armanc û heya niha bi deyan fermandeyên şer û endamên rêberiya Hemas û Hizbullahê kuştine. Kuştina Îsmaîl Heniye di nava dilê Tehranê de carek din da selimandin ku destê ajansa MOSSADê dirêje. Ew yeka dikare gelek armancan temam bike. Li aliyekê we dide eyankirin ku ew li ser gotina xwe a ji holê rakirina Hemasê micid in û rêberên wê rêkxistinê li her derekê bin, armancin bo Îsraîlê û li aliyek din jî dixwat hêza şiyana xwe nîşanî karbidestên Îranê bide û wan re bêje ku ewlehiya wan hind qahîm nine û ew nabe karekê bikin ku bibin tehlûke li ser Îsaîlê, neku Îsraîl eger bixwaze, dikare wan jî bikuje. Armancek din a girîng ewa bû ku li dijminên xwe re bêje ku xaka Îranê ne cihek ewleye û ew nikatin dijminatiya Îsaîlê bikin û birevin herin bin per û baskên wê rejîmê.
Niha hemû aliyek li benda bersiva Îranê e ka ew yê çi bikin piştî şikestina rûmeta wan ya çineyî. Rêberê Îranê di axaftina xwe de daxwaza tolhildanê kiriye û xwe xwîndarê meselê dizane. Lê niha hevsengî di Rojhilata Navîn de di berjewendiya Îsraîlê de ye û Dewletên yekgitîyên Amrîka jî bo berevanî li Îsraîlê ji ber hegera hêrişên Îranê çend gemî û balafir û hêzên leşkerî şandine bo aliyê Rojhilata Navîn. Ew dibe çavnihêr bin û bizanin ka di wan demên tê de yê çi biqevime û xwe bo sinaryoyên cuda cuda hazir bikin. Her qevimînek dikare rasterast bandorê li ser pirs û xebata me hebe.