Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berxwedana malbatên şehîdan sembola şoreşê ye

01:32 - 7 Tebax 2024

N. Sîmîn Rûhanîzade

W. Hesen Mukerem

 

Em hemû dizanin ku du sal bi ser şoreşa Jin, Jiyan, Azadî ya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê re derbas dibe.

Şoreşa Rojhilat ku piştî şehîdbûna Jînaya Kurdistanê bi pêşengiya jinên Kurd û xelkê Rojhilatê Kurdistanê piştî vegerandina termê Jînayê ji Tehranê bo Seqizê dest pê kir, li dijî şehîdkirina vê keça Kurd daketin qadan.

Piştî serhildana xelkê Seqizê, bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê jî bi armanca şermezarkirina tawanên rejîmê li dijî keçeke Kurd û piştevaniya xwe ji xelkê Seqizê re, hatin meydana şoreşê û berxwedan kirin.

Weke ku ji me re diyar e, ji destpêka şoreşê ve jinên Kurd bi rakirina xavika ser serê xwe, birîna porên xwe û dayîna dirûşma Jin, Jiyan û azadî, reng û semboleke jintiyê bû agirê şoreşê. Ewqas pê neçû ku şoreş û serhildana giştî ya li dijî rejîma Îranê pel havêt bajarên navendî yê Îranê.

Ew serhildana li dijî rejîma Îranê ya 45 salî û berxwedana qehremanane ya gel sînorên Îranê derbas kir û navê Jîna û Kurdistanê gihand seranserê cîhanê û li hemû cîhanê û bo balkişandin bi guhariya mafên gelên Îran û Kurdistanê deng veda.

Ev xwenîşandana seranserî ya ku wek volkaneke kîn û nefreta gel li dijî rejîma dagîrker teqiya, ku hemû parên civakê tê de beşdar bûn û daxwaza mafên xwe dikirin, bingehên rejîma totalîter hejand.

Her çiqas gelên bindest ji desthilatdaran bêzar û nefret bûn jî, li kolanan bi awayekî sivîl û bê tundî daxwaza mafên xwe kirin.

Komara Îslamî ku di tevahiya jiyana xwe de şoreşeke bi vî rengî ya tund û berfireh li dijî xwe nedîtibû, bi lez û bez dest bi tundiyê kir û xwepêşander kuştin û birîndar kirin.

Rejîma Îranê dixwest di demek pir kin de bi hemû hêza xwe agirê şoreşê vemirîne, lê berevajî daxwaza xwe, şoreş ji wê hêzê zêdetir bû ku difikirî.

Tundûtûjiya ku me behs kir li hemû bajaran hate dîtin, lê tiştê ku rejîmê li Rojhilatê Kurdistanê bi ser xelkê de dikir, ragihandina şerekî fermî bû li dijî welatiyan, li bajarên Îranê jî bi gaza rondikrêj êrişî xelkê dikir lê li Kurdistanê, bi fîşekan yan eger çekên giran jî nebana bi kalaşnîkof li xelkê Kurdistanê dixist û xwe ji encamdana tu cinayetekî nediparast, jin, zarok, kal dikirin armanc, ew dikuşti û birîndar dikirin an jî di girtîgehan de îşkence li wan dikirin. .

Tişta ku li Kurdistanê li ser van kesan hat kirin, jenosîdeke eşkere bû, lê tevî hemû xwîna ku bi neheqî li Kurdistanê hat rijandin, destanrêsiya gelê me bê mînak bû.

 Di vî warî de çi qas mirov dikare bêje û binivîsîne jî, ji bo vegotina tiştên ku qewimîne jî hindik e.

Hêjayî gotinê ye ku tişta me li jor behs kir tenê ji bo ronîkirina ka rengê şoreşê hîna li rojhilat maye û helwesta malbatên şehîdan çawa ye û hêzên dagirker kariye wan bêdeng bike.

Em dizanin ku windakirina hezkiriyên we pir zehmet e, nemaze ku ew zarok, dê û bav, bira û xwişkên we bin û xwîna wan ji aliyê dijminê we ve bi neheqî hatine rijandin, cergê mirov dişewt e.

Malbatên şehîdên Kurdistanê her tim ji bo gelê Kurd bûne sembola berxwedanê û di nava civakê de xwedî cihekî taybet in ya ku heta niha şoreş zindî ragirtine malbatên şehîdan in.

Tişta balkêş helwest û çalakiya malbatên şehîdan e ku tevî êşa windakirina hezkiriyên xwe bi lehengî û berxwedaneke bêhempa li dijî dagirkeran têdikoşin.

Di cihê ku çokên xwe hembêz bikin û xem û kedera xwe hembêz bikin û xwe lawaz nîşan bidin, bi reftarên xwe yên şoreşgerî nîşanî dost û dijminên xwe dan ku zarokên wan ji bo parastina maf û rûmeta xwe şehîd bûne û bi serbilindî serê wan bilind kirin e.

Dê û bavên şehîdan, zarokên şehîdan an jî xwişk û birayên wan xemên di dilê xwe de vediguherînin nefreta pîroz û li dijî rijandina xwînê radibin.

Ev lehengane her fersendek wek çileya şehîdan, salvegera şehîdbûna wan û … hwd vê wek firsendekê bikar tînin ku kîna xwe bînin ziman û nîşan bidin ku hêj xwîn di damarên şoreşê de diherike.

Me dît û niha jî dibînin ku malbat şehîdên xwe bi piştevaniya gelê birûmet û welatparêz di bîranîna şehîdan de bi xwendina sirûdên şoreşgerî li ser gorên şehîdan û dayîna dirûşmên welatparêziyê, li şûna şîn û taziyê û li şûna cil û bergên reş li xwe bikin, kincên ku sembola kurdayetiyê ne, wek Ala Kurdistanê, hewrî û Axabanî û cilûbergan nîşan didin ku ew sembolên mana şoreşê ne.

Dayikên şehîdên me bi dilên tijî hesret û keder li ser terim û gorên şehîdan peymana xwe ya bi rêya zarokên xwe re nû kirin an jî di nava girseya gel de qîriyan ku zarokên wan şehîd ketine û goriyê Kurdistanê û rizgarî û şoreşa gel  in.

Malbatên şehîdan li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê ji bo gelê Kurd sembola berxwedanê û ji bo dijmin jî sembola tirsê ne.

Bandora van kesan li ser gelê Kurd ewqasî heye ku rejîm xistiye qedeman, Li Bokanê cejna jidayikbûna şehîd Mihemed li ser gora wî pîroz dikin, lê rejîmê bi başî fêm dike ku ew sembolên şoreşê ne û carek din ji vê derfetê mifahê werdigrin kû xwîna nav demarên şoreşê de diherkînin û bi piştevaniya xelkê birûmetê Kurdistanê dibêjin ku şehîdên me milkê hemû Kurdistiyekê ne û em heta dawî nefesa xwe dirêjederên rêya wan in, sembola hermana şoreşa Jin, Jiyan, Azadî ne û her di yekemîn roja şehîdbûn ezîzên me, me dest bi biryar û helwest û nivîsîna manîfestoya şoreşa Jin, Jiyan, Azadî kir.. 

 

Di dawiyê de ez bejna xwe li ber mezinahî û netirsiya wan malbatên diçewînin ku bûne bingeha yekitiya rojhilata me û bûne bingeha berdewamiya vê şoreşê.