Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çawa em dikarin di dibistanan de nifşek tijî hest û hezkirina welat perwerde bikin?

02:47 - 11 Tebax 2024

N. Rojan Sofîzade, Mamosteya dibistanê

 

Parastina nirxên netewî bi perwerdeyê dest pê dike. Di serî de mal û malbat, dê û bav, û pitre jî bi dezgeh, dibistan û zanîngehan berdewam dike. Heger zarokên me ji hêlin û dibistanên serete neyên perwerdekirin û giyan û hişmendîya netewî di mejîyê wan de neyê çandin, Kurd û Kurdayetî di bedena wan de namîne û hestên netewî bi wan re çênabe. Çêbibe jî wê jar û lawaz be û wê girîngîyê nedin netew û netewayetîyê.

Hebûn û tunebûna netew, millet yan welatekî bi hebûna nirxên wî ve girêdayî ye. Niştimanperwerî, ziman, çand û tore, dem û dezgehên netewî, artêş û hêzên ewlekarîyê, aborî û hestên civakê tev nirx in. Nirxên ku netew, millet û welatekî li ser lingan dihêlin û zînde dikin ev in.

Perwerde roleke sereke û bibandor di qonaxên jiyanê de dilîze ji bo têgihiştin û perwerdekirina mirovan bi giştî, divê rola perwerde di geşepêdana welat û gihandina armancan de hebe.

Perwerde dikare nifşekî pêş bixe û civakeke welatparêz a saxlem ava bike. Divê xwendekar di hemî warên pêşveçûn, tenduristî û hezkirinê de gelek baş amade bibin.

Divê li dibistanan de heftiyê rojek ji bo bilindkirina alaya Kurdistanê, xwendina sirûda Ey Reqîb û şîretkirina xwendekaran ji aliyê birêveber û mamosteyên xwe ve were veqetandin. Ez dikarim bibêjim ku bilind Kirin Alaya Kurdistanê û sirûda netewî yek ji faktorên herî girîng û bibandor e ku dikare hestên netewî biafirîne û hestên hezkirina ferdekî ji ax, gel û welatê xwe re çêbike.

Ev erkek netewî, perwerdeyî û wijdanî ye Bi sirûdên netewî em dikarin nifşek tijî hest û hezkirina welat ava bikin.

Sirûdên neteweyî û nîştmanî beşek ji sembolên neteweyî ne ku bi nasnameya neteweyî ve girêdayî ne, Eşkere ye ku nasnameya neteweyî ne taybetmendiyeke kesayetî ya tu kesî ye, Di vê çarçoveyê de sembolên neteweyî yên hevpar, ziman, dîroka neteweyî, têkiliyên xwînê û nijadî, muzîk û xwarinê pêk tên.  Ji ber bandora bûyerên cûda yên civakî, Kesên di bawerî û nirxên xwe yên tevgerî de nasnameya neteweyî di nav nasnameya xwe de dihêlin.

Bo mînak carnan em dibihîzin ku dibêjin (ew kesekî temam kurd e). Hewce ye Ji bilî pêşxistina zanîna xwendekaran û hînkirina wan ji bo parastina jîngehê, guhdana li ser tenduristiya xwendekaran û hwd.

girîng e di nêrîn û peyama her mamosta û dibistanekê de ev xala girîng hebe, hîn kirin û hilkirina Alaya Kurdistanê û hînkirina sirûdên netewî û nîştimanî bandorkirina li hestên xwendekaran û afirandina hesta niştimanperwerî û hezkirina ji ax û gel re.

Divê cehd li ser perwerdehiya xwendekaran û şirovekirina nirx û reftarên civakî û neteweyî ku di reftarên xwendekaran de bêne xuya kirin.

Ji ber vê yekê, ya giring di piroseya perwerdeyê de, guhdana li ser sirûdên netewî û nirxên netewî, ku divê di dibistanan de bêne xuya kirin, daku civakek baş û saxlem were afirandin û nifşek amade û tijî hest û hezkirina ji bo xak û gel divê di paşerojê de bikaribe bi berdewamî welatê xwe li hember dijmin biparêze, daku îradeyek netewî ya netirs ku dijmin bitirsîne çêbike. Parastin ne tenê hilgirtina çekan e, divê hişyarî û jêhatîbûnek pir baş be daku xwe û nîştimana xwe biparêzin.