Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi nêzîkbûna salvegera destpêka şoreşa “Jin Jiyan Azadî” tirsa rêjîma Îranê zêde dibe

21:22 - 13 Tebax 2024

N. Eskender Ceiferî

 

Piştî derbasbûna nêzî 3 salan di ser destpêka şoreşa Jîna re, Kurd û neteweyên din ên mafxwarî li Îranê di xebata xwe de li dijî dagirkar berdewam in.

Piştî ku keça Kurd bi navê Jîna Emînî di nîva Îlona 2022’an de li Tehranê ji aliyê polîsên rêjîma faşîst a dagirkar ve hat şehîdkirin, xwepêşandanên li dijî rêjîmê li Kurdistanê dest pê kirin û pişt re li herêmên din ên Îranê belav bûn.

Heya niha jî ev serhildan, bi şêwazên ciyawaz û bi taybetî li navçeyên neteweyên mafxwarî berdewam dike.

Di rojên derbasbûyî de Pexşan Ezîzî keça Kurd bi darvekirinê hate sizakirin ku di heyama şoreşa Jînayê de hatibû girtin. Ev biryara dadgehê, tirsa dagirkar ji şoreşê dide xuyakirin.

Ev têkoşîn, herwisa bi navê Jin, Jiyan, Azadî tê binavkirin.

Salekê beriya niha ku rêjîmê fikir dikir kariye serhildanê kontrol bike, xelata Sakharov ji bo Jîna û malbata wê hate pêşkêşkirin.

Ev derfetek bû ji bo ku Kurd bikarin dengê mafxwaziya xwe zêdetirî berê hildin.

Ji destpêka şoreşa Jînayê ve her roj vîdyo, wêne û raport ji Îranê derdikevin ku siyaseta baviksalarî ya rêjîmê nîşanî me didin.

Ger di bin desthilatdariyeke wiha faşîst de rewşa jinan biguhere, wê bandorê li ser rewşa jinên li welatên din ên Rojhilata Navîn ên weke Iraq û Afganîstanê jî bike.

Vê têkoşînê heya niha kariye ji çend aliyên cîhana rojava destekê werbigire, lê ev têr nake. Ew xelk ji ji bilî ku ji bo rizgariya neteweyên mafxwarî xebatê dike, ji bo azadiya jinên cîhanê jî têdikoşe. Niha jinên li Kurdistanê û herêmên din ên Îranê nûnerên jinan li welatên din ên Rojhilata Navîn in.

Jin di vê têkoşînê de bi tenê nîn in.  Di vê têkoşîna mezin de ji bilî jin û zilaman, homoseksuel, LGBT û kêmîneyên din jî cih digirin. Ev yekemîn şoreşa jinan a cîhanê ye ku li Kurdistanê dest pê kiriye û pêwîste li hemû cîhanê bê bicîkirin.

Beriya salekê rojnameya Lîberation a çapa Parîsê di raportekê de eşkere kir ku şaredariyê, biryar standiye ku wêneyê Xumeynî avakerê rêjîma gemar a faşîstên Tehranê rakin û li dewsa wî, wêneyek ji serhildana Jîna danîne wir. Ev jî bû sedema acizbûna rêjïma Îranê. Niha salek di ser vê biryara şaredariya Parîsê re derbas dibe lê hewlên rêjîma Îranê ji bo guhertina vê biryarê ser neketine.

Herwisa her piştî ku şoreş gurr bû, Annalena Baerbock wezîra derve ya Almanya ragihandibû ku ew dîsa li Îranê riftara hovane ya rêjîmê li hemberî xelkê dibînin. Sipaha Pasdaran ya rêjîmê her roj xelkê têror dike. Lewma niha pir girîng e ku pêleke din ya dorpêçan bixin ser rêjîmê û bi taybetî ser Sipaha Pasdaran. Wê got ku dîsa em bi awayekî eşkere dibêjn em li rex xelkê wêrek li Îranê disekinin û em têrorkirina welatiyên Îranê ji aliyê rêjîmê ve şermezar dikin.

Beriya niha jî Komeleya Mafên Mirovên Kurdistanê li Genevê ji Neteweyên Yekbûyî xwastibû li dijî rêjîma faşîstên Tehranê tevbigere.

Parêzvanên Mafên Mirovan, Ensemble Contre la Peine de Mort, û Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê-Genev piştgirîya avakirina şandeyeke navneteweyî ya serbixwe ya lêkolîna rastiyan li Îranê kiribûn. Pişt re jî bi alîkariya Kurdan ew şande hate avakirin û wê şandeyê bi raporta xwe Îran şermezar kir.

Di daxuyaniya wan de hatibû: Ji dema ku xwepêşandanên li seranserî welat piştî şehîdkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî dest pê kirin, desthilatdaran sedan şehîd hene ku beşeke zêde ji wan jin û zarok in.

Rayedarên Tehranê bi hezaran kes ji ber ku tevlî xwepêşandanên aştiyane bûne binçav kirin. Wan bi kêmanî şeş kesên ku bi xwenîşandanan re têkildar in, li ser bingeha sûcên nezelal ên şerê li dijî Xwedê an gendeliya li ser rûyê erdê, bi darvekirinê siza kirine.

Herwisa gotin ku em ji ber bikaranîna hêzeke zêde ya desthilatdaran li dijî xwepêşanderan, bi taybetî li parêzgehên Belûçistan û Kurdistanê, gelekî nîgeran in.

Windakirina bi zorê ya xwepêşanderên birîndar û kuştî û redkirina rayedaran ji dayîna cenazeyên kuştiyan ji malbatên wan re jî şermezar dikin.

Hêzên zordar ên rêjîma Komara Îslamî li Tehranê jî êrîşî zanîngeha Şerîf kirin û çend demjimêran zanîngeh dorpêç kirin. Ew jî piştî protestoya xwendekaran û bi danîna kemînan ji bo xwendekarên dihat û tê de di encamê de hejmareke mezin ji xwendekaran hatin binçavkirin û ji wan xwendekaran jî li wir hatin birîndarkirin. 

Tawaneke din a Komara Îslamî êrîşa li ser girtîgeha Êvîn a li Tehranê bû. "Êvîn" bi kiryarên dijmirovahî yên li dijî girtiyên siyasî û çalakvanên biyanî yên ku di zindanê de tên ragirtin navdar e. Tê gotin ku bi sedan welatiyên binçavkirî yên vê dawiyê jî li vê girtîgehê ne.

Di encama vê êrîşê bi dehan girtiyan jiyana xwe ji dest dan.

Mafê jiyana azad, jiyaneke bi rûmet û hebûna mafên siyasî û civakî, beşeke bingehîn a mafên mirovan ên vê serdemê ye. Mafê ku ev 44 sal in ji aliyê rêjîma Komara Îslamî ve tê zewtkirin û ji gelên Îranê hatiye standin.

Niha piraniya bajar û deverên Îranê ji Kurdistanê heya Belûçistanê, ji Ehwazê heya Azerbaycanê, ji Gîlanê heya Tehranê, Îsfehan, Meşhed û bajarên din bi tundî ji aliyê rêjîma Komara Îslamî ya Îranê ve tên tepisandin û her kêlî em şehîdkirina kesekî ji aliyê rêjîmê ve dibînin. Komara Îslamî hemû riyên têkilîdanîna bi mirovên derveyî Îranê re digire yan jî kontrol dike. Niha gelek dijwar e ku bi bajar û navçeyên curbicur ên Îranê re têkilî çê bibe û Komara Îslamî ya Îranê bi qutkirina întêrnêtê û rêyên din ên girêdana gel û çewsandina raperîna gelên Îranê hewl dide ferzkirina dîktatoriya xwe li ser gelên Îranê bidomîne.