Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xebat

17:42 - 21 Îlon 2024

Xebat

N. Sîmîn Rûhanîzade

 

Xebat ev peyva ye ku li dîtingeha her mirovekê bixwe bi awayekê dinirxêne ku bo xebatê rêyîn cuda hene.

Li gor berçavgirtina rewşa Kurd bitaybet li Rojhilatê Kurdistanê, niha rehendên cuda hene ku take Kurd ji vê rehendê ve têkoşînê bike û bo hebûn û neteweya xwe têbikoşe.

Dibe ku di heyama salên derbasbûyî de derfet û Meydan ji bo cerbandin û xwe nîşandan di rehendên cuda yên xebatê li Rojhialtê Kurdistanê de mîna niha berfireh nebû û mirovê Kurd tenê amadebûn di çalakiyên çekdarî de xebat û têkoşîn hesab kiriba.

Lêbelê wirda hewceye ku îşare bi vê hevoka destpêkê bikim ku min got li dîtingeha her mirovekê cuda bûye û niha jî nirxandin û dîtingehên cuda hene ji bo mifah wergirtin ji rehend û şêwazên cuda  yên xebatkirin li Kurdistan ê de.

Ji bo mînak komek pêdagirin ku dive di niha de mifah ji xebata cemawerî û rêkxistinên berfireh bê wergirtin û ji vê rê ve tevahiya qat û texên civaka Kurdewarî di xebat û têkoşînê de beşdarî bikin û hemû bihevre li hember hêza dagîrker û dîktator rawest in.  her di vê peyvê de hinek dîtingeh jî li ser vê yekê pêdagirin ku tenê rêya rizgariya Kurd li dest dagîrkerên Kurdistanê tenê xebata çekdarî û çeka li ser mile pêşmerge ye.

Hebûna wan herdu dîtingehan heta niha tiştek asayî û hişmendiye, ya ku şaş e ev yeka ye ku xwediyên vê dîtingeh û hizran wek tişteke negur û reha beraxwe bidin bi hizr û dîtingeha xwe, ji bo mînak yê ku wisa dizane ku çeka pêşêerge rizgarkera me ye û bawerî bi hêza cemawerî û rêkxistinîê tunebe û berevajî vê yekê bawerî bi hêza cemawerî heye bawerî bi hêza çekdarî tunebe.

Herwisa mfahwergirtin ji herdu rehendan bi bê lêkolîn û li berçavgirtina rewş û şiyana hêza xwe û bi şaştî mfahwergirtin li yek ji van dibe ku heta rûbera jinavçûnê bibe û te ji di lîstik û dorhêla siyasî dûr bixe û tevgera te tûşî rawestanê bike.

Herwisa vêdebirin û qutkirina yek ji van herdu rehendan jî di pêwajoya xebat û têkoşînê de bitaybet wek partiyek siyasî ku xwediyê pêgeh û alîgirên pir e ku her take ji wan dîtingehek wan heye ku dibe sebeba derbe lêdanek bihêz.

Her ji ber vê yekê ye ku xesarnasî û şirovekirina rewş û rastbînî û xwe dûr ragirtin ji xeyal û nemimkinan û standina biryarek şoreşgirane û bi qezenc, rêya xebatê bo te xweş dike û nake girêyek ku di nav destên te de pûç bibe.

Di niha de û digel rewşa niha ku navxweyî welat heye û ev givaşên ku li ser partiyên Kurdî hene, ji dîtingeha min ve rehenda xebata cemawerî û rêkxistina hêza gel dikare rêya xebatê ji bo te hêsan bike..

Berê me digot ji bilî çiyan me ti piştevan û hewalek nîne, lê niha weke taktîkeke stratejîk û hişmendiya rewşê em dikarin biguherin û bêjin ji bilî kolanan ti tiştek nabe heval û piştevan.

Dibe ku pirs derkeve holê ji bo şeqaman ku gelo xebata çiya red dikin?

Di bersiwê de dibêjim ku mîna ku em hemû dizanin û me dîtiye ku du salan beriya niha çawan şeqaman desthilata 40 salî û dîktator a Îranê hejand û heya ser lêva gora vê bir û gotara şeqam hêza xwe nîşan da  û dengê neteweya Kurd û neteweyên din yên li Îranê gihandn guhê tavahiya cihanê û çepereke serkevtî bû ji bo xebata niha.

Îca her ji ber vê yekê ye ku dive ji vê ezmûna serkevtî mifahê bê werigrin û di niha de xebata cemawerî û rêkxistina gel û bihêzkirina potansiyela şeqam bikin pêşengê xebata xwe û em bixwe çepera xebatê hilbijêrên û ji bo hesabên xwe rê nedin ku dujminên me meydana xebatê ji bo me hilbijlr e û me bêxin nav meydana şerekê ku ev bixwe li anv de serdest in û hêza wan heye û çawa ku hez dikin şerê nemanê digel me bikin.

Belkû dive em bitaybet aliyên siyasî û partiyên kurdî bin ku dijmin bikişînin nav meydanan ku di nav de lawazî û neşiya a vî şerî û çeperê de serbikevin, ji bo mînak desthilata Koamra Îslamî ya bi hemû hêz û dengê xwe ve di xebata ser şeqam a me de û rêkxistiniya cemawerî û yekgirtina me tirsiyaye û şikest xwariye.

Her ji ber vê yekê ye divê di vê demê de û bi ezmûn wergirtin  li hêza şeqam û kolana û şeqamên gundan û bajarên Kurdistanê bikin bi meydana xebat û herwisa sembola berxwedana li dijî dagîrker, û di demê de ku xurtkirina vê rehendê di xebata xwe de li ser van hemû givaşên rejîma Îranê de herin û niha ku hêza rejîmê bi başî dijminê xe û piştewaniya xelkê û şeqaman ku partiyên Kurdistanê ne nas kiriye.

Bi givaş xistin li ser wan û sînûrdarkirina çalakiyên van li Başûrê Kurdistanl hewl didin xelkê û partiyan ji hev dûr bixin, ji ber vê yekê ye baştirîn rê bo partiyan ev ye ku bi rêkxistina gel li navxwe û bihêzkrina gotara şeqam, givaşê bixe ser rejîmê û carek din nîşan bide ku pêge û çepera partiyên Kurdî û bitaybet Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, bajar û gundên Rojhialtê Kurdistanê ye û şeqamên me baskjên damalîna dagîrker e.

Herwisa bersiwa pirsa jorê ku gelo bajar red dikin û dive bibêjin ku rehenda xebata çekdarî û hêza pêşmerge û çiya di dîroka Kurd û Kurdistanê de serkevtin û dîrokek pir li şanazî tomar kiriye û bi dehan hezar carî Kurdistan li êrîşên dirindane yên dagîrker parastiye û pîlanên dujmin pûç kiriye û Kurdistan ku kelema nav çavên  dujminan e û bi sebeba hebûna pêşmerge maye, ber vê nabe vê rehenda girîng û pîroz berçav nebe û hêza pêşmerge herdem baska gel û hêz û hêviya nîştiman bûye.

Lê her çawan ku min berê behs kir dive rewşê nas bikî û xesarnasî jî bikî û bizanibî ku di vê rewşê de kîjan yek ji van her du rehendan dikare serkevtina te misoger bikem û nabe ev yeka ji bîra me here û ti yek ji wan herdu rehendên xebatê nabe di çarçoveya têkoşîna me de bê qutkirin, belkû li gor rewş û mifahwergirtinê rêya xwe nas bikin.

Di dawiyê de cihê behskirinê ye ku ev mijara ku behs ji rehendên xebatê dike di salroja terorkirina  rêberê şehîd Dr. Sadiq Şerefkendî de hatiye nivîsîn her ji ber vê ye ku bo gotinek wî nemirî dawî pê tînim ku dibêje : “Ji bo têkoşînê rê pir in…”