Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistan hertim zindî ye

22:56 - 28 Îlon 2024

Kurdistan hertim zindî ye

N. Hesen Mukerem

Dîroka neteweya kurd pire li serkeftinên mezin û bi lehengên cesûr re,, beriya peymannameya Sykspco û Lozanê ku di navbera Birîtaniya û Firansa de hate îmze kirin û Kurdistan bi ser du parçan de  piştire bi ser çar parçan de hate veqetandin, kurd pir bihêz û xwedî bandor bûn li wî serdemî de, lê herçawan Bêşikçî dibêje kurd paramayê aqilê xwe yê olî ne,  ji ber ku gelê kurd zêdetir girêdayî ola xwe ne û her vê yekê derbên pir mezin li dewletbûna Kurdan daye.

Axaftinên Mustafa Kemal Ataturk ên di kongreya Erzirom û Sêwasê ya sala 1919an de cihê balkêşiyê bûn, dema gotibû “Îslam bindest e”, ango Îslam û xelîfe di rewşa cîhana nû de bindest in û divê em wan rizgar bikin. Axaftina balkêş a Ataturk bandorek mezin li ser Kurdan kir, nemaze ku Kurd bi xwezayî olî ne û bi bawerî û nirxên xwe yên olî ve girêdayî ne. Wek mînak, Şerîfê Mekkê ji bo rizgarbûna ji Osmaniyan bi Îngilîzan re hevkarî kir. Lê Şêx Mehmûd di bin bandora gotinên Ataturk de maye û dîtiye ku Îslam û Xelîfe di bin destê Îngilîzan de ne û divê em wan ji Îngilîzan rizgar bikin, bi vê jî xwastin Kurd li hember Îngilîzan derkevin! Loma jî ev kêmasiya Kurdan berdewam kir heta ku Lozan hat îmzekirin û Kurdistan dîsa hat parçekirin.

Ev rastiyeke ku kurd hertim dikeve dava dagîrkeran û olê beriya netewebûna xwe dihesibîne û ev yek jî dibe sebeba derbe xwakirina kurdan ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve.

Heta di şerê di navbera Îsraîl û Erebên Xezeyê de jî dîsan Kurdên herçar parçên Kurdistanê ku bi xwe bindestin û di bin şorê zordestî û dagîrkeriyê de dinalin xem ji Xezeyê dixwarin û silogan bo piştgîriya Xexeyê didan.

Tevî van hemû xapandinan û parçekirina Kurdistanê û çêkirina sînûrên destkirid. bi destên mezin hêzan û dagîrkerên Kurdistanê ku hemû hewl û têkoşîna dijminan kipkirina gelîê Kurd bû.

Û dagîrkerên Kurdistanê jî  bi çêkirina kirina sînûrên destkird  Kurdan wek sînûrparêz yan bi gitina Farsan sînûrvanên xeyûr bihesibîbin lê Kurdan bi meşandina xebata dûr û dirêj û berdwam a xwe û di dijwartirîn rewşan û tarîtiyan de ku gelek caran dagîrkarên Kurdistanê di axavtinên xwe de behsa nemana Kurdistanê û tiştek bi navê xaka Kurdistanê dikirin lê piraniya Kurdan  û bi taybet Kurdên Rojhilatê Kurdistanê û hîn di bin serdestiya rejîma Îranê ne niha hişyar bûne.

Serkeftin û armancên Kurdan wek barîna dilopên baranê li ser erdê hişk û rengînbûna deşt û newalan bi bihorîna demê yek bi yek ev têkoşîn û xwîndan digihîjin armancan û xewnên gelê Kurd dibin rastî. Niha Kurdistana Başûr piştî evqas enfal û şehîd danan niha parçeyeke azade û parça Rojava jî piştî şerê li dijî DAÎŞê heta qasekê xwe bi rê ve dibe û bûye navenda rikeberiya mezin hêzên cîhanê ji bo piştgîriya van ji Kurdan re. Di hefteyên borî de Sergey Lavrov Wezîrê Derve yê Rûsya li rêkevta 02.09.2024an de bangî

Kurdên Rojava kir ku pişta xwe bi Amerîkayê re germ nekin û em bi Tirkiyê re di diyalogê de ne Tirkiye razîbûye ku li Sûriye vekêşe. niha mezin hêzên cîhanê jî dizanin ku hewceye Kurdistan bibe dewlet.

Û parça Rojhilat jî piştî borîna demek dirêj bêdengî û şehîdkirina du rêberên zana û xwedî bandor yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi navên şehîd Dr. Ebdulrehman Qasimlû û şehîd Dr. Seîd Şerefkendî bi destên rejîma terorîstperwer a Îranê û bûna xebatekî rijd, navûdengê Kurd li Rojhilat heta destpêkirina xebata Şar û Şax zindîtir bû û her roj keç û xortên Kurd tevlî refên hêza pêşmerge bûn û xelkê navxwe jî bi hemû şiyana xwe û di hemî deman û hilkeftan de tevahiya bajarên Kurdistanê bihevre bi grev û derketina ser şeqaman carek din dengê Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê zindî kirin.

Heta di serhilana şoreşgirî ya Jîna Emînî bi silogana Jin, Jiyan, Azadî de, rejîma serkutker û dagîrkerê Kurdistanê heta ser lêva kendalê herifînê birin û li bajarên netewên dinê de  jî di xwenîşandanên xwe de gazî hêza pêşmerge dikirin û digotin Kurdistan tenê nine.

Niha serkevtin, hişyarî û zindîbûna gelê Kurdan wek dilopên baranê dibarin diyar in, ji bo mînak di duyemîn salroja şehîdkirina Jîna Emînî û serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî de li Rojhilatê Kurdistanê bi daxistina bazar û dukanan bi hevre girev girtin û hemû xebatên xwe yên rojane yên jiyanê bona rêzgirtin ji şehîdên vê şoreşê û vebîranîna xwîna şehîdên vê şoreşê û zindîbûna gelê Kurd li hember serkutkarî û dagîrkariya rejîma Îranê, rawestandin û wek salên borî ev yekîtî û nîştîmanperweriya xwe dubare kirin.

Ya ku dibêjin jiyan û xebata şoreşgerî, tabloyeke rengîn e, ku bi rengên xweşik yên serkevtinan ve hatiye neqişandin pir rast e… raste gelê Kurd pir ewraz û nişîw bihorandin e û jiyanek pir qorbanîdan derbaskiriye lê niha rûpeleke nû vekiriye .