N. Nûredîn Sofîzade
Herçiqas meha Xermananê bo me xelkê Rojhiltê Kurdistanê û xebatkar û şorişvanên wê para Kurdistanê hilgirê gelek rojên tal û buyer û xisarên mezine ku yêk ji wan rojan 26ê Xermananê roja şehîdbûna rêberê jêhatiye me Dr. Sadiq Şerefkendê û hevalên wiye, roja 17`ê Xermananê jî bo gelê Kurd rojeke xembar e ku dibe li dîroka şoreş û berxwedanê de bê tomarkirin heta ku nifş li pey nifşên wê gelê me ji hovîtiya rêjîma hov û cinayetkar a komara îslamî bizanin û agehdar bin ku rêjîma dije mirov bi êrîşa mûşekî bo ser binke û barigehên Hizba Dêmokrat pare cehd kir ku tiresê bêxe nava dilê şoreşvan û azadîxwazan de.
Herçiqas bi sedema wê êrîşê Hizba Dêmokrat û şorişê nirx û xwînekî mezin da, lê rêjîm bi tu avayekê negeheşte xwesta dilê xwe û encamekî berewajî derkevt û li henber îradeya şorişvanan û helwêsta yêkrêz û yêkgire gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, hem bo hevxemiya wê xwîna ku li ber cestê Hizba Dêmokrat herkî, û hem jî bo piştewaniya ji Hizba Dêmokrat û tujmin tê bigehînin ku hemî takekî welatparêze Rojhilatê Kurdistanê yar û pişt û endamekî Hizba Dêmokrate, rêjîm û rêberên wê yên terrorist rastî şikest û windahiyekî mezin kirin.
Demjimêr 11 û çarêkekî ser sibêdehiya roja 17ê Xermanan a sala 1397`, rêjîma tirorîst bi avêtina mûşekên Balêstîk meqer û navend û barigeha Hizba Dêmokrat û kempa cihê akincîbûna jin û zarokên sivîl, kire armanca êrîşa xwe a mûşekî.
Mixabin dîroka Kurdistanê, roja 17ê Xermananê di nava rûpelên xwe de tomar kir. Cihê kombûna parek ji endamên rêberiya Hizbê bû armanca mûşekan û çendîn Endamên rêberî û kadr û pêşmerge şehîd bûn û herwisa binkê Fêrgeha pêgehandina Pêşmerge bû armanc û live jî 2 mamostayên Fêrgê şehîd bûn û çendîn kes jî birîndar bûn.
Şehîdên vê carê yên Kurdistanê jî weke yên berî xwe cane xwe goriyê armancên bilinde gelê xwe kirin û heçî dilopek ji xwîna wan bû girkan û agirekî bigur bi dijî rêjîma cinayetkar peqiya.
Şehîdên 17ê Xermananê bûne remza yêkdengî û yêkîtiya netewî. Rêjîma Îranê dixwast bi lêdana barigeha Hizbê û havêtina mûşek û çekên herî giran hem şorişvanê Rojhilat bitirsîne û wan bêdeng bike û ji xebatê sist bike, hem dixwast nîgeranî û di encamê de bê hivitiyê bêxe nava xelkê Rojhilatê Kurdistanê ku piştevanê hertimiye Hizba Dêmokrat bûne.
Lê herwekî pêşde hate gotin, rêjîm negeheşte xweziya xwe, belku serê wê li kevrê hişke kurdistanê kevt û tûşî şikestê bû, û hemî cîhan haylê bû ku ev rêjîma çiqas ji Hizba Dêmokrat û şorişvanê Kurd ditirse. Piştî wê êrîşa hovane û tirsnokane,roja 21`ê Xermananê anku 4 rojan piştî êrîşa dirindane ya rêjîmê, eva Kurdistan bû ku bi bêdengî rabû ser pêyan, û li beşeke mat a Kurdistanê, kîna dagîrker kir bin axê de, heta ku bêjine wan, “Ne”gotina me herçend bi bêdengî ye, lê di nav hundirê me de ye û 4 dehik cinayet û xiyanetê nekariye netewa Kurd teslîm bike.
Her di wê rojê de rejîma tawanbar û cinayetkar ku wekî gurê har lê hatibû, dest avête îdamkirina çend ciwanên Kurd. 17`ê Xermananê bîranîna çend xalan hewce ye, ku bi wî awayî ne:
1-Rejîm bo xwe vedizîn ji krîzên ku ser hev de bibûne kelek, hewil dida li derveyî sînorê cugrafiyaya xwe, şer û fitneyeke nû biafirêne.
2-Çavtirsandina xelkê navxwe û yên deverê.
3-Rejîm Kurdan bi bizwêner û rêkxerê guherînkariyên paşeroja Îranê dizane, û dixwaze piştî vê ku pirsgirêk, hikûmetê bi giştî bêxin metirsiyê de, netewa Kurd û hêzên Kurd lawaz bike.
4-Pêşbîniya rejîmê derheqê bêdengiya welatên derekî û kom û komleyên bi berçav parêzvanên mafê mirovan derheq vê cinayetê, mixabin heya niha pêşbîniyeke şaş nebûye.
5-Bikaranîna mûşekê li dijî Hizba Demokrat, vê yekê dide zanîn ku rejîm li hember xebat û pêgeha Hizbê li nava xelkê Rojhilat de damayî û bê şiyane.
6-Roj li pey rojê, şerên deverê ku rejîmê roleke nerênî têde lîstiye kûrtir dibe, û rejîmê bo dilxweşkirina kirêgirtî û hêzên girêdayê xwe hewcehî bi manovrekî wiha hebû.
Her çawa hate baskirin tenê çar roj piştî cinayeta rejîmê, Kurdistan yekdeng rabû ser pêyan, û bi bêdengiyeke watedar û mangirtina giştî li seranserî Rojhilatê Kurdistanê, cinayetên rejîmê şermezar kir û îradeya polayîne berxwedaniya xwe nîşanî her kesî da.
Lewma di dawiyê de hewce ye em hemû vê yekê bizanin ku di 21`ê Xermananê de, beşeke zêde ew hêvî û xeyal û xevnên rejîmê bûne bilqên ser avê, û rejîm di Rojhilatê Kurdistanê de şikesteke bê mînak xwar.
Xelkê Kurdistanê bi daxistina dikan û bazarên bajar, ber bi banghêjiya Partiyên Rojhilatê ve hatin, û bi rohnî dengên xwe bi diruşma “Na bo îdam” û “na bo mûşekbaran” û “na bo binpêkarî” û “na bo komara Îslamî” li dijî rejîmê bilind kirin û carekî din nîşan dan ku rejîm xwediyê ti pêgeh û rewatiyeke di nava xelkê di Kurdistanê de nebûye û nîne.