Xwestek, têgihiştin û bijarde di pevçûnên navbera Îran û Îsraîlê de
N. Elî Munezemî
Siyasetên nawnetevî dikarin li aliyên zaf teoriyên cihê reng ve bêne şirove û analîzkirin. Yek li wan teorîyên balkêş, teorîya bijartinên maqûl yan jîrane ye. Ew teorîya çarçoveyeke pir dîsîplînîye ku reftar û kiryarên bikerên maqûl yên xwedî armanc li ser bingeha nirx û mifahê dinirxîne û xwendinê bo reftara wan di pêşerojê de dike û texmîn dike ka ew aktor di rewşeke taybet de dikarin çi kiryarekê ji xwe nîşan bidin û diyardeyan li wê çarçoveyê de rave dike. Ew aktor çi tak be yan hikûmet, bo ravekirina reftara wî/wê, li metoda takekesî mifah tê wergirtin.
Di wê gotarê de, emê şer û pevçonên navbera Îran û Îsraîlê di dema niha de, li çarçoveya wê teorîyê de bi kurtasî şirove bikin.
Li gor wê teorîyê aktor bi timî bijardeyên eqlanî û maqûl di pêxema xwestik û têgihîştina xwe hildibjêre. Yanî sê elementên xwestik, têgihîştin û bijarde bo bidestve anîna baştirîn destkevtê, girîngtirîn parên wê teorîyê pêktînin.
Xwestik:
Xwestik hêza handana merivan e bo xebatê di pêxema gihîştin bi armancê ku ew armanc dikarin altrûîstî (wekhevhezî) yan xweperestane bin. Lê di navbera xwestikan de nabe dijhevî hebe û xwestik dibe tevavkerê hev bin û dibe pêkanîna wan xwestikan ber bi aqil û mumkin be. Her wisa xwestik dibe paşejojdar û pêştî pêkhatinê xwedî îstîqrar be. Ew xwestik dibe yên aktor bi xwe bin û di bin zext û guvaşa kesek din de ew yek xwe re nekiribe armanc.
Îran her tim bi gotin armanca xwe di şer û dijminatiya tewî Îsraîlê girêdide bi rizgarkirina xelkê Filistînê û hebûna Îsraîlê di herêmê de bi pîlana dewletên Rojavayî, bi xasma Birîtaniya û Amrîka dihesibîne û li ber hindê jî dibêje ku dixwaze Îsraîlê tune bike. Bo realîzekirina wê armancê, hindek grûpên terorîstî di Lubnan û Filistînê de pêk anîne û bi rêya manîpulasyona wan we, dixwaze wê armanca xwe realîze bike. Lê Îranê di bin wê armancê de gelek armancên xwe yên weşartî hene. Li hêlekê dixwaze xwe wek rêberê cîhana Îslamê bide nîşandan û li hêlek din jî bo desteberkirina armancên xwe yên aborî, leşkerî, siyasî û jeopolîtîk dixwaze serdestîya xwe di Rojhilata Navîn de bide qebûlkirin. Li ber hindê jî dijminatiya tewî Îsraîl baştirîn hecet û wesîleye bo gihîştina rejîma Îranê.
Li hermber de jî Îsraîl dixwaze ewlehîya welat û neteweya xwe biparêze û bo wê armancê jî nehêlana grûpên terorîstî di Lubnan û Filistînê de xala herî girîng û esas e. Lê bi hebûna rejîma Îranê û piştgirîya bi îmkanatên madî, çekdarî û teknolojîk hwd. a wan grûpên terorîstî, Îsraîl nikare wê armanca xwe pêk bîne. Li ber hindê jî Îsraîl cehd dike ku hem di hundirê Îranê de û hem jî li derveyî Îranê derbên giran li mohreyên Îranê û wan grûpên terorîstî biveşîne.
Têgihîştin û bijarde
Têgihîştinê ku peyvendî bi zansta aktoran bi şêweyeke sabjêktîv li ser cîhanê heye, dibe sedem ku ew aktor di rewşên cuda cuda de bizanin ka çi alternatîvek hene bo kiryarên xwe û ya hemûyan baştir hilbijêrin. Lêre de bas ji hebûna înformasyonan tê kirin ku aktorek jîr re pêdivîye pêş hindê ku kiryarekê bike. Li ber hindê jî aktorên jî dizanin kengê kîjan pêngavê hilbigrin. Bizavtek han dibe hind bi başî bê pîlankirin û lêkdan ku hemû aliyên wê bêne xwendin û nabe li ser hesaba ferzên giştî înduktîf bin.
Ji ber ku Îsraîlê kariye di rêka sîxurên MOSSADê ve zanyarîyên balkêş û nû li ser Îran û grûpên terorîstî yên Filistînî û Lubnanî dest xwe ve bîne, pêngavên ku hember wan radike, pêngavên girîng in ku dikare bi hêsanî derbeyên mezin li wan bide û kesên wan yên sereke bike armanc. Lê Îran gava ku nikare hember wan zerbeyên Îsraîlê de tiştekê bike, wek dîn û haran tev digere û ewa ku nabe bike, dike. Li alîyekê bi eşkere bi hajek û balafirên bêfirokevan hêriş dike ser Îsraîlê û li aliyek din jî bi eşkere li welatên Rojavayî dixwaze bi rêka terorê ve hêriş bike ser balyozxaneyên Îsraîlê. Îran hemû wan yeka li ber çavên cîhanê û bîrûraya giştî dike û heta niha kariye wê fersendê bide Îsraîlê ku eger Îsraîl hêriş bike ser Îranê, ku hegera wê jî zor e, hemû cîhan Îsraîlê mafdar dizane.
Encam:
Karbidestên Îranê dane eyankirin ku aktorên belengazin li aliyê şiûr û têgihîştina xwe de. Li aliyekê ewê nakin ya aqil dibêje û li aliyek din jî mejiyê wan nabêje wan ku ewa dikin, nekin.
Ewan niha bi wê hêrişa ser Îsraîlê, li cîhanê re dane îsbatkirin ku mana wan li ser desthilatê dikare tehlûkeyên mezin bo hemû cîhanê hebin. Ewa ku heya niha cîhanê çavên xwe li ser cinayetên rejîma Îranê derheq xelk û neteweyên bindest de girtibû û hember wan hemû cinayetan de bêdeng bûn, niha we jî îqna bûne ku mana wê rejîmê êdî ne hevceye û hêdî hêdî hemû aliyek dibe bibin dengê wî xelê bindest û bi pişgirî nekirina wê, rêka hiloşandina wê rejîmê vekin.