Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Giringiya yekrêziya kurdan bo Gelê kurd û paşeroja Sûriyê

01:11 - 19 Şibat 2025

Giringiya yekrêziya kurdan bo Gelê kurd û paşeroja Sûriyê

N. Ebdulezîz Qasim

Piştî pitir ji 60 salî li ser kodetaya leşkerî ya Partiya Be'is ya nijadperês di sala 1963 an de li ser desthilatdariya Sûriyê, herwiha piştî nêzîkî 14 salan ji destpêkirina şoreşa xelkê Sûriyê li dijî vê rêjîma nijadperês û desthilatdariya wê ya diktatur, di 08.12.2024 an de hate rûxandin.

Di van çardeh salên dawiyê de û bi sedema berdewamiya zordestiya rêjîmê û çaresernekirina pirsgirêkên Sûriyê û bersivnedana daxwazên Gelên Sûriyê bi giştî û di nav de daxwazên Gelê Kurd bi piştgirtin û piştevaniya Îranê ji aliyekî û ji aliyên dîtir bi gefên Tirkiyê bi taybetî li dijî Gelê Kurd, ku destêwerdanên Îran û Tirkiyê digel zordariya rêjîmê bû egerê peydabûna qeyraneke mirovî, abûrî û siyasî ya mezin, nemaze di welatekî wekî Sûriyê de, yê di binyatê xwe de lawaz û paşkeftî û digel nebûna jêrxaneke aborî bihêz, herwiha ku her ji destpêka desthildariya rêjîma Be'is û zêdetirî 60 salî ku hîç awirek bo çareserkirina pirsgirêkan nehatiye dan, berovajî vê yekê ku rêjîmê herdem hewl dide ku li ser kirîz û aloziyan bijî, lewra hebûna xwe li ser aloziyan ava dikir û ji ber vê yekê kar dibû ji bona zêdekirina aloziyan û heta zemînek peyda bû bo peydabûna bi dehan rêxistinên terorîst li Sûriyê hevdem digel nebûna opozîsyoneke demokrat û azadîxwaz ku bibe şûngir û alternatîf bo vê rêjîma diktatur.

Wek me dît ku aliyên siyasî yên kurdî di demê borî de hindek derfetên zêrîn jidest dan û tevî serkeftinên leşkerî yên hêzên kurdî li dijî rêxistinên terorîst û bi taybetî dastana efsaneyî û dîrokî ya rizgarkirina Kobanê ji aliyê Pêşmerge û Şervanên YPG û herwiha dastana dîrokî ya têkşikandina rêxistina Daişê li Boxozê, lê mixabin hêzên siyasî yên kurdî nikarîn wan serkeftinan di qada siyasî û navneteweyî de bikar bînin û têxin di berjewendiya Gelê Kurd de li hember dagîrkeiya Tirkiyê û çeteyên wê yên terorîst li çeperên Efrîn û Serêkaniyê û Girêspî..

Piştî dagîrkirina Efrînê hêzên siyasî yên kurdî li şûna bi yekrêziya kurdî mijûl bibin, zêdetir nakokiyên  hizbî-siyasî û heta yên îdeolojî dane pêş û nikarîn hîç destkeftek neteweyî bidest bêxin, ne ligel rêjîmê û aliyên navdewletî û heta ne ligel opozîsyonê jî, ku ev nakokiyên di navbera ENKS û PYD de ketin di berjewendiya neyarên kurdan de û bi taybetî ku dagîrkeriya Tirkiyê gelek qazinc ji van nakokiyan dît, û gelek navçe û bajarên kurdistanê ji aliyê wê û çeteyên wê ve hatin dagîrkirin û ku heta niha jî ti asoyek bo bi dawîkirina vê dagîrkeriyê li ser wan navçeyên kurdî nîne.

Îro; piştî rûxandina rêjîmê, careke dîtir daxwazên rêkxistina nêvmala kurdî li nav şeqama kurdî bi xurtî hatin bilindkirin û mijara diyaloga kurdî-kurdî dubare bû, tevî mijara pêkanîna şandeke kurdî ya hevbeş û rêkeftin li ser bernameyek niştîmanî li ser mafên rewa yên Gelê Kurd ketine rojevê û bûne navunîşanên serekî yên îro, hevdem ku serkeftina însiyatîfa Amerîkî- Firnsî bo dubarekirina prosêsa diyaloga kurdî-kurdî dê bibe derfetek zêrîn û rêxweşker bo bihêzkirina rola kurdan li ser masaya danustandanan digel hikumeta demekî ya Sûriyê û herwiha beşdarîkirina kurdan di hikumeta nû de çareserkirina doza Kurdî li Sûriyê, ku niha li gorî hindek nûçeyan ku gavên giring hatine pêkanîn di navbera herdû aliyên serekî yên kurdî de û rêkeftin bûye li ser van mijarên gerim û di demek nêzîk de û her dîsa bi piştevaniya Amerîka û Fransa dê herdû aliyên kurdî bi şandeke hevbeş dest bi gotûbêjan ligel Şamê bikin, û tê pêşbînîkirin ku însiyatîfa Fransî- Amerîkî berdewam be û bi encamên erênî serbikeve nemaze ku gelek dewletên Ewropî û Herêma Kurdistanê û hemû aliyên kurdistanî tevlî vê însiyatîfê bûne û piştgiriya yekrêziya kurdî dikin di vê qonaxa hestyar û dîrokî de.

Îro gavek mezin û dîrokî hat pêkanîn û divê ev yek wekî destkefteke neteweyî pîroz bê parastin, ku tevlî ziyanên mezin yên li Kurdistana Sûriyê ketîn, ev yekrêzî pêgehê kurdan bihêz dike û zêdebarî ku hêjî çend kaxezên bihêz di destê kurdan de hene, ji wan kaxezan; dosaya gaz û neftê û herwiha mezintirîn bendav li Sûriyê, ku niha Tirkiyê bi hemû hêza xwe hewl dide vê bendavê komtrol bike û ji dest hêzên HSD derxie ji bo lawazkirina pêgeha kurdan li ser masayên danustandinan di Sûriya paşerojê de, lê bi yekrêziya kurdî dê gelek rê bêne girtin li pêş êrîşên Tirkiyê û çeteyên wê.

Helbet ku kontrolkirina bendeva Tişirînê ji aliyê Tirkiyê ve dê ne tenê bibe fakterê lawaziya kurdan, herwiha wê bibe fakterê lawaziya hikumeta Şamê jî li hember xwest û zêdegaviyên Tirkiyê di karubarên navxweyî û siyaseta Sûriyê de, nemaze ku Tirkiyê piştî rûxandina rêjîma Esed û guhertina li Sûriyê bi awayekî berbiçav, dixwaze ji serdema nû jî sûdmend be, bi rêya bidestxistina girêbestên jinûveavakirina Sûriyê, ku ev yek dê bi sed milyar dolaran bigehîne gencîneya Enqereyê, ji bilî berfirehkirina bandora xwe ya jeopolîtîk li ser hesabê lawaziya Sûriyê (ku niha dewletek herifî û têkçûyî ye), hevdem wekî axaftina Wezîrê Derve yê hikumeta demkî ya Sûriyê Esa'd El-Şêbanî di çarçova korbenda Aborî ya Cîhanî 2025 li Davosê gotibû: ku "Me dewleteke têkçûyî ji rêjîma Esed wergirt, bê sîstemeke aborî ...", Şêbanî di axaftina xwe de karnameya hikumeta xwe eşkera kiribû ku desthilatên nû dê bala xwe bide li ser pênc armancên serekî di nav de wize û energy ku çavkaniya van herdû çavkaniyên aborî di dest kurdan de ye (Bendevên Ferat û mezintirîn kêlgehên neft û gazê li parêzgeha Hesekê û kêlgeha Omer li Dêrazorê), ku bêyî van herdû jêderan ti hikumetek nikare projeyên avdankirinê desteser bike, lewra dikarin bêjin ku şerê Tirkiyê li dijî kurdan li ser tevaya xelkê Sûriyê ye û li ser hesabê avdankirin û seqamgêriya Sûriyê ye, ku zêdexwaziyên Tirkiyê dê rêgiriyê li nûavakirina Sûriyê bi giştî bikin û li vir  pirsek xwe pêşniyar dike; gelo helwestên hêzên navdewletî çî ye?

Bi taybetî Amerîka û Fransa û Israel dê paşeroja Sûriyê radestê Tirkiyê bikin û rê bidin ku Enqere zal bibe li ser deramet û saman û herwiha îradeya xelkê Sûriyê yan jî wê rê bigirin li pêşiya zêdexwaziyên wê wekî çawa rê hatin girtin li pêş Taranê û Hizibulah?.