
Avakera Komara Kurdistanê 17'emîn kongireya xwe lidar xist!
N. Eskender Ceiferî
Tevî hemû givaş û hereşeyên dagirkariya Tehranê, Partiya Dêmokrat a Kurdistana Îranê di rojên derbasbûyî de 17'emîn kongireya xwe lidar xist.
Ev givaş û hereşe xuya dikin, dibe ku di demeke nêz de hevkêşeyên mezin li Rojhilata Bavîn bi pêşengiya vê partiyê bêne guhertin.
Girîngiya vê kongireyê, ev bû ku yekemîn kongireya piştî hevgirtina her du aliyên Dêmokrat û piştî serhildana Jînayê bû. Piştî hevgirtina her du aliyên Dêmokrat, niha ew kongireyek rewa ye.
Ev partî, heman partî ye ku Komara Kurdistanê damezrand û piştî têkçûna Komarê jî, di xirabtirîn rewşan de çalakiyên xwe bi şêwazên cuda domandine û her di çeperê de berdewam bû.
Dagirkar di heyamên derbasbûyî de ditirsiya ku xelk dîsa rabe ser piyan, lewma jî ji bo rêderkirina raya giştî, givaşên li ser tevgera Kurdî zêde dikirin. Yek ji mezintirîn givaşan jî hestyarbûna dagirkar bi kongireyê bû.
Lê avakera Komara Kurdistanê dev ji xebata ywe bernade û kongire lidar xist.
Sala 1942’an li Mahabadê kovara bi navê Nîştiman bi beşdarbûna 11 kesan hate weşandin û weke rojnameya fermî ya Komeley Jiyanewey Kurd (Komeley J.K) hate binavkirin. Vê kovarê li ser hesta netewî ya Kurdan kar dikir. Navê vê komeleyê dihate wateya vejandina Kurdan. Piştî sê salan di sala 1945’an de bi pêşengiya Qazî Mihemed, Komeleyê dewsa xwe da Hizba Dêmokrat a Kurdistanê û daxwazên vê partiyê, serxwebûn, perwerdeya bi zimanê dayîkê, fermîbûna zimanê Kurdî û gelek xwestekên din bûn.
Roja 22'ê Kanûna Paşîn a sala 1946'an a Zayînî angu 2’ê Rêbendanê a sala 1324’an a Rojî, Komara Kurdistanê ji aliyê Qazî Mihemed ve li meydana Çarçira li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê hate ragihandin û wê hikûmeta Kurdî, ala netewî ya Kurdistanê hilda. Di vê rêwresmê de Qazî Mihemed wiha sûnd xwar: "Bi mezinatiya Xwedê, rûmeta Qurana Kerîm û li ser welat û ala xwe sûndê diwxem heta dilopa dawî ya xwîna min û nefesa min a dawiyê, bi can û malê xwe, di rêya azadiyê de, ji bo ku alên me li esmanan pêl bidin, ezê xebatê bikim.”
Komar, ji aliyê heman partiyê ve hate avakirin ku niha jî piştî vê dîroka dirêj, hîn di xebatê de berdewam e û bûye şanaziya Kurdan.
Piştî ku sala 1941'ê rêjîma Şayê Farsan, Riza Şa bi derbeyekê ket û kurê wî Mihemedriza bû desthilatdarê rêjîmê, wê demê serokeşîrên Kurdan ên ku ji Kurdistanê hatibûn dûrxistin , zivirîn Kurdistanê û hewl didan desthilat û rêveberiya navçeyên xwe bigirin destên xwe.
Êdî rojavayê Îranê ketibû bin desthilata Kurd û Azerbaycaniyan de û Rûsî jî derbasî navçeyê bibûn.
Piştî ku di 22’ê Kanûna Paşîn a1946'an Komara Kurdistanê hate ragihandin, Leşkerê Kurdistanê angu Artêşa Kurdistanê hate avakirin ku heman Hêza Pêşmerge bû. Ew hêz ji hezaran gencên Kurd û ji leşker û hêzên wan eşîran pêk dihat ku tevlî Komara Kurdistanê bibûn û her du hêzên siwar û peya lixwe digirtin.
Hêzên Rêjîma Şayê Farsan, bi desteka Brîtanyayê di roja 17'ê Kanûna 1946'an de, leşkerên xwe birin aliyê Kurdistanê. Wê demê, ji bo ku xelk neyê komkujkirin, Qazî Mihemed, berdewamkirina riya xwe sparte hevalên xwe û êdî komar hate hilweşandin û Qazî Mihemed xwe radest kir piştî heyamekê jî hate şehîdkirin.
Ji wê demê ve Hizba Dêmokrat gelek hewraz û nişîv derbas kirin. Lê ev hizb qet bejna xwe li ber dagirkar natewîne û dê her di xebata xwe de berdewam be.
Partiya Dêmokrat a Kurdistana Îranê, heman hêza mezin e ku bi destpêşxeriya wê, çendîn civatên weke Kongireya Neteweyên Îrana Fêdêral û Şêwra Îrana Dêmokratîk ji bo Erebistan (Ehwaz), Belûçistan, Azerbaycan, Luristan û Kurdistanê pêk hatine. Ev, hemû hewl û têkoşînên berdewam ên PDKÎ ne ji bo pêkanîna eniyeke mezin li dijî dagirkariya rêjîma Îranê li navçeyên nefars. Lewma jî dagirkar, dujminê xwe nas dike û hewla astengkirina kongireya PDKÎ dida.
Şoreşa Jînayê jî berdewamiya heman gotara netewexwazî ye ku ev 80 sal in bi destpêşxerî û pêşengiya Hizba Dêmokrat birêve diçe. Lawan li ser kolanan digotin: "dagîrkerî Êranî, qatilî Jînamanî."
Tevî ku niha piştî 3 salan serhildan hinek sist bûye û xwepêşandanên navxwe weke berê nemane, lê belê li navçeyên cuda bi awayên ciyawaz, şoreş li dijî dagirkariya rêjîma Îranê berdewam dike.
Partiya Dêmokrat a Kurdistana Îranê ne piştî herifîna Komara Kurdistanê, ne piştî şehîdkirina Qazî Mihemed, Dr. Sadiq Şerefkendî, Dr. Ebrulrehman Qasimlû, ne jî piştî dehan caran êrîşa bi hajekan a li ser binkeyên Hizbê, bejna xwe netewandiye û dê di serhildan û xebata xwe de li dijî dagirkar berdewam be.