
Newroz û xebat bo nasnamê
N. Bêhzad Qadirî
W. Bêhzad Simko
Newroz wek cêşna herî girîng a netewî û çandî li nav Kurdistaniyan de hertim rolek karlêker û bi bandor, li berxwedana kultûrî, parastina nasnameya netewî û ji kolonîderxistina Rojhilatê Kurdistanê de hebûye. Ew cêşna ne tenê her wek rêûresmeke nerîtî, belkû wek hêmayek li berxwedan li hember siyasetên helandin û asimîlekirina kultûrî û înkarkirina nasnamê, hatiye bikaranîn.
Newroz wek hêmaya nasnameya kultûrî û netewiya Kurdistaniyan
Nerwoz yekn ji kevintirîn cêşnên Kurdan e ku ji serdemên kevnar ve li Kurdistanê de bi bilind tê ragirtin û pîrozkirin. Ew cêşna bo Kurdistaniyan, serwetir ji cêşneke kevin û adetî ye, anku hêmeyek ji berxwedan li hember siyaseta jinavbirin û înkarkirina çandî ye. Bi dirêjahiya dîrokê, dewletên navendî yên Îranê, hewla sînordarkirin an kontrolkirina cêşna Newroza Kurdistaniyan dane, lê xelkê Kurdistanê bi lidarxistina vê hilkeftê, pêdagirî li ser nasnameya netewî û niştimanî û serbixweyiya kultûriya xwe kirine.
Newroz û xebata Kurdistaniyan li hember dagîrker û dagîrkariyê
Li gelek haletan de (wek Newroza par û îsal), Newroz bûye rêûresmek siyasî û wek derfetek bo nîşandana nerizayetiya gelê Kurd li hember siyaseta tepeserkirina hikûmî ya dagîrker a Îranî bi kar aniye. Herwisa li dîroka xebata Kurd de Newroz hertim derfetek bo nîşandana yekîtiya netewî û zindîkirina nirxên netewî bûye. Her li rêûresmên pêşewazêkirin li Newroza îsal, dirûşmên netewî û niştimaniyên gelek zêde hatine dan, wek mînak li çiyayê “Caqil” a bajarê Seqizê, Xakîpoşan dirûşma “Em Jîna Bindestiyê naxwazin, em dewleta Kurdî dixwazin” dan ku ew yeka her bi xwe asta herî bilind a hişariya netewî û niştimaniya Kurdistaniyan e.
Newroz, zimanê Kurdî û berxwedan li hember koloniyalîzma çandî
Zimanê Kurdî yek ji hêmayên giring a nasnameya Kurdistaniyan e ku li serdema hikûmetên curbicurê de li jêr givaş û tepeseriyê de bûye û heta hatiye qedexekirin. Li dema birêveçona rêûresmên Newrozê, helbest, çîrok, sirûd û stranên resen û niştimaniyên Kurd têne pêşkêşkirin, ew jî alîkariyê bo zindîkirin, parastin û geşê bi zimanê Kurdî dide. Hejmarek ji nivîskar û helbestvanên Kurdistanê, Newrozê wek hêmayek bo geşedan bi nasnameya kultûrî û dijayetî digel siyaseta koloniyalêzmê dizanin.
Newroz wek hêmayeke hevgirtin û yekîtiya netewî
Cêşna Newrozê, hertim bi şêwazeke giştî û bi kom bi rê ve diçe û derfetekê bo hevdengî û yekdengî û herwisa yekîtiya li navbera xelkê Kurdistanê, çê dike. Ew piştgiriya, seha berxwedanê li dijî siyasetên koloniyalîstî, bihêz dike û xelkê han dide ku nerît, nirx û biha û nasnameya xwe biparêzin û xebatê bo bikin.
Newroz û şerê Hêmayan
Eva ku em li rêûresmên Newroza îsla de dibînin û heta sala par jî me dîtibû, şerê hêmayên Kurdistanê li dijî hêmayên dagîrkeran e. şerê hêmayan bo netewa Kurd ku ti dewletek nîne, giringiyek gelek zêde heye. Dikarim bibêjim ku hêma bo neteweyekê ku ti dewletek nîne, heta girîngtir ji wan netewane ye ku dwewlet hene. Hêma dikarin seha hogirî û yekîtiyê li navbera Kurdan li deverên cuda yên Kurdistanê û heta derveyî Kurdistanê, bihêz bikin. Ew yek bi wateya pêkanîna nasnameya bi kom û seha hevpar e. hêma dikarin wek alavek bo nîşandana hêz û berxwedana me bin. Dikarin nîşanderên xwesta netewî û nasnamexwaziya me bin û hivî û xweziyên me bo xebat li pêxema gihîştin bi armanc û mafên me bihêz bikin, lewma şerê hêmayan bo netewa Kurd(bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê), ne tenê xebatek çandî ye, belkû xebatek siyasî û xebatek bo “Hebûn” a meye.
Newroz Ii Rojhilatê Kurdistanê, serwetir ji cêşneke nerîtî ye û bûye hêmayek bo jikolonîderxistina çandî û nasnameyî. Wê cêşnê alêkarî daye me ku li hember siyasetên sepandina nasname û zimanê dagîrker, berxwe bidin û pêwendiyên xwe bi derbasbûyîê û kultûra xwe ve biparêzin. Li gelek haletan de wek niha ku em dibînin, Newroz bûye firsendek bo nîşandana nerizayetiya siyasî û nişanda daxwaziyên netewî û niştimaniyên me.