
Newroza Xakîpoşan li Urmiyê: daxuyaniya yekîtî û nasname ya neteweyî
N. Serbest Urmiye
Pêgeha cejna newrozê weke cejna herî kevnar ya welatê Kurdan, di çand û dîroka kurdan de taybet û xuya ye. Newroz, di rengeke cuda û bi rûmettir de ji cejnên kevneşopî yên din weke cejnên demsal û boneyên olî û çandî yên din, ji bo Kurdan yê bûye sergotar û sembola tevgera nasnameparêzî, berxwedan û hevgirtina neteweyî. Di dirêjahiya dîrok û hebûn de, Newroz her tim derfetek bûye ji bo ragihandina hevgirtin û vejandina nasnameya neteweyî, çandî û civakî ya kurdî di seranserî Kurdistan û cîhanê de.
Li bajarê Urmiyê ku bajarekî kevnar ê Kurdan e, ji ber ku ji ber hilkevta xwe ya erdnigarî û erdnigariya siyasî, bûye wareke pir reng ji netewe û çandên cuda, pîrozkirina Newrozê di rengeke cuda û balkeş de derdikeve. Bi xasmanî dema ku ev cejin bi têgehên weke şoreşa Çandî, pêkhatina nasname û yekîtiya neteweyî ve tê girêdan. Di vê gotarê de em dê pêgeha Newrozê di dîroka kurdan de, bi taybetî li Urmiyê û girseyîbûna Newroza Xakîpoşan, binirxînin û bandora wê li ser yekgirtin, nasname û xurtkirina bizava nasnamexwaziyê bînin ber bas.
Newroz di dîrok û çanda Kurdan de:
Newroz ji kevin ve di nav Kurdan de xwedî pêgeheke taybet bûye û cih girtiye. Weke sembola azadî, berxwedan û vejîna nasnameya netewî hatiye û tê naskirin. Ji serdemê kevin ve heta serdema nû ku serdemê nûjenbûnê ye, ev cejin bi terz û tîtalên xwe yên taybet di nava Kurdan de zindî maye û her sal pir rengtir dibe.
Newroz li Urmiyê
Urmiye wek yek ji bajarên girîng ên kurdan e ku him di warê neteweyî û çandî de û him jî di warê siyasî û jeopolîtîkê de, hertim bûye meydana parastin û nîşandana nasname û çanda kurdî. Tevî sînordarkirin û berteng kirina derfetên siyasî û civakî li ber Kurdan û her wiha hewildan ji bo bişavtina neteweyî hevdemî seranserî Kurdistanê, kurdên Urmiyê hertim ji cejna Newrozê wek derfetek ji bo daxuyaniya nasnameya xwe û nîşandana yekîtiya xwe ya neteweyî mêze kirine û pîroz dikin. Ev ceijn di heman demê de ku di rengê girêdana dîrokî a Kurdan bi ax û çanda xwe de derdikeve, di heman demê de jî dibe çepera pêşxistin û zindîkirina nirxên çandî û neteweyî yên gelê Kurd.
Newroza Xakîpoşan, Sembola Nasname û Berxwedana neteweyî
Newroza bi kincên xakî yek ji diyariya herî diyar a vê cejnê ye ku beşdarên wê bi lixwekirina cil û bergên Kurdî, hevdem tevî hebûna xwe ya neteweyî, nasnameya xwe ya çandî jî nîşan didin. Li gel pîrozkirina xwezayê, ev rêûresm li Urmiyê û tev herêmên Kurdistanê yên din dibe peyama hevgirtin, berxwedanê û pabendbûna bi nirxên neteweyî.
Aliyên cûda di Newroza Xakîpoşan de li Urmiyê
1. daxuyaniya nasnameya neteweyî û çandî: Ev rêûresm bi girseyîbûna xwe derfetek bû ji bo nîşandana nirx û çanda neteweyî weke beşdariya berfireh a gel, cil û bergên gelêrî, muzîka gelêrî û dîlanên herêmî yên ku rastiya Kurdan weke neteweya kevnar di vî bajarî de nîşan didin.
2. Xwepêşandana aştîxwazane: Newroza Xakîpûşan li hin xalên dîrokî û serdemî de weke xwepêşandaneke sembolîk ji bo selimanddina nasnameya neteweyî û bidestveanîna mafên neteweyî, çandî û selimandina nasnameya Kurdan hate lidarxistin.
3. Perwerdeya nifşa ciwan: Bi lidarxistina vê merasîmê hêlek ji bo nasîna nifşê ciwan bi nasnameya xwe ya neteweyî, dîrokî û çandî re peyda bû û beşdarbûna wan di cejna han de, hesta endambûnê di civaka Kurd di hebûna wan de xurtir kir.
Newroz wek şoreşeke neteweyî û çandî di bihkirina nasname û Yekîtîya Netewî de
Newroz ji bo kurdan ne tenê cejn e; Belkû, ew şoreşek e him di qada neteweyî û him jî di qada çandî de. Di dirêjahiya dîrokê de, di vejandina nasnameya neteweyî û hewldana bidestxistina mafên neteweyî, çandî û civakî de rolek bingehîn hebûye û heye.
Cejna Newrozê çeperê xurtkirina nasnameya neteweyî
1. Parastina ziman û çandê: Newroz platformek e ji bo pêşxistina zimanê kurdî, muzîka kevneşopî û wêjeya folklorî .
2. Bihêzkirina yekîtiya civakî: rêûresmên Newrozê derfeta hevgirtinê di navbera Kurdên ji herêmên cuda de tine holê. Weke nimûne pîstevaniya Kurdên herçar parçeyên Kurdistana parvekirî li Newroza Xakîpoşan li Rojhilatê Kurdistanê.
3. Berxwedana li hemberî siyasetên bişavtinê: Di dîrokê de gelek hêzên serdest hewil dane ku nasnameya Kurd tune bikib, lê Newroz her tim bûye faktora nûkirina vê nasnameyê.
Pirsgirêk û derfetên Cejna Newrozê bo gelê Kurd li Urmiyê
1.Pirsgirêk
1.1. Sînordarbûn ji hêla hikûmetê ve:
- Kontrol û rewşa awarte ya ewlehiyê li ser civînên Newrozê.
- Qedexekirina bikaranîna sembolên neteweyê yên Kurdî, weke ala, kincên gelêrî û muzîka folklorî.
- Hewldana guhertina naveroka neteweyî û çandî ya Newrozê û çavdêriya hikûmetê li ser.
2.1. Zextên civakî û siyasî
- siyasetên bişavtina neteweyî û çandî: siyasetênku hewil didin hêmayên neteweyî û çandî yên kurdan bilevtînin, ev yek dikare bandorê li pîrozkirina Newrozê bike.
- Nebûna piştevaniya fermî ji bo pîrozkirina Newrozê: Di deveran de ku hewil tê dan nasnameya Kurdan nemîne, Newroz weke hewceji aliyê saziyên hikûmetê ve nahê piştevanîkirin.
2.Derfet
1.2. Bikaranîna medyaya civakî ji bo belavkirina hişyariya neteweyî û nasnameya kurdî: Parvekirina wêne û vîdeoyên Newrozê û
lidarxistina kampanyayên mediyayî û çandî ji bo danasîna Newrozê li qada navneteweyî de nirxên vê cejnê bandor li ser jordebirina asta hişiyariya nifşên ciwan heye.
2.2. Xurtkirina hevkariya neteweyî û çandî di navbera Kurdên de:
Rêkxistina merasîmên pîrozbahiyên Newrozê yên hevbeş li ser asta herêmî û neteweyî, û vexwendina hunermend û kesayetiyên çandî ji bo beşdarbûna van merasîman û herwiha lidarxistina civînên çandî li dor rola Newrozê di nasnameya kurdî de, dikare alîkariyeke berçav bide pirsa han .
3.2. nasandina Newrozê weke mîrata neteweyî û çandî ya Kurdan di saziyên navneteweyî de:
Radestkirina belgeyên dîrokî yên li dor girêdana Newrozê û nasnameya kurdî ji UNESCO’ê re.
pîrozbahiyên Newrozê li welatên cuda ji bo balkişandina cîhanê
mifah wergirtin ji rêxistinên navneteweyî ji bo nasandin, parastin û pêşdebirina Newrozê li cîhanê.
encam
Newroza Xakîpoşan a Urmiyê, zêdetir ji pîrozbahiyeke kevneşopî , bûye sembola şoreşa nasandin û xurtkirina nasname û çand û yekîtiya neteweyî. Derfetek bû ji bo parastin û ji nû ve afirandina nirxên neteweyî, çandî û zindî kirina kevneşopên Kurdî û nîşandana hevgirtina di navbera nifşên cuda de.