Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Danûstandinên navbera Amerîka û Îranê û senaryoyên wê

12:28 - 28 Nîsan 2025

Rejîma Îranê ku bi salan danûstandinên tewî Amerîka red dikir û bi gotina rêberê wê rejîmê, Ayetullah Xamineyî, digotin ku danûstandinên bi Amerîka re «ne aqilane, ne jîrane û ne jî rûmetdarane ne», lê li dawiyê ku dîtin lîstika wê carê ne rengê lîstika caran dide, gelek jî minetdarbûn ku ew danûstandin destpêbikin.

Danûstandinên dawî yên di navbera Amerîka û Îranê de li Omanê, bi gotina karbidestên Îranê nerasterast bûn. Bi gotina, herdu alî di odeyên cuda de bûn û rayedarên Omanî wek navbeynkar di navbera şandeyan de peyam vediguhastin. Di demekê de ku Îranê bi zelalî ev danûstandin wek nerasterast binav kir, çavkaniyên Amerîkî ew danûstandin wek rasterast binav kirin, ku hindek lihevnekirin li ser cewherê peywendiyan nîşan dide.

Ligor nûçeyên medyayan, mijarên sereke yên ku di van danûstandinan de hatine gotûbêj kirin ev in:

Bernama navokî ya Îranê: Amerîkayê nîgeraniya xwe ji zêdekirina meyandina Oraniyomê ji aliyê Îranê ve nîşan da û hişyarî da ku eger Îran bi 90% dewlemendkirina ku asta pêwîst bo berhemanîna çekên navokî ye, ew yek nayê pejirandin. Ewa li demekê de ye ku asta meyandina Oraniyomê ku di danûnstandinên berê de hatibû qebûlkirin, 3,67% bû. Rayedarên Amerîka bi caran anîne ziman niha ku Îranê Oraniyom heta asta 60% meyandiye, ew yek tenê bo armancên çekdarî ye.

Nakokiyên herêmî: Gotûbêjan herwiha bandora Îranê li ser hevalbendên wê yên herêmî û grûpên tundajo, wek Hizbullah, Hûsiyên li Yemenê û komên milîs ên li Iraq êxistin ber bas. Amerîka  nîgeraniya xwe li ser potansiyela zêdebûna tundûtûjiyê li herêmê nîşan da. Ew yeka li aliyê zaf welatan ve bi tehdîd û hêriş li ser ewlehiya cîhanê û bi xasma di meydana aborî tê zanîn.

Ev danûstandinên li Omanê beşek ji pêvajoya berdewam ji bo kêmkirina rageşiya di navbera her du welatan de ye. Li gel ku ji ber krîzên herêmî demên berê yên danûstandinan qut bûbûn jî, her du alî îradeya xwe ya ji nû ve destpêkirina diyalogê nîşan dan, dema ku rejîma Îranê zanîn ku wê carê rêyek wan nîne û egera hêriş bo ser Îranê û hiloşandina rejîmê li her demekê zêdetir e.

Gera din a danûstandinan destpêka vê hefteyê li Romayê pêk hat û Oman hîn jî wekî navbeynkar tevbigere.

Ger danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de têk biçin, çend senaryoyên muhtemel hene ku pêşbikevin - hin ji wan pir bi tehlûke û giran in.

Zêdebûna metirsiya rûbirûbûna leşkerî

Amerîka û Îsraîl berî niha îşaret bi wê yekê kiribûn ku ewê rê nedin Îran çekên navokî çêbike. Eger danûstandin bi ser nekevin û Îran heta asta 90% dewlemendkirina Oranyumê (kapasîteya pêdivî bo çekên etomî) bidomîne, îhtimala êrîşên leşkerî li dijî navendên Etomî yên Îranê zêde dibe.

Ev yek dikare bibe sedema şerekî herêmî, nemaze eger Îran bî êrişkirina ser berjewendiyên Amerîkî an Îsraîlî rasterast an bi riya komên niyabetî ve bersiva wan êrişan bide.

Egera bikaranîna komên niyabetî ji aliyê Îranê ve:

Bandora Îranê li ser komên wek Hizbullahê li Lubnanê, Hûsiyên li Yemenê û milîsên cuda yên Şîe li Iraq û Sûriyê heye.

Ger danûstandin têk biçin, Îran dikare êrîşên alozker li herêmê zêde bike – wek nimûne li dijî baregehên Amerîkî, keştiyên li Kendavê, an jî armancên Îsraîlê. Amerîka ditirse ku Îran van koman ji bo zêdekirina zextên leşkerî û siyasî bikar bîne. Bo pêşgirtin li wan senaryoyan be jî, Amerîka û Îsraîl dibe plana wan bo hêrişa ser Îranê, bo pêşgirtin li tehlûkeyên wan hêzên niyabetî hebe.

Krîza navokî ya tevahî

Ger Îran bêyî çavdêrî û sînordarkirina bernameya xwe ya nuklerî berdewam bike, ev dikare bibe sedema qeyranek navokî ya wek li Koreya Bakur - ku civaka navneteweyî hêza bersivdana wê nebe.

Ev dê bibe sedema bertekên ajansa navnetewî a enerjiya etomî (IAEA), Yêketiya Ewropa û welatên cîran (nemaze Erebistana Siûdî ku dibe ku ji bo hevsengiya hêzê bi destxistina çekên xwe yên nuklerî xwe re bikin armanc û bikevin nawa kêberkêya çekên etomî).

Sizayên dîplomatîk

Amerîka û Ewropa dikarin bi cezayên aborî yên din bersivê bidin, ku dê di encamê de zirarê bide aboriya Îranê ya jixwe tengezar bûyî.

Di heman demê de, Îran dê hewl bide ku têkiliyên bi Rûsya, Çîn û welatên din ên ku ji bandora rojavayî bi guman in xurt bike - ku dikare bibe alîkar ku di jeopolîtîka cîhanî de bloka nû ava bibe. Hevpeymaniyên stratejîk yên Îran-Chîn û Îran-Rûsya ewa demeke hatine avakirin. Ew yeka jî derdixe ku Îran gelek bi plan û tehlûke xwandinê bo stratejîya xwe dike û ew yeka dikare pêşeroja peywendiyên navnetewî bêxe astengiyên mezin.

Veger bo stratejiya "zexta herî zêde" anku hêrişa çekdarî

Ger danûstandin têk biçin, rêveberiya Trump dikare vegere guhertoyek "zexta herî zêde" bi armanca hilweşandina rejîmê û êrişa ser Îranê. Li ber ku ew hevpendiya navbera Rûsya û Îranê de, hatiye ku di dema hêrişa li ser her yek li wan, ew welatê din berewanî yê nake.

Êrişa Amerîka yan Îsraîl bo ser Îranê dikare bibe sedema aloziya navxweyî li Îranê û zêdebûna nerazîbûna gel, lê di heman demê de dibe sedema bersivek hîn bêtir otorîter a rejîmê. Lê ew yek nikare rejîmê xilas bike û xelk dikare rejîmê hilveşîne.

Her alozî û zextek bo ser rejîma Îranê, bandora xwe li ser Kurdan jî heye û dikare hem derfet û hem jî xeterên xwe hebin. Li encama wan nakokîyên niha di navbera Amerîka û Îranê de, eger ew danûstandin ser nekevin, îhtimala zêdetir leşkerîkirin û çavdêrîkirin li deverên kurdî ji aliyê Îranê ve heye. Rejîm pir caran ji serhildanên kurdan di demên krîzê de ditirse û bi zordestiya zêde bersivê dide.

Eger zexta ser Îranê zêde bibe, yê carek din rejîm bo çawtirsandina xelkê, dest bide girtin û binçavkirina xelkê û bi xasma di nava neteweyên bindest de. Li ber ku rejîm her gav wan neteweyan bo xwe xeter dibîne.

Derfet û metirsî li ser opozisyona Kurdî: Eger rejîm bi awayekî berçav lawaz bibe, dibe ku derfetek bo kurdan were pêş ku bikarin Rojhilatê Kurdistanê rizgar bikin. Lê ji bo vê yekê serkirdayetiya kurdî ya bihêz, yekgirtî û rewa hewce dike – tiştekî ku di qada siyasî ya perçebûyî ya îroyîn de dijwar e.

Bala navneteweyî

Têkçûna danûstandinan û zêdekirina balkişandina li ser mafên mirovan li Îranê jî dikare daxwazên Kurdan di forumên navneteweyî de zêdetir bide xuyakirin.

Encam

Kurd dibe her gav bo hemû senaryoyan xwe hazir bike û li gor wan bername û planên xwe hebin. Kurd wek aktorek xwedî bandor, dibe cehdê bike ku li ser rewşekê de, xebata xwe pêş bêxe û bêyî ku çarenivîsa xwe bi pirs û nakokîyên dewletên din bi Îranê re girê bide, wan derfetên ku têne pêş di berjewendiya xwe de bikar bîne. Bo wê hindê jî erkê rêberîyê erkek qurs e û tenê rêberiyek xwedî plan û jîr dikare bin barê wê erkê de serbilind derkeve.