Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ji Newroza Kurdistanê, heta pênûsa Omanê

12:31 - 28 Nîsan 2025

Pêşgotin

Dagîrkarî êdî ne tenê di rêya leşkerî û danîna sînorên siyasî de dimeşe; belku hevdemî modernîzmê, pêngavên bilindtir havêtine û di asteke berfirehtir û di rengê “desthilatdariya çandî” de derdikeve. Armanca dagîrkariya nûjen kirî tenê ax û semyana gelan nine, belku hizir û raman, dîrok û ziman û bi tevahî sembolên neteweyî dagîr dike. Ji dest bi ser de girtina govend û cil û bergên kevneşopî ve bigire heya tevlîhev kirin û ji nû ve pênasekirina cejin û xwedî derketin ji hêmayên siyasî û neteweyî yên gelên din, berhem û armanca  desthilatdariya çandî di pêvajoya dagîrkariya nûjen kirî de ne.

Du mînakên pêvajoya dagîrkariya nûjen kirî ên ku di van salên dawiye de zêde balkeş in, yekem hewildana sîstematîk a tunekirina nasnameya neteweyî ya Newroza Kurdistanê û ya din jî dizîna pênivîsa danûstandinên nerastewxwe yên rejîma Îran û Amerîkayê li Omanê ji aliyê Kazim Xerîbabadî ve ne. Di nihêrîneke savîlke de, dibe ku ev her du mînak bi hev ve nehên girêdan, lê di nihêrîneke felsefî de, her du jî berhema lojîkekî hevpar  in: xwedî derketina bêyî dahînan, dane xuyakirina bêy bingeh û mîratgiriya bêy bê mîrat.

Newroz, Cejneke kevneşopî yan daxuyaniyeke şaristanî?

Cejna Newrozê ku di dîroka şaristaniyeta mirovahiyê de yek ji kevintirîn cejnên naskirî ye, ji çavkaniyên Zagros’ê diherike. Her çend ku di çîrokên bê bingeh ên şahnameya Firdewsî ye Farids de, hewil hatiye dayîn ku ji esil û bingeha xwe were dûrxistin û aloz kirin, lê di esla xwe de Newroz, daxuyaniya şaristaniyet û semola sereke ya nasnameya neteweyekê ye ku serbarê zext û siyasetên bişavtina neteweyî û hewlên berdewam ji bo bê naverok nîşandana wê, ew wê bi nîşana hişiyarbûn û yekîtiya xwe li hember dagîrker de penase dikin.

Pêvajoya alozkirin û dagîrkirina Newrozê

Herçend ku Cejna Newrozê di Komara Îslamî ya Îranê de wek e“cejna neteweyî” hatiye nasandin, lê belê di pênaseya fermi ya rejîmê de ji nasnameya neteweyî û herêmî ya rastîn hatiye vala kirin û di rûmeteke sexte û derevîn yê hikûmetî de tê nîşan dayîn. Ji Zagrosê sêvî kirine û navê Kurd û Kurdistanê li ser hatiye rakirin.

Dizî û dagîrkariya han di medyaya giştî ya rejîmê de û bi lidarxistina gellek bernameyên bê naverok û pûç, hatiye fermi kirin û ji bo dest bi ser de girtina Newrozê û bê îradekirina ziman û hêmayên neteweyî yên Kurdî di afirandin û xwedî derketina Newrozê de, hemû hewilek tê dayîn.

Demekê lojîka dagîrkeriya çandî xwe bihêztir nîşan dide ku di doma pêvajoya han de û ji bo dest bi ser de girtina Newroza Kurdî, 800 bi nav ronakbîr û dîroknasên Îranî, hayîdariya metirsiyekê dane rejîmê. Di ramana wan de birêveçuna Newrozê li Kurdistanê û bê dengiya rejîmê, gefan li ewlehî û yekîtiya neteweyî ya Îranî dike û nasnameya cuda û herêmî diafirîne. Li gor dîtina wan, Newroz ji cejneke mezin a neteweyî ya Îranî yê bûye rê û resmeke biçûke etnîkî, eşîretî û herêmî. 

Ji agirê Newroza Kurdî heta pênivîsa Omanî, ramanek û  tevgerek

Di heyamê yekemîn danûsitandina ne rastewxwe ya rejîma Îran û Amerîkayê di hefteya derbasbûyî de, Kazim Xerîbabadî, cîgirê wezîrê kar û barên derve yê Îranê, di pêngaveke naşaristanî de, pênûsa dîplomatîk a dewleta Omanê dizî û bi xwe re anî Tehranê. Ev kiryar, di demeke kurt de di medyayên cîhanî de hate şermezar kirin, lê di medyaya aliyên tundajo yên rejîmê ve li nava Îranê de weke “şanazîya neteweyî” hate vexwandin. Lê ya ku hate paşguh xistin, faktera veşartî ya vê tevgerê bû: dagîrkirina  sembolan bêyî beşdariya rastîn di pêvajoya afirandina wan de.

Xerîbabadî, ne endamê serek yê şanda danûstandinê bû û ne jî roleke navendî di wê civînê de hebû. Lê bi hilgirtina pênûsa han, di rastî de peyameke girîng da raya giştî:”   Heke hêza pîrozkirina çewtî û şaşitiyan li pişta te be, tu dikarî bibî xwediyê hemû tiştekê”. Çawa ku Newroz ji gelê  kurd tê dizîn, dema medya, hêz û dezgehên fermî di destê wan de bin.

Dagîrkirina çandî, Xwedîderketina bê afirîner

Dagîrkariya çandê hewil nade ku rêya tunûtîjiyê bide pêşiya xwe. Belku, di rêya medya, ji nû ve nivîsandin û berevajîkirina dîrokê, tunekirina zimanên neteweyî û fetisandina çanda gelan de dimeşe. Bi wî awayî çanda dagîrker dibe xwediyê tiştekî ku bi xwe berhem neaniye.

dizîna Newroza Kurdan mînaka zelal a vê pêvajoyê ye. Çawa ku Xerîbabadî ne xwediyê pênivîsa danûstandinên Omanê bû û ne jî ev berhem anî bû, cejna Newrozê jî ne berhema îdeolojiya olî ya rejîma Îranê ye û ne jî dikare bi vegotina çîrokên bê naverok ji nû ve bi terzê faşîsm û ronakbîrên Îranî were pênasekirin.

Encam: Rastî nahê dizîn

Hem Newroz û hem jî pênûs du hêma ne. Yek hêmaya dîrokî û neteweyî, ya din jî hêmaya dîplomasiya cîhanî. Lê di herduyan de, rastiyek hevpar heye: hêmayên bê bingeh tenê emrazên destan e.

Çawa ku heke pênûsa han di danûsitandinan de rola xwe tune be, tenê pênivîs e, Newroz jî bêy neteweya Kurd ku  hertim ew zindî ragirtiye, tenê rojek e di salnameyê de.