
destpêk
Tevgera netewî-giştî ya Rojhilatê Kurdistanê li pêvajoya geşekirinê de, mijûlê pêkanîneke nerim a aşîtîxwazaneya civakî de xwe wek pêkhateyek taybet bi mîratek dîrokî, siyasî, çandî û zimanî ve xwe dide xuya. Ev netewa bi pêkahateyên nasnamexwaziyê bi rêûya berhemanîna zimanî, devkî, hunerî, nîşandan û dîtinî li panatiya zimanî-cografî ya Kurdistanê de xwe da xuya. Li roja 17ê Xakelêweya 1404 a Rojî de zêdetir ji 800 binav zana, hunermend, nivîskar û lêkoler û akademîsiyenên îranî li daxuyaniyekê de “Huşdarî” bi rêjîmê dan û rewatî bi serkutkirina Kurdan li rûpele nû ya ragihandin a “huşdarîdan”ekê de bi desthilata hikûmî dan û ev pêkhateya netewî û giştiya Kurd bi taybet li Newroza îsal de bi “qaurixkirin a hilkefta Newrozê ji aliyê taqimek” de binav kirin û bi etnîkîkirina hilkeftên civakî “wek gef û metirsiyek bi ser desthilatê, baladestiya zimanî û siyasiya xwe anîne hisêb. Li vê daxuyaniya şqaş de jî, bi wêjeyeke regezperestane ya tejî sivikatî û gefa hikûmî li riwayet-şerîyet kevtiya îslamiya îranê bo serkutkirina vê xwenîşandana civakî, êmin û aşitîxwazane gerim kirin
Kakila daxuyaniya bi gef
Li jêr navê “Pêşewazîkirin li Newrozê” ve bedbextane pêka hinek wêneyên belavkirî li parêzgehên rojava û bakûrê rojava lewane Kurdistan, ewê wek pêşewazîkirinek li Newrozê diqewime, şikandina Newrozê ji çêşneke mezin a niştimaniya îranî bi hilkefteke hûrdegeliya etnîkî, eşîretî û deverî û “mafê sirûştî” û “mafê bajarwedî” ya bajarwendiya îranî wek “mafê etnîkî” binav kirine û “li ser tayeke vê rûniştine û bilindahiya vê dibirin” ji esla 15 a yasaya bineretiya îranê derketine û bûne sedema “lawaziyta zimanê netewî û fermî yê îranê anku zimanê şaristaniyetî dêrîn, maqûl(Necîb” û bi tîpên farsî!!!
Ew kurtenivîsa serî, li risteyên pêkhatî ya deqa davuyanuiya gefxwarin a wan koma destbijêrkiriya Îranî ye ku wek xwe hatine nivîsandin.
Xuyakirina îdeolojiya zimanî li çarçoveya çandî û civakî de
Wek xalek bo baskirinê, tê gotin ku li serdema dagîrkirina Çekoslovakiyê ji aliyê yekîtiyûya Sowiyetê ve, kesek wek nîşandana nerizayetî, parçe kaxezek sipî ku ti tiştek li ser nehatibû nivîsînê, bilind kiribû û li hember hêzên Sowiyetê de sekinî bû, piledarekî Sowiyetê ço pêş û pê re got, ew çiye, kanê peyvên vê, bo ti tîştek li ser nehatiye nivîsandin, wî kesê Çêkî, pêre got: “Hewceyî bi nivîsînê nîne, hemû tişt rohn e”. Li vê daxuyaniyê de jî wan bi rohnî gotine ku wan ji pêgeha hêzê ve bi zordariyê dixwazin xwe bi ser me de bisepînin û bi serastî jî li wî cihî de em li hember desthilata wan ya xwesepên de sikirine. Wan li pêgeha desthilatê ku piştevaniya hemû damezraweyên hikûmî jî li pişt wan sekinîne, hêj hawara jinavçona ziman ji wan bilind bûye. Ev yeka jî dide xuya ku pirsa ziman, bi çi qasek siyasî ye û bê berçavgirtin a hêza civakî û siyasî, nayê çareserkirin. Rastî ev e ku ti çareseriyeke siyasî û dariştina planeke zimanî nabe bi şêwazeke obcektîv li derveyî desthilat û îdeolojiyê bi veqetiyan ji hevrkiya hêzên civakî û siyasî bê çareserkirin û bighîje qonaxa vekheviya civakî.
Ev daxuyaniya gefxwarinê, hilgirê her 2 curên îdeolojiyên zimanî ye: anku hem ew cure îdeolojiya ku bi rêya kod an pêkhateya riste û peyvên zinam ve têne nîşandan û hem hilgirê curek îdeolojiya zimanî ye ku ji waê ziman ve ve, her bi xwe ye, anku biryar li derheq sînor, erk û çawatî û şêwaza bikaranîna ziman li pêwendî digel axivînerên vê de dide.
Ew cura duyem a “Îdeolojiya ziman li warê exlaqî û siyasî ve nîşandaneke xwecihîkirina sirûşt, pêkhate û bikaranîna ziman li cîhaneke bi komel de”(Irvine 1989) ku pêwendî bi “çanda zimanî” ya civakan ve heye û ziman wek nûnerê civaka bikarhêînerê vê tê dîtin, anku pirsgirêk digel zinamê vê nîne, belku pirsgirêk digel bikarhêner û axivînerên vê vê hene. Lewma “Ziman wek pirsgirêk” tê dîtin. Pirsgirêkek bo vê desthilatê ku bi rêya pirîstîj anku hitbara zimanê xwe ve bi ser bindestkiriyên xwe de sepandiye. Civak bi hemû curên xwe ve xwediyê îdeolojiya zimanî ne. civak li perwerdekierina zarokan, karên rojane û dijheviyên li navbera kesan de li hevrkiya li navbera hilkeftan û siyasiyan de, bandora îdeolojîka ziman bi ser wan de heye. Nîçandana îdeiolojiya zimanan hem bi rêya endamên asayî yên civakê û hem bi rêya damezraweyên fermî û êtîtan ve ên wek zanayên akademîk ve têne erêkirin û cîbicîkirinê.
Deqa vê daxuyaniyê, mînakek ji “kultûra zimanî” ya wan hilbijartiyên wek nûnerê netewa serdest, neku “mafê etnîkî” jî bo netewên bindestkirî bi rewa nabînin, belku bi gef û metirsî bi ser “zimanê şaristaniyet, dêrîn, maqûl(necîb) û bi tîpên farsî dihesibînin. “Kultûra zimanî” li pênaseya sînordarkiriyan ziman de anku peyv û rêzimanê wî zimanî de nîne, belku li cihek li agehdarî(li bîranînan, zanîna hevpar, an xeyal û hizrîna vê) ya komên zimanî de ye(Schiffman 2006). Bi giştî ew tiştane wek lêhûrbûnek li warê ziman ve ser bi çanda zimanên îdeolojiya zimaniya wan jî li wir ve seî hil dide, dide xuya. Çanda zimnaî ya wan hilbijartî anku destnîşankiriyên nûneratî ya gotara netewa serdest dike ku li serdema çendîn kultûrî û çendîn zimanî de bi rêzekirina peyvên nirxpêdayî yên “zimanê şaristanî, dêrîn, maqûl û bi berxêr” bo zimanê farsî, zimanên din dêxe pileyeke nizimtir de û bi rêya zimanên bikêmînekirî ve hêcetan bo jêrdestkirina axaftinerên vê çê dike û heta li hindek beşên din de daxuyaniya xwe de komên civakê ku bi tenê bo ser nerîta çandî û dîrokiya xwe kom bûpne û keyfxweşiya xwe didin xuya, bi cudahîxwaz binav dike, da ku li jêr navê vê yekê de rewatiyê bi serkutkirin û tepeserkirina vê bide. Helwîsta tepeserkaraneya wan kesan, nûneratiya gotarekê dike û çandeke zimanî ye, çimkî li çarşoveyeke çandî ve serî hil dide û nikare li vê kultûrê de ku li civakê de wek mîrat bo maye, jê qut bibe. Ev perwerdeya 10an sale ya perwerdeya damezraveyên dewleta neteweya zal li piş wan e, pişta wan bi hêzê germe û li pêgeha desthilataraneya ji serwe bo0 xwarê digel netewên bindestkirî, reftarê dike.
Desthilata welatê “çendîn netewî” an welatê “çendîn etnîkî”
Neku her li Îranê, belku li hemû parçeyên dagîrkirî yên Kurdistanê, Kurd û zimanê vê, nabin pêkhateyeke”etnîkî-çandî”, ku li cura “civaka kêmîne li şêwza jîngehparêzan an regezxwaziyan” de bê polênkirin. Nabe ku li şêweya komên zimanî yên kêmîne Koçber û belavbûyî li welatek wek Amedrîka an Ewropayê bêne dîtin ku bi daxwazî an bi sedema neçarî, penah bo wan welatan birîne û naçar in digel ziman û çanda wan welatan bisazin û dewletê jî ti pêbendiyek bi dabînkirina mafên kultûriyên giştî û takekesan nebe. Ewên ku Kurd bi vê şêwazê pêlên dikin û li jêr navê “metod a nû” de banghêjiyê bo vê dikin, li rastiyê de mijûlê revîn bi pêşve ne, ber bi heliyan û asimîlebûnê ve diçin. Ew pêkhateya ev e ku wek “Kîmlîka”(1995)ê de dibêje, bizanin çawa pênaseya “welatekî çendîn zimanî” dikin. Hewce ye bizanin ku çendîn zimanî ku li nav welatekî çendîn netewî de ye an li welatekî çendîn etnîkî de ye. Banghêjiya Kîmlîka bo reftarkirine vekhev digel zimanan, li ser vê binyatê hatiye avakirin ku guherîne her nevekheviyek bo derfetek “baş û vekhev” nabe bi hilbijartiyên take kesên berketiyê vê nevekheviyê ve bê girêdan
Wek mînak, li derheq gelê Kurd de em li rewşeke nexwestî de ne û bi neçarî kevtine nav vê rewşê ku nevekiheviya derfetên hilbijartinê û destpêregihîştin vê çê kiriye. Bi vê sedemê, dema hilbijarti9nekê dikin, dibe berpirsayetiya encamên wan hilbijartinan li stu bigrin. Lewma ev nikare bo kesekî Kurd rewa be, çimkî mafê xwedîderketina ji ax, ziman û destrhilatarî bi ser civakê de bi rêya dagîrkariyêî ve ji wan hatiye standin; Lewma, teoriya “civaka demokratîk” an eva ku li daxiyaniya binav êlîtên îranî de jî bi navê “mafê sirûştî” an “mafê bajarwendiya Îranî” hatiye, li wî warî de dişile ku li pêgeha tak û nûneratiya “civaka serdest” ve “ civaka dûrxistî” bo vê radikêşe ku dest ji avakirina desthilatê berdin ku nekare li hember desthilata wan de bisekine. Bi awayek giştî û bi taybet li asimîlasiyonên li Tirkiye û Îranê, wa hizir dikin ku tişteke dadperwerane ye ku wek axîwera civaka zimanê Kurdî li Kurdistanê ye jî, bi vê pêkê, koçberên Kurd û nerewên din li welatên derve ku bi azadî ew welat(welatê Ewropî) hilbijartiye, pêbend bi zimanê wan jî ne, ewan jî biryara “tekekesbûn”a azad hebûne û hene û erkê welatê wan nîne ku piştevanî li çalakiyên vekhev li zimanê axêwera Kurd an netewa din jî bike.
Lewma, hewceye ku li navbera welatên “çendîn netewî” û “çendîn etnîkêî de cudatê bê danîn, welatên wek Îran, Îraq, Tirkiye û Sûriyê, welatên çendîn netewî anku “Multi National” in ne çendîn etnîkî anku “Multi Ethnic”, çimkî bi rêya telihevbûna du an zêdetir a netewên ku pêştir hebûne (bi rêya dagîrkirin û tevlêkirin a yekgirtina xwexazane” we hatine komkirin(Kimlîka1995) ku dewlet dibe pêbendê parastin a mafên wan, çi bi şêwayeya bi kom an bi şêwaya tak bin û cuda bin li welatên çendîn etnîkî, ku li ser binyata hilbijartin a teke kesan li encama koçberiyên biçûktir de hatine avakirin. Lewma ew banghêjî ya pêkhateyeke netewî wek Kurd, wek derketiyeke civakî dinirxîne û kêlera bi desthilata dagîrker dide nîşandan bo vê ku li ser binyata pêşegerên rewadîtin a nasyolaîzma neteewa serdest li çarçoveya dewleta demokratîkn de ku civaka serdest ava kriye, ji revîn bo pêşve de Kurd bi têdeçoneke xwexwezane ve dibe. Çimkî pêşwext de pêgeh, hêz û derfet û desthilata aborî û teknilojiyia Tirk-Fars, erê kriye û w3a hizir dike li ber pevrejiyana dîrokî ya gelê Kurd digel wan de hewcehî bi heta rêçareyeke çandî jî nake, çimkî ew ji nasyonalî,zma tundajo li ser hatiye avakirin. Ev yek li halekê de ye ku her ew cure mêzekirin, encama tirs li siyasîbûna ziman ve hatiye, pirsa çand û ziman dike pirsgîrêkek siyasî-civakî û tepeserkirin û lempoerdanîn dibe hêcet, her wek li deqa daxuyaniyê de hatiye, lewma wek rêçare û derhavêtina desthilat û îdeolojiyê li hilkeftên civakî de ku pêşwext hene, bi desthilata netewa fars pêşniyar dike, bi lezgînî her bi xwe nîmçe azadiyekê bi Kurd bide û jê netirse, çimkî hewcehiyên jiyanê, zimanê xwe çê dike û ti tîşkek bi navê pirsgirêka zimanî û nasyonalîzma tundajo û civaka dûrxistî, namîne. Ecêb e ku ew dîtingeha her bi vê lojîka nasyonalîzm a netewa serdest bi rewa dibîne û ji peyva cirîsoka “ dewleta demêîkratîk” de reng dide, her bi vê lojîkê jî, nasyonalîzma netewa bindestkirî bi rewa nizane û bi pareman, dije jin, mêrsalar û gelek navên xirabtir, tometbar dike.
Encam
Li dawiya vê daxuyaniyê de, êlît ji hikûmeta xwe wek dezgeha birêvebirênê razî nînin û bi nepirsporiyê tometbar dikinî ku li rewşa perîşan a welatê wan de li tepesderkirina kurdistanê de xemsar bûne. Herwisa gazinde dikin ku bo berpirsên îdarî yên parêzgehên Îranê, li Xûzistan, Kurdistan û Azerbaycanê bi zimanê fermî naaxivin. Ev bi xwe nîşanderê vê rasiyê ye ku bi tenê dewlet û dezgehên dewletî nînin ku dikarîn tepeserker bin, belkû êlît jî ku perwerdeyê çarçoveya çandî, zimanî û civakiya civaka serdest in, dikarin bi sedema alavên serkta dewletî bibin bi destpêkerê tundûtîjiya meirîfî an handerê serkutkirina tundîtîj a netewên bindestkirî bin. Ew yeka li halekê de ye ku pirsa ziman û çandê jî li welatên çendîn zimanî û çendîn netewî wek Îranê de bi hêza naskirina siyasî û civakî û axêwerên vê ve girêdayî ye. Lpê êrîşkirina zimanî û gotarî ya êlîtên netewa desthilatdar, hêcethêner û rêxweşkerê her cure êrîşkirinek û tepeseriyeke bi kiryar û fizîkî bo ser netwa Kurd e û bervajiyê reftara nerima aşîtîxwazane, şad bû bi germ û dijî tundîtêîkiya li Rojhilatê Kurdistanê û mafên vê yên mirovî ye. Û hewldanek bo bo çavtirsandin û serkutkirina netewa me ye ku li rû de bi reftareke tundîtîjane ya “darbidestên rêjîmê” li bajarê Urmiyê de xwe da xuya. Lê rastî ev e ku ew şêwaza gotarî, nîşanderê tirs û revîn li derza netewan e ku ji rastiyeke dîrokî, çandî, siyasî û civakiyê ve tê û lawazî û binyata çawatiya çeqa desthilata tak a netevî ya dewletên dagîkerên Kurdistanê, ew tirsandine û “tirs ji Kurd” çavê rastîdîtin a hindek êlît û akadêsiyanan jî girêdaye. Netewa me hewcehî bi serketin bi ser cudatiyên îdelojîkî û berjewendî yên hizbîyên berçavteng de heye, herwk çawa mijîlê xwerêkxistinkirinê ye û bi şêwazeke giştî ya serdemiyane xwe dide nîşandan, ew cudatiya idelojîkî nya berjewendîxwazaneyên hizbî û taqimane bi mentiqek zîreka giştî û bi kom a xwe de bihelîne û hemûyan bike bi hêza bizvêpner a tevgera aşîtîxwazaneya xwe.