Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurd û bilindragirtina yad û navê şehîdên Kurdistanê

12:30 - 6 Nîsan 2025

Kurd û bilindragirtina yad û navê şehîdên Kurdistanê

N. Bêhzad Qadirî

W. Bêhzad Simko

Newroza îsal yek ji taybetîtirîn û cuda ji hemû Newrozên din ên dîroka Kurd û Kurdistanê bû. Zêdetir ji heyvekê ye ku li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de rêûresmên Newrozê bi şêwazek bi şan û Kurdane bi rê ve diçin. Meydanên hilkirin a agirê Newrozê, bûne meydanên nasnamexwazî û şerê hêmaya Kurdistaniyan bi dijî dagîrker û dagîrkariyê. Xelk bi rengê axê, tekezî li ser vê av û axê dikin û dirûşma “em jîûna jêrdestî naxwazin, em dewleta Kurdî ndixwazin”, didin. Ji Îlam û Kirmaşanê ve xwedîderkevtin ji Urmiya dilê Kurdistanê radigehînin û ji mako û Selmasê ve peyamna “Simkoyê Şikak” digihînin bi başûrîtirîn xala Rojhilatê Kurdistanê.

Bervajiyê resmên salanê pêştir ku rojên dawî yên demsala Zistanê û Reşemê de agirê Newrozê dihate hilkirin, piştî şoreşa “Jîna”yê û li wan du salane de rêûresmên Newrozî, heyama heyvekê berdewam bû û wa tê pêşbênîkirin ku li salên bê de jî her bi vê şêwazê be. Lê li wir de nabe xaleke gelek giring ji bîra me here, ew jî kevtina 2 hilkeftên tal û nexweş in ku li dîroka gelê me de dikevin nav rêûresmên Newrozî yên Rojhilatê Kurdistanê, yek rêkevta “16ê March” ku sala 1403 a rojî de beranber bi 26ê Reşemê û sala 1404 de beranber bi 25ê Reşemê, salvegera kîmiyabarana Helebçê li Başûrê Kurdistanê ku zêdetir ji 5 hezar Kurd, ji aliyê rêjîma herifî ya Beisê ve hatine şehîdkirin; Rêkevta din 10ê Xakelêwe ye ku salvegera bidarvekirina a yekem serkomarê Kurdistanê “Pêşewa Qazî Mihemed” û hevrêyên wî ji aliyê rêjîma herifî ya Pehlewî ve ye.

Em gelê Kurd, netewek şa ne û çand û kultûra me wek sirûşta me, rengreng e. Vê yekê jî karlêkerî bi ser şêwazên dîlanê li nav Kurdan de kiriye anku bo nîşandana xweşî û şahiya xwe, dîlanê nakin belku, dîlana taybet bi şer û taziyan jî me hene. Dema xwe û bi dirêjahiya dîrokê, dema ku bavkalkên me li şer de dujmin dişkadin, govendk girêdan didan û dîlaneke taybet bi şer dikirin; Herwisa li dema şîn û taziyan de jî dîlaneke taybet bi xwe me hebûye ku renge niha li hinek deveran de wek resim, mabe. Lê bi giştî, kultûra Kurdî ji çanda girî û taziya berdewam bervajiyê kultûrên derdora me, bi dûr bûye, hekî gundên Kurdistanê wek mînak berçav bigirin, malê wa hebûye ku daweta wan hebûye lê bi sedema vê ku cîran an hevgundiyê wî tazî hebûye, bo rêzgirtin ji vê malbatê û bi hebûna exlaq û camêriya Kurdî, daweta xwe bi paş xistiye û piştre jî li ser îzna xwdiyê taziyê daweta xwe lidar xistine; Lê Newroz ji wan hemû mijaran, cuda ye, Newroz cêşneke netevî, kevnar û dîroka Kurd û Kurdistanê ye û hêmaya nûbûn û nasnameya me ye. Kurd li nexweştirîn demên dîrokê, agirê Newrozê her hilkiriye da ku bide selimandin qet serî naçemîne û heta Kurdek mabe, ne tenê Kurdistan dê her bînîne, belkû agirê Newroza Kurdewarî jî her hil bike.

Wek mînak, dema ku li 16ê March ê de li Başûrê welatê me de yada Helebçê tê bilindragirtin,  ne civan e û ne deigel exlaqê me yê Kurdiniya me li Rojhilat de bi erênê tê dîtin ku bê pîşewazî, li Newrozê dîlanê bikin û şahiyê lidar bixin. Herwisa biryar jî nine ku taziyêî lidar bixin. Em jî wek xelkê Başûrê Kurdistanê, xwdiyê şehîdên Helebçê ne lê netenê xwdiyê şeghîdên Helebçê ne belku xwdiyê hemû şehîdên doza rizgariya Kurdistan li hemê beşên Kurdistanê ne, ku wa ye, an rêûresma Newrozê bi rê ve nabin an hekî me bi rêl ve bir, dîlanê nakin û bi tenê agirê Newrozê hildikin û bi cihê starên şayiyê, sirûdên niştimanî disitrînin û bi hilkjirina şemal û bilindkirina wpêneyên şehîdên Helebçê, yad û navê wan bi bilind radigrin û peyama yekîtî, hevxemî, û hevxwîniya xwe xwe bigihînin xwîşk û baryên me yên li Başûrê Kurdistanê. Eva bi xwe jî peyamek bi dagîrkeran e ku sînorên destkirdên wan, qet nikare me ji hev biqetîne.

10ê Xakelêweyê jî li Rojhilatê Kurdistanê bi roja “Şehîdên Kurdistanê” hatiye navdêrkirin, ev roja, salvegera bidarvekirin a “Pêşewa Qazî Mihemed” û hevrêyên vî( Seyf Qazî û Sedir Qazî) ji aliyê rêjîma herifî ya pehlewî ve ye. Ti rojek li salnameya Kurdistanê de nîne ku me li vê rojê de şehîd nedabin, lê ev roja cuda ji rojên din e, vê yekê jî çendîn sedem hene; Yekem ev e ku “Pêşewa Qazî Mihemed” kesasyetiyek Hizbî an deverî nîne, belkû zêdetir her çarçoveyek hizbî, hizrî û îdeolojiyekê, kesayetiyek niştîmanî û netewî ye, avakerê yekem Hizba modern a Kurdî û yekem Serkomarê Kurdistanê ye û niha jî bi sedan hezar kes li ser rêbaza vî bi şêwazên cuda, çalakî û xebatê dikin. Ya Duyê ev e ku li hemû welatên cîhanê de rojek bo kuştiyên welatê xwe diyarî kirine û li vê rojê de bi şêwazên cur bi cur yad û navê wan bilind radigrin, em jî vê rojê de yad û navê “Şehîdên Kurdistanê” bilind radigrin û soza xwe digel wan, dubare dikin.

Îsal jî tevî berdewamiya rêûresmên Newrozî, xelkê Kurdistanê li roja 10ê Xakelêweyê de ti rêûresmeke Nerwrozî bi rê ve nebirin. Ev jî asta bilindî û hişariya netewî ya xelkê me dide xuya. Xelkê Kurdistanê li vê rojê de serdana gora şehîdan kirin û gullên sor ku hêmaya Şehîdên Kurdistanê ye li ser gora wan danîn. Xelkê welatparêz ên Kurdistanê, serdana malbatên serbilind ên şehîdan kirin û destîgulên emegnasî û rêzgirtinê, pêşkêşî wan kiirn û bi wan soz dan ku heta gihîştin bi armancên bilind ên netewa xwe, domderê rê û rêbaza şehîdan bin. Herwisa têkoşeran bo bilindragirtin a yada Komara Kurdistanê, li 10an bajar û gundên Kurdistanê de alayabpîroz a Kurdistanê bilind kirin. Kurdistaniyan, ne şayî kirin û ne tazî girtin, selimandin ku çawa xwdiyê agirê Newrozê ne, bi hemen şêwazê, xwediyê Şehîdên Doza rizgariya Kurdistanê ne û bo bêrêzîkirin bi şehîdên xwe, nakevin ti daf û pîlaneke dagîrkeran.