Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şoreşa Jînayê û Newroz

12:33 - 6 Nîsan 2025

Şoreşa Jînayê û Newroz

N. Eskender Ceiferî

Cejna Newrozê ya îsal li Kurdistanê di nava rewşeke taybet a siyasî de hat pîrozkirin. Bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê şahî rastî zextên pasdarên Îranê hatin. Di nava heyva derbasbûyî de herî kêm 74 kes li bajarên wekî Şino, Pîranşar, Ormiye, Merîwan, Sine, Kirmaşan, Serdeşt, Seqiz û Bokanê hatine girtin. Ew bi beşdarbûna di pîrozbahiyên Newroza Xakîpoşan de, handana xelkê din û kesên ji navçeyên din ji bo beşdarbûnê an jî hildana dirûşmên ji bo piştgiriya şoreşa Jin, Jiyan Azadî ya Kurdan li hemberî dagirkar û her wiha dirûşmên dijî-kolonyalîstî û dijî-faşîstî tên sûcdarkirin.

Li gel ku li Îranê pîrozkirina Newrozê weke cejneke netewî ya Farsan nayê qedexekirin, lê li Kurdistanê qedexetî li ser wê hene. Ji ber ku Kurd ne tenê weke destpêka biharê, di heman demê de Newrozê weke firsendek û derfetekê ji bo hildan û xuyakirina daxwazên xwe jî dibînin û bi kar tînin.

Rêkarên çewisandinê yên dagirkar ji girtin û lêpirsînan heya îşkenceya fîzîkî pêk dihat. Lê xelkê Kurdistanê cejna xwe li dar xist. Îsal li gelek bajaran ji wan li Merîwan, Ormiye, Sine û Kirmaşanê, pîrozbahiyên gel bi betalkirina destûrê hatin qedexekirin. Lê dîsa jî, Kurdistaniyan nexwest ku bitirsin û tevî hebûna çavdêriya mezin ya hêzên ewlehiyê yên dagirkar, pîrozbahî berdewam kirin. Heya niha derbarê kesên ku hatine desteserkirin de ti agahî li ber dest nîn e.

Çalakvanên mafên mirovan ên navxwe dibêjin; Di nav girtiyan de du xwîşkên bi navên Evîn Ehmedî û Sarya Ehmedî jî hene ku di roja 19'ê Adarê de li bajarê Ormiyê hatibûn girtin. Bi taybet girtina Seyfullah Xan Gafarî yê 78 salî li bajarê Seqezê di 21'ê Adarê de cihê matmayînê ye ji ber ku dagirkar pîr û kalan jî digire. Hunermend jî bûne armanc: Muzîsyen Foad Keşawarz di 15’ê Adarê de li Seqizê piştî lêxistina stranên şoreşgerî hate girtin û hunermend Hesen Kakayî jî neçar ma ku di 13’ê Adarê de daxuyaniyeke nivîskî wajo bike û li gor wê, soz da ku beşdarî pîrozbahiyê nebe.

Çalakvan radigihînin ku dezgehên ewlekarî yên gelek bajarên Kurdistanê pêşwext bi rêya têlêfonê yan jî bi rêya bangewaziyên fermî hişyarî dane kesatiyên naskirî ku dirûşmên rexnekirina rêjîmê hil nedin. Tevî van gefan jî di Newrozê de dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ya tevgera jinên Kurd ji aliyê gelek kesan ve li Kurdistanê hate berzkirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê gelek caran şahiyên Newrozê çend hefteyan berdewam dikin û roja sereke jî 21ê Adarê ye. Tevî zext û zordariyên zêde jî, diyar e ku gelê Kurd ne amade ye ku serî li ber qedexeyên dagirkar bitewîne. Banga azadî, wekhevî û mafên jinan li Kurdistanê zindî û bênavber dimîne.

Tevî ku pîrozbahiyên li Rojhilatê Kurdistanê di bin siya zextan de berdewam bûn, li Bakurê Kurdistanê, daxwazên siyasî yên zelal hebûn. Li bajarên wekî Amed, Colamêrg, Şemzînan û Mêrdînê gel bi girseya xwe ya mezin li dora agirê Newrozê kom bû. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser lihevkirina di navbera Kurd û Tirkan de û azadiya girtiyên siyasî, di serî de Rêberê PKK'ê Ebdulla Ocalan. Di cejna Newrozê de gelê me li wir ji dewleta Tirk xwest gavên şênber ên dêmokratîkbûnê ji aliyê dewletê ve bên avêtin.

Li Rojavayê Kurdistanê pîrozbahî li gorî salên berîşoreşa Sûriyê, aram û azadane bû. Gel bi agirên di destên xwe de pîrozbahî li dar xist û dirûşmên dêmokrasî, azadî û wekheviyê qîriyan. Asayîşa Rêveberiya Xweser a Rojava destnîşan kir ku her tişt bi awayekî azadane bi rê ve diçe.

Newroz li başûrê Kurdistanê jî bi agirên mezin û çalakiyên girseyî ji aliyê xelkê ve hat pîrozkirin. Li bajarên weke Akrê, Hewlêr û Silêmanî jî gel bi Kurdên parçeyên din ên Kurdistanê re hevxebatiya xwe nîşan da. Ji ber sîstma fêdêral ya ku li Başûrê Kurdistanê ji sala 2003’an û vir ve heye, pîrozbahî bêyî zordestiya dewletê pêk hatin.

Newroz di 20 an 21'ê Adarê de ji aliyê gelek gelên Rojhilata Navîn ve, di nav de Efxan, Kurd, Tacîk û Farsan tê pîrozkirin.

Digel ku Newroz ji bo piraniya wan neteweyan weke sersal an destpêka biharê tê hesibandin, lê ji bo Kurdan wateyek siyasî ya taybetî heye: ew sembola berxwedanê ye û derfetek e ku daxwazên xwe yên mafê çarenivîsê, dabînkirina dadmendî û dêmokrasiyê diyar bikin.