Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bikaranîna blagêran ji aliyê rêjîmê bo asayîkirina rewşa dagîrkarî li Kurdistanê

11:27 - 11 Gulan 2025

 

Rêjîma dagîrker a Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û (herwisa li herêmên dinê ên wek Belûçistanê), bo asayîkirina rewşa dagîrkarî(Koloniyalîzm)ê, çendîn şêwazên curbicur bi kar tînin. Yek ji alavên karlêker ku li wan salên dawiyê de bi kar aniye, Blagêrên bi rûkê serbixwe ne. Blagêr anku kesên ku bi giştî vîdyoyan çê dikin û li torên cîvakî de belav dikin(Pêştir Blager bi wan kesan dihate gotin ku malper an wêblag hebûn û babet dinivîsandin).

Li vê goratê de ezê dê îşare bi şêwaza karê wan Blagêran, mînakên rast û modelên diyarîkirî yên asayîkirina dagîrkarî bi rêya Blagêran li Kurdistanê û herwisa torên destçêkiriyên Blagêrên hikûmî li Kurdistanê de bikim.

Şêwaza karê Blogerên pêspartî li Rojhilatê Kurdistanê

Komek ji wan Blagêrên li rûde bala wan bi ser mijarên wek “xwarin, geştiyarî, Kultûr an dîrok” ye, lê li kiryar de dana xûyaye fermî ya desthilatê ye ku bê rexnekirin, têne berhemanîn. Wek mînak, dîmena Kurdistanê bi şêwazekê didin ber çavan ku ti nîşaneyek ji tepeserî û hejariya pêkhateyî an cudatîdanînê pêve xuya nake, Belku jiyaneke asayî û rengfrengî û bê aloziyê didin ber çavan.

Beşek ji wan Blagêran ji aliyê navendên îtilaatî û çandiyê ve ên wek spaha pasdaran, Îrşada Îslamî an wezareta îtilaatê, rênimênî an piştevaniya malî li wan tê kirin, ew jî bi armanca darêştina naverokê ye ku pêgirtiya dagîrkeriyê perdepoş bike. Renge ev hevkariya eşkere û xuya nebe, dibe ku bi şêwaza dana heqdest, alîkarîdan bo çon bo seferan, derfetnameya taybet an heta “parastîbûn ji jêpirsînan” be.

Her ew Blogerane ne ku di cihê rohnkirina “serkuta siyasî, cudatiya zimanî, hejariya aborî an milîtareîzekirina berfireh li Kurdistanê”, bala xelkê bo aliyê tiştê bêçine û  negirîng radikêşin, wek nasandina xwaringehek nû an festîvaleke xwemalî, bo vê ku bidin xuya Kurdistan li rewşeke tevav a xweşderbaskirinê de be.

Hinek din ji Blogeran, bi piştguhavêtin an biçûknîşandana xebata gelê Kurd bo mafên mirovî û netewî, wa bi temaşevanên navxweyî û heta biyanî didin nîşandan ku seh bikin Kurdistanê de ti pirsgirêkek taybet nîne û pirsgirêkên vê, “xwecihî” û “biçûk” in. li rasiyê de ew wek delalê rewatîdanê kar dikin. Bi sedema vê ku Kurdî diaxivin û kincên Kurdî li xwe dikin û xwe wa didin xuya ku nûnerên civakê ne, temaşewan wa dihesîbîne ku ev pêgirtiyane, xwerêkxer û giştî bin nek destçêkirî.

Mînaka rast û modelên diyarîkirina asayêîkirina dagîrkariyê bi rêya Blogerên pêspartî li Kurdistanê

Piştî şoreşa Jînayê û tundbûna tepeseriyan, rêjîmê projeyek a bi navê “geşedan bi geştiyarî li Kurdistanê” dest pêkir. Wan blogerane pêştir bi tenê wêneyên xweza an xwarinan belav dikirin, li jêr navê “asayîşa tevav li Kurdistanê” mêwandariyên bê mînak û xelkê mêhribanê Kurd” dest bi propagandayên geşekirina navxwyê Kurdistanê kirin. Armac ji vê yekê ew bû ku dîmena tundûtîjane û rast a tepeseriyan, hejarî hebûna hêza giran a serbazî, kêmreng bibe an nemîne. Wek mînak sefera Blogerên binavbang ên Tehranê bo Kurdistanê dest pêkirin û li girtevîdyoyan de bi berdewamî bas ji vê yekê dihate kirin ku ti xalên vekolînan ên hêzên hikûmî li rêyan de nînin û ti bas an nûçeyek ji hejariya berfireh nîne. 

Ji aliyê din ve, hinek ji Blogerên Kurd-Hinek ji wan ên ku li ser pirsên çandî dixebitin- dest bi sansorkirina qeyran û cudatîdanînan kirin û bi eşkere, xwe ji îşarekirin bi qedexekirina wanegotin bi zimanê Kurd li xwendingehan, jikarderxistina mamostayên Kurd an tepeserkirin hilkeftên Newrozê, xwe parastin. Wek mînak li derheq Newrozê de postên xwe belav dikirin, lê ti îşareyek bi girtina bi kom a beşdarbûyên rêûresma Newrozê nedikirin.

Ji aliyê din ve rêjîm bi piştevanîkirin li hinek kesan, hewlê dide ku rewaletekî  çê bikin ku bibêjin: “mêze kin! Kurdek jî dikare li Îranê de serkevtî be”, ev rûkane bi kiryar cudatîdanîna pêkhateyî, înkar dikin. Wek mînak: “wan Blogerane ku çêroka bazirganekî serkevtî yê bajarê Banê an xwediyê xwearingehekê li Sinê, mezin dikin û wan serkevtinên kesîn dêxin cihê daxaziyên bi kom ên wek “dadperweiya aborî”.

Hewleke din a Blogerên pêspartî, birandkirina etnîkî ya dûr ji siyasetê ye. Ew kincên kurdî, mûzîk û xwarinên Kurdî û tiştîn din ên Kurdî wek “berhemên balkêş ên çandî” bê konteksta siyasî, pêşkêş dikin. Ev yeka li halekê de ye ku nasnameya kultûriya Kurd bi salan e tê tepeserkirin û siyasî ye. Ew Blogerane wa li wan tiştan dikin ku bê metirsî û wek dîkorat bo geştiyaran bêne xuya.

Herwisa hinek din ji Blogerên Kurd bi berdewamî tekeziyê li ser vê hindê dikin ku “Kurd beşeke resen ji şaristaniyeta Îranê ye û hewce ye ku bi yekîtiya netew, û serzemînê Îran” wefadar bimîne. Ev zimana bi zanebûn û bi armanca helandin û nehiştina “Mafê diyarîkirina çarewnivîsa gelê Kurd” tê bikaranîn.

Teknîkên hûr ên vê projeyê

Guherîna aliyê Heştega: wek mînak li dema nerizayetiyan de di cihê heştega wek #Jin_Jiyan_Azadî” yê heştega wek #Kurdistana_Ciwan an Kurdistana _Mêwanperwer” tirend dikirin.

Gefxwarin an rakêşana Blogeran: hekî Blogerek li derheq tepeserkirinê de biaxive, an gef li wî tê xwarin an malpera wî tê daxistin. Li hember de jî hekî hevkariyê bike, piştevaniyê li wî dikin û rêklaman verdigre.

Hevkariya organîk digel ragihandinên hilkûmî: piraniya blogerên ku li rû de serbixwe ne, naveroka wan ji aliyê ragihandinên hikûmî yên wek “Fars, Tesnîm an IRNA”yê ve têne belavkirin, bo vê yekê ku rewatiya zêdetir bi dest ve bînin.

Rola bingehîn a tora “Bolgersaziya hikûmî” li Kurdistanê

Li Rojhilatê Kurdistanê de li pîşta perdeya Blogerên ku li rûde serbixwe ne, toreke rêkxistinkirî û çendîn alî heye ku girêdayî bi navendên ewlehî, teblîxî û çandiyên rêjîma dagîrker a Îranê ve hene, wek: 

Saziya îtilaat spaha pasdarn (SAS) ku navenda bingehîn a nasîn, rakêşan û alîdan bi Blogeran e. ew Blogerên Kurd ku potansiyela wan heye, an gefê li wan dikin an bo aliyê xwe radikêşin; Gefên wek “girtin, daxistina malper û qedexekirina derketin ji welat”, rakêîşana wan wek “derfetnameya fermî bo kar, bûdce û rêklam û ewlehiya kar”. Hinek caran jî “rênimîniya naverokê” bi Blogeran tê dan( wek mînak dibe ku postek li ser asayîş an yekîtiya niştmanîê danên)

Yeke din ji navendên alîdan bi Blogeran li Kurdistanê, “îdareya ferheng û îrşada îslamî ya Kurdistanê” ye. Wê îdarê, rola fermî û eşkere li piştevanîkirin li “karê çandî û midyayên xwecihî” heye. Wê îdareya komek ji rêkxirav ên bi navê xelkê û sexte çê kirine da ku Blogeran bikêşne jêr perên xwe. Herwisa yekek din ji karê vê îdareyê, dana deyn û derfet bi çalakvanên midyayî û rêkxistinên festîvalên cur bi cur e ku ew jî dibe sedema nêzîkbûna Blogeran bi rêjîmê.

Navendeke din a desthilata rêjîmê li Kurdistanê ku li ser bilogeran dixebite, “deng û reng”ê rêjîmê li Kurdistanê de ye. Ew bi gazîkirina Blogerên Kurd bi bernameyên têlêvîzyonî, dixwazin wan bidin ber çavê xelkê û rasterast an nerasterast, pêgehek bo danîneberçav a “jiyaneke asayî û bextewer” li Kurdistanê çê bikin.

Encam

Li dawiyê de hewce ye ku bibêjim, li Kurdistanê de komek Blogerên din ên çalak jî hene ku armanca wan xizmetkirin bi Kurd û Kurdistanê ye û bi tevavî, serbixwe ne. pêka wan gotinan, naskirina Blogerên serbixwe ji Blogerên pêspartî, gelek zehmet nîne û hewce ye ku xelkê Kurdustanê bi piştevanîkirin li Blogerên serbixwe û guhnedan bi Blogerên pêspartî, pîlanên rêjîma dagîrker a Îranî li Kurdistanê de pûç bikin.