Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qurbanîkirinan welatiyên medenî bo peçavtina şikestên Spaha Pasdaran

11:44 - 11 Gulan 2025

Sipaha Pasdaran a Komara Îslamiya Îranê û rêberên Komara Îslamî ya Îranê, di gelek qonaxan de, bi taybetî di demên ku danûstandinên navneteweyî bi welatên Ewrupî û Amerîkayê re di rê de dene, kiryarên ku bi giranî van danûstandin û rêkeftinên navneteweyî sabote û asteng dikin an bikarin şikestên rejîma Îranê bipeçêvin, encan didin.

Kiryarên bi wî rengî ne tenê ewlehî û berjewendiyên dîplomatîk a Îranê xistine metrisiyê de, belkû gelek ji wan rasterast zirar dane berjewendî û ewlehiya cîhanî, û Îran di qada cîhanî de bêtir îzole kirine.

Ev gotar behsa hin kiryarên sabotaj û destwerdanên Spaha Pasdaran a terorîst û rêjîma Komara Îslamî di demên cuda de dike, ku bi danûstandinên girîng ên navneteweyî re hevdem in.

1. Hewldanên ji bo afirandina krîz û bêîstîqrariyê li herêmê

Di demên ku Îran bi welatên ewrupî re ji bo gihîştina peymanên navokî an ewlehiyê danûstandinan encam didan, Spaha Pasdaran a rejîmê, bi taybetî bi rêya torên xwe yên terorîst û komên bedel ên li herêmê, hewl daye ku bêîstîqrariyê biafirîne û di vî warî de, bi awayekî sîstematîk çalakiyên têkder li welatên cîran û herêmê û heta naxwe a welat de bi kar aniye.

2. Piştgiriya komên terorîst ên li herêmê dike.

Spaha Pasdaran a Komara Îslamî, bi taybetî bi rêya Spaha Qudsê, piştgiriya aborî, leşkerî û perwerdeyî daye komên terorîst û paramîlîter li Rojhilata Navîn. Ev piştgirî alîkarîya ji bo komên wekî Hizbullah li Lubnanê, Hemas li Xezeyê, Hûsîyan li Yemenê, û serhildayên Şîe li Iraqê dihewîne. Van koman bi armanca lawazkirina hikûmetên Rojavayî û destwerdana karên welatên cîran bi berdewamî çalakiyên terorîstî û teqîneve pêk anîne.

Ev kiryar bi gelemperî bi demên hesas ên danûstandinên navikî an ewlehiyê yên Îranê bi welatên Ewrupî û Dewletên Yekbûyî ên Amerîka re hevdem bûne, da ku bi awayekî Îran ji givaş û dorpêçên dîplomatîk rizgar bibe an jî bi wî awayî şikestên xwe bipeçêre. Bo mînak, piştî peymana navikî an lihevkirina Bercamê ya JCPOA ya 2015an, Îranê destwerdana xwe li Sûriye û Yemenê zêde kir, ku rasterast ewlehiya welatên Rojavayî û hevalbendên wan, nemaze Erebistana Siûdî, gef lê xwar.

2. Destwerdan di danûstandinên nukleerî de

Yek ji mezintirîn pirsgirêkên ku Spaha Pasdaran û birêveberên Komara Îslamî tê de rol lîstin, hewldana têkbirina peymanên navikî an jî afirandina krîzên nû di dema danûstandinan de bû û bûye. Di gelek qonaxan de, dema ku danûstandinên navikî didomin, Îran bi taybetî di bin givaşa cîhanî de ye ku bernameya xwe ya navikî sînordar bike.

Ceribandin û berfirehkirina mûşekan a bê destûr

Di dema danûstandinên navikî yên bi koma 5+1 (Almanya û pênc endamên hertimî yên Konseya Ewlehiyê ya NY) re, Îranê gelek caran ceribandinên mûşekî pêk aniye. Ev ceribandin gelek caran çêbûne, nemaze dema ku danûstandin hesas bûn û nêzîkî rêkeftinekê bûn, ewqas ku gelek pispor li ser baweriyê bûn ku ev kiryar givaşên siyasî yên Komara Îslamî bûn da ku di danûstandinan de bêtir guherînkariyan bi dest bixe.

Her di vê pêywendiyê de, Spaha Pasdaran berpirsiyarê hin ji van ceribandinan û her wiha pêşxistina bernameya mûşekî ya Îranê bûye. Ev bername ji aliyê welatên rojavayî, bi taybetî ji aliyê Amerîkayê ve bi tundî hatine rexnekirin.

Binpêkirina peymanên JCPOA

Piştî îmzekirina peymana navikî ya JCPOA di 2015an de, gelek welatên rojavayî hêvî dikirin ku Îran dê pabendê sozên xwe yên sînordarkirina bernameya xwe ya navikî û qebûlkirina lêkolînên navneteweyî be. Lê belê di dema ku danûstandin berdewam dikirin, Spaha Pasdaran bi rêya kiryarên terorîstî li herêmê, ceribandinên mûşekan û pêşxistina binesaziya xwe ya navikî, ev sozên xwe binpê kirin, û nîşan da ku ew naxwazin bi tevahî werin çavdêrîkirin û givaş lê were kirin.

Bikaranîna peymanan ji bo pêşxistina armancên siyasî yên navxweyî

Di demên ku hikûmeta Îranê bi welatên rojavayî re danûstandin dikir da ku rêkeftinên aborî û siyasî bi dest bixin, hin berpirsên Komara Îslamî, bi taybetî endamên Spaha Pasdaran, hewl dan ku van danûstandinan bikar bînin da ku armancên xwe yên navxweyî pêşve bibin û bandora xwe ya siyasî û aborî li Îranê zêde bikin.

Xurtkirina saziyên aborî yên girêdayî Spaha Pasdaran(IRGC)

Yek ji pirsgirêkên sereke yên Komara Îslamî ya Îranê, girêdayîbûna saziyên aborî yên welêt bi Spaha Pasdaran ve ye. Di dema danûstandinên navikî û piştî JCPOA naskirî bi Lihevkirina Bercamê de, gelek kompanî û projeyên aborî yên Îranî, ku bi piranî di bin kontrola Spaha Pasdara(IRGC) de bûn, bi awayekî nefermî ji rakirina dorpêçan û çavkaniyên aborî yên ku piştî JCPOA hatin berdan feyde wergirtin. Vê ne tenê feyde da Spaha Pasdaran a terorîst, lê di heman demê de bi awayekî nerasterast serdestiya vê saziya terorîstî û cinayetkar li ser sektorên cûda yên aboriya Îranê zêde kir.

Binpêkirinên mafên mirovan û zextên navxweyî

Di demekê de ku Komara Îslamî ya Îranê bi welatên ewrupî re danûstandin dikir, di hundirê Îranê de, hikûmet û Spaha Pasdaran di heman demê de dijberên siyasî û çalakvanên mafên mirovan tepeser dike. Ev tepeserî bi berdewamî zêde bûn e, nemaze di demên ku danûstandinên navikî an ewlehiyê didomin.

Tepeserkirina xwenîşandanên gel

Di demekê de ku Îran di bin givaşên cîhanî de bû ji bo kêmkirina binpêkirinên mafên mirovan, Spaha Pasdaran(IRGC) bi taybetî di tepeserkirina xwepêşandanên gel û çalakiyên opozisyonê de roleke girîng lîst. Ji xwepêşandanên 2009an (Tevgera Kesk) bigire heta xwepêşandanên dawî yên di salên 2019 û 2022an de, Spaha Pasdaran(IRGC) bi awayekî berçav di tepeserkirina xwepêşander û çalakvanên siyasî de bi awayekî hovane aktîv bûye. Ev kiryar nîşan didin ku di demekê de ku hikûmeta Îranê di danûstandinan de ye û rastî şikestên dîplomatîk bûye, di hundirê welêt de, ne cihekî siyasî yê azad û ne jî mafên mirovan ji bo welatiyan hebûye û heye bi hemû awayî hewldaye şikestên xwe bi gorîkirina welatiyan bipeçêre.

Bûyerên wekî teqîna Bender Ebbas, xistina balafira Ukraynayê û êrîşên li ser gemiyên li Kendavê di nav mînakên herî zelal ên sabotaj û kiryarên neqanûnî û terorîstî de ne ku di demên ku Îran bi welatên Ewrupî an Amerîkayê re danûstandinan dike an jî di krîzên siyasî de ye, kiryarên hov encam dide. Ev cure kiryar siyaseteke giştî nîşan didin ku Komara Îslamî ya Îranê ji bo zêdekirina givaşan li ser aliyên biyanî û her wiha xurtkirina pozîsyona xwe di danûstandinên navneteweyî de û peçavtina şikestên di danûstandinan de bikar tîne. Di heman demê de, ev tedbîr ne tenê zirarê didin ewlehî û berjewendiyên neteweyî yên Îranê, lê di heman demê de givaşa Îranê li ser asta cîhanî zêde kirine û givaşên navneteweyî li ser Komara Îslamî jî dijwartir dikin.

Spaha Pasdaran a Komara Îslamî û rêberên Komara Îslamî ya Îranê, di dema danûstandinên hesas de bi welatên Rojavayî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re, kiryarên ku ne tenê bûne sedema hilweşandin û sabotajkirina peyman û danûstandinên navneteweyî, lê gelek ji van kiryaran rasterast bûne sedema lawazbûna pozîsyona Îranê di nava civaka navneteweyî de. Ev reftar, ji destwerdanên leşkerî û terorîstî li welatên herêmê bigire heya binpêkirina peymanên navikî û tepeserkirina navxweyî, hemî bi awayekî zelal hewlên Komara Îslamî ji bo parastina desthilatdariya xwe bi her awayî nîşan didin.