Kurdistanmedia: Berpirsa Siyasetên Derve Ya Yekîtiya Ewropayê û Serokwezîrê Îsraîlê di warê got û bêjên girûpa 5+1 û rejîma Îranê li ser pirsa navikî li Îsraîlê ji hev civiyan.
Li gor nûçegihaniya Firansa li Orşelîmê, Katrîn Eşton di sefera xwe de bo Îsraîlê tev Binyamîn Natanyaho dan û sitandin li ser pirsa navikî a Îranê kirne. Katrîn Eşton di got û bêjên navbera rejîma Îranê û Girûpa 5+1 de nûnerê welatên wê girûpê ye.
Girûpa 5+1 ji 6 welatên zilhêz ên cîhanê weke Amerîka, Birîtanya, Almaniya Firansa, Rûsiye û Çînê pêk tê.
Bi gotina rayedarek Îsraîlê ku navê xwe eşkere nekiriye, Serokwezîrê Îsraîlê xwast û pirsên welatê xwe li hember bernameya navikî a rejîma Îranê tev Berpirsa Siyasetên Yekîtiya Ewropayê de xistine ber bas.
Gerra duyem a got û bêjên navikî du heftiyên din li Bexdayê birêve diçe.