N. Nûredîn Sofîzade
1ê heyva May Cejna Kirêkar û zehmetkêşênane ku di vê rojê de zehmet û ked û rolê wan tête rêzgirtin. Roja bîranîna Têkoşîna karker û xebatkaran e û li piraniya welatên pêşkevtî de di vê rojê de hem deshilat û xelk rêzê ji bandora karkeran digre, û hem xudî karker cêjnê digrin û li kêlega vê hilkevtê de bi li dar xistina rêpîvan û merasiman daxwaz û xwestekên xwe bi awayekî serbest tînine ziman.
Lê di welatên paremayî û li jêr deshilatên rêjîmên dîktator de, hertim kedkar hatine tepeserkirin û heta îzna merasim û rêpîvanê jî bi wan nayête dan û berdewam têne çewsandin û ji mafê berheqe xwe bêbarin û tu giringiyek bi rol û zehmeta wan nayête danê.
Ji bo diyarîkirina rojekê bo rêzgirtin ji keda karkeran, encamê de Enternasyonala 2êmîn di 14-21 Tirmehê 1889-an de civiya, bi pêşniyara karkerekî Firansî 1ê May li hemû dinyayê wek “Roja Hevkarî û Têkoşîna Karker û Xebatkaran” pesend kir.
Karker û xebatkarên dinyayê di encama têkoşîna xwe de mafê rojê 8 saetan kar bikin qezenç kir. Lewma jî 1ê may wek roja hevkarî û têkoşîna karker û xebatkaran, Roja Cejna Karker û Xebatkaran li dinyayê pesend bû.
Di vê qonaxê de jî ne bes li welatên sosyalîst li welatên kapîtalîst jî Cejna Karkeran 1ê May bi awayekî kîtlewî tê pêroz kirin. Mixabin di pirozkirina 1ê May de gelek karker û xebatkar û zehmetkêş û şoreşgeran jî jiyana xwe di rejîmên totalîter û faşîst de wenda kirin û hatne tepeser kirin.
Ji aliyê din de jî sosyalîstan û demokratên civakî û şoreşgeran 1ê Mayê ji bona berjewendiyên xwe yên îdeolojiyê bi kar anîn. Ew jî bû sedem ku têkoşîn û hevkariya karkeran zirar bibînin û bibin sedemên rikeberiyan ku gelek kes brîndar bibin û bên kûştin.
Wek tê zanîn sosyalîstan, neteweyên bindest û kolonî wek bervankarên Karker û Zehmetkêşan; têkoşîna neteweyên bindest yên rizgarîxwaz jî tîfaqa têkoşîna karker û zehmetkêşan qebûl kirine. Lewra Neteweyên bindest û kolonî bi hemû çîn û sinif û hemû aliyên xwe yên civakî bindest, belangaz in, ji hemû mafên xwe bê par in.
Rêkxistin û saziyên çep li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de ku bi diruşma berevanî ji mafê zehmetkêş û karkeran li 40 – 50 salên derbasbûyî de bi hinek diruşmên çepger û modern karîn heya qasekê bandorê li ser zehmetkêşan dabinên û wan li dewra xwe kom bikin, lê di dawiyê de û bi derbasbûna zeman, xuya bû ku ev jî tenê bona geheştin bi deshilat û berjewendiya xwe dixwazin mifahê ji hêza zehmetkêşan wergirin û wan bi kar bînin.
Ezimûn û ceribandina deshilatê û bi berçavgirtina rewşa zehmetkêşan li welatên ji deshilata rêjîmên jev cudaye Dîktatorî û Dêmokrat de, îsbat dibe ku heya mafê azadiyê, wekhevî, dêmkrasî û hikûmeta xelkî çinebe, tu mafek ne tenê bo karkeran, belkî bo çi yêk ji qatên civakê çinabe.
Îro em dibînin ku welatên rojavayî, bi taybetî li Ewropa de, ku navenda mafê mirov, dêmokrasî û wekheviyê tête hisabê, maf û azadiyên Kirêkaran livê ji hemî wan welatan çêtir û baştire ku deshilata wan welatan xwe çep û berevankarê mafê zehmetkêşan dizanin.
Kirêkarê me yên Kurd jî divê vê yêkê baş bizanin ku maf bi diruşman nîne, belku bi kiryar tête danê.
Mafê karkerên Kurd weke yêk ji qatên civaka Kurdistanê dê di demekê de bidest ve bêt, ku Kurd hebxwe hakimê xwe be û Kurdistan li jêrdestiyê xelas bibe, vê demê deshilat û dewleta Kurd dikare weke qateke zehmetkêş mafê kirêkaran û hemî civakê dabîn bike, Kurd û Karkerên Kurd li vir şûn de hemî hêza xwe divê bêxne ger bo evê ku li serî de mafê netewî bidest ve bînin, hingê Karkerên Kurd dikarin bi serbestî û azad hemî mafê xwe dabîn bikin û ger nebe, aliyê kêm karkerên Kurd ev mafe hebin ku rêpîvan û merasiman li dar bêxin bo bas kirin li maf û daxwazên xwe yên sinfî.
Rêxistinên Kurdistanê bi hemî aliyên xwe yên çep û rast û netewî û bi her îdolojiyekê, pirsa netewî pirsa herî girîng be bal wan û divê rêka dabînbûna mafê karkeran û hemî qatên civakê li rizgariya netewî de bibînin û kar bo vê yekê bikin.
Divê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û li Hemû beşên Kurdistanê 1ê Mayê bixin xizmeta Rizgarî û Azadî û Serxwebûna Kurdistanê, xebat li pêxema dabînkirina mafên neteweyî.