Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma destdirêjîkeran

16:50 - 7 Gulan 2024

N. Elî Munezemî

 

Li berê de heta nia şîdeta sêksî an destdirêjîkirn yêkek li trajedîyên dirôka merivahiyê e ku serdema nakokî û pevçônan de zêdetir li dijî merivan tê bikar anîn. Ew yeka bi armanca tirsandin û têkşikandina îradeya kesên dijber û dagîrkirin û destserdegirtina civakan tê bikar anîn. Rêkxistina neteweyên yekgirtî roja 19ê hezîranê wek roja nehêlana şîdeta sêksî di nakokîyan de û piştgirî li qurbaniyên wê kiryara nemerivane destnîşan kiriye.

Li wan çend rojên bihorî de, piştî ku dezgeha ragehandinê a Brîtanya (BBC) çend belgeyên fermî liser destdirêjiya çend mohreyên rejîma Îranê bo ser «Nîka Şakeremî» li dema binçavkirina wê li dema serhildana «Jin, Jiyan, Azadî» de, bidest xistin û ew yek bû mijarek girîng û sereke li zaf meydayên cîhanî û navxweyî de, girînge ku bal bo ser wê mijarê were kişandin, tevî ku xwezaya vê rejîmê ji bo me hatiye îspatkirin û karbidestên rejîmê bi xwe jî wê yekê ne tenê înkar nakin, lê bo xwe bi şanazî dizanin û bi eşkere bas lê dikin.

Şîdeta sêksî yêkek li amûrên îşkence û bêhêvîtîkirina girtîyan e ku dezgeha ewlehiya rejîma Îranê bi salan e wê zanebûn hember dijberên xwe bikar tîne. Destavêtina ser girtîyên salên 80an a zayînî, destavêtina serdema serhildana «bizava kesk» û destdirêjîkirin li ser girtîyên şoreşa «Jin, Jiyan, Azadî» nimûneyên wê kiryara gemar, nemerivane û dûr ji exlaq a karbidestên rejîma komara Îslamî e.

Karbidestên rejîmê bi salan meseleyeke Çînîyan a kevnar nav xelkê de bilav dikirin ku dibêje: “eger destavêtne te û te nekarî berxwe bidî, berxwe nede û li keyfa xwe binihêre!” Ewan bi wê propagandayê dixwestin ku xelkê ji aliyê derûnî hazir bikin ku eger hat û hatin girtin û ew yeka bi serê wan de hat, çarenivîsa xwe qebûl bikin. Li ber ku baş dizanîn ku bandora wê yekê yê liser girtîyan çi be û yê çawa wan bişêne ku nekaribin carek din li hember rejîmê de serî rakin. “Nîka Şakeremî” tam berevajî wê doktrîna rejîmê bertek nîşan da û bi gorîkirina canê xwe, hemû pîlanên rejîmê têkdan. Ew yeka karek mezin e û li ruhek serhildêr û şoreşger tê çaverêkirin.

“Nîka Şakeremî” bi gorîkirina canê xwe, carek din da eyankirin ku destdirêjîkirna ser girtîyan di sîstema desthilatdariya rejîma dijemerivî a komarî Îslamî de, karek bi rêkxistinkirîye û mohreyên rejîmê wê yekê wek parek li erka xwe ya rêkxistinî dizanin û cîbecî dikin. Ew wî karî li ser bingeha vergirtina hukmê “Fetwa” li dehan mela û rêberên olî yên rejîmê dikin û xwe re eyb û serşorî nahesibînin. Ew wî karî ne tenê li dijî girtîyan û kesên dijber, lê li hember hew jî dikin. Li ber ku bikaribin li ser hev jî xalên qels û lawaz peyda bikin û bi wê hecetê hew bi temamî bêxin xizmeta armancên rejîmê. Lê ewa ku ew li hember hev dikin û ewa ku ew li hember kesên girtî dikin, du tiştên li hev cihê ne.

Dibêjîn ku baştirîn çek li hember şantajê, aşkerakirin e. Ew yeka bûye sedem ku di wan salên derbasbûyî de mentalîteya xelkê were guhertin. Pêştir ku xelkê destdirêjîkirin dikirin eyb û îrad bo ser kesê qurbanî, niha tam berevajî wê yekê, kesê destdirêjîker lome û sûçdar dikin. Ew yeka jî alîkar bûye ku hem kesên girtî û hem jî malbatên wan wekirîtir bas li serpêhatiya xwe bikin.

Berxwedana “Nîka Şakeremî” û xwe destve bernedana wê û niha jî eşkerebûna bêhtir a rastiyan da eyankirin ku ew du caran bû qehreman: Berxwedan li hember mohreyên destdirêjîker yên rejîmê ku bi wî karê xwe nehêla ew gemarên nemeriv kesayetiya wê bişkênin û li aliyek din jî, her wek ku mezinan gotî: “xo roj heta qiyamet li pişt evran de namîne”, bi eşkerebûna rastiyan niha rejîm li her demekê zêdetir rezî û serşor bûye. Rejîmê bi hemû îmkanatên xwe, nekarî pêşiya rastiyan bigre û ew yeka jî serkevtina berxwedana “Nîka Şakeremî” e.

Ew dersa ku dibe hemû kesên şoreşvan li wê berxwedana “Nîka Şakeremî” verbigrin ewaye ku berxwedan serkevtinê diafirîne. Ew bi berxwedana xwe li hember pergala tûtalîter a destdirêjîkeran bi ser ket û ew serkevtina bû parek li dîroka berxwedana azadîxwazîyê û ew dîrok jî jidayikbûneke nû ye bo “Nîka Şakeremî” û hemû qurbaniyên şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”!