Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Danîna pasgehên nû li devera Selmasê ji aliyê rejîma Îranê ve

20:40 - 13 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Rejîma Îslamî a Îranê li devera Selmasê dehan pasgayên nîzamî li ser sînoran ji bo pêtir mîlîtarîzekirina Kurdistanê ava kirine.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, di dirêjahiya gelaleya mîlîtarîzekirina deverên cuda cuda ên Kurdistanê de, rejîma Îslamî a Îranê li ser sînorên Selmasê dehan pasgehên nîzamî ava kirine.
Li gor gotina kesek wê deverê, heyamê mehek e ku hêzên Sipaha Pasdaran û hêzên Întizamî ên rejîmê di wê deverê de bi taybetî li ser hêla sînor dehan pasgeh avakirine û pasgehên han di halekê de hatine avakirin ku xelkê devera han ji aliyê hêzên rejîmê ve bi hêcetên pûç dikevin ber destrêjê û tên birîndarkirin û kuştin.
Hevwelatiyek gundê “Kûzereş” yê ser bi devera bajarê Selmasê got: Gelaleya mîlîtarîzekirin û avakirina pasgehan piştî seredana Fermandehê Sipaha Pasdaran û Fermandarê Selmasê, derbnasî qonaxa cih bi chikirinê bûye û bêguman armanca wî karî tepeserî û givaşek pêtir bo ser hevwelatiyên Kurdistanê ye.