Kurdistanmedia: Heyetk PDK Îranê – Biljîk di rê û resma bi fermî hilkirina alaya Kurdistanê li Ewropa beşdarî kir.
Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, berwar 31’ê Gulana 2012’an, heyetek Komîteya PDK Îranê – Biljîk, bi serperestiya birêz “Azad Kurdî” di rê û resma bi fermî hildana alaya Kurdistanê li binkeya nûneratiya hikûmeta Herêma Kurdistanê li Ewropa li bajarê Biroksilê de beşdarî kir.
Rê û resma han bi beşdsariya partî û aliyên cur bi cur ên her çar parçeyên Kurdistanê û çendîn saziyên sivîl û herweha kesayetiyên siyasî û akadîmî birêve çû û beşdaran di dema hildana alaya Kurdistanê de sirûda netewî a “Ey Reqîb” xwandin.
Eva bo cara yekemîn e ku bi fermî alaya Kurdistanê li binkeya nûneratiya hikûmeta herêma Kurditanê li Ewropa tê hildan.
Di navbirên rê û resmê de nûnerê PDK Îranê li gel çendîn partî û aliyên siyasî û sivîl ên Kurd û herweha kesayetiyên rewşenbîr hevdîtin pêk anîn.
Heyeta partiyê li ser gaziya fermî a nûneratiya hikûmeta Herêma Kurdistanê di rê û resma hildana alaya Kurdistanê li Ewropayê de beşdarî kir.