Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îzna civîna nerazîtiyê bi xwendekarên Urmiyê nehat dayîn

21:40 - 13 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Îzna civîna nerazîtî a xwendekarên zanîngeha Urmiyê ji bo nîşandana nerazîtiyê li hember giraniyê ji aliyê parêzgar û Fermandarê Urmiyê ve hat hiloşandin.
Li gor rapora nûçegihaniya “Danişco”, biryar ew bû ku dameziriyên xwendekarî ên zanîngeha Urmiyê diberwar 13’ê Gulana 2012’an, piştî dana îznê ji aliyê Fermandariyê ve, li ber deriyê bînaya Parêzgariya Urmiyê di pêwendî li gel giraniya nirxan civînên nerazîtiyê bihên encamdayîn.
Li gor çavkaniyê, îzna xwendekaran ji aliyê berpirsên rejîmê ve hatiye hiloşandin û îzna birêveçûna civîna nerazîtiyê bi xwendekaran nehatiye dayîn.