Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kuştin û zevit kirina devarên kasibkar ên Kurd li herêma Newsûdê

12:32 - 1 Şibat 2014

Kurdistanmedia: li encama teqeya raste rast a hêzên nizamî yên rejîma Îslamî a Îranê, li Newsûdê, 3 devar hatin kuştin.

Li gor raporta Kurdistanmedia; demjimêr 3ê piştînîvro a roja pêncşemiyê, berwara 30,01,2014an a Zayînî, hêzên nizamî yên binkeya serbazî a Taqedarê li herêma Newsûdê, li cihek bi navê Qelaga, teqe ji kasibkarên Kurd kirin.

Li gor çavkaniyek haydar ku ji Kurdistanmedia re got: di vê îrişê de 3 ser devar hatin kuştin û 4 ser devar jî bi barên wan we ji aliyên hêzên rejîmê ve hatin zevit kirin. Kasibkarên Kurd yên vê herêmê raojane bi iris û eşkenceyên hêzên nizamî re berbirû dibin.

Di vê derheqê de, çend roj berî niha 3 kasibkarên Kurd ji bazargeha fermî a Şoşmê a ser bi herêma Newsûdê, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin des bi ser kirin û piştî 8 roj xudan kirin di girtîgeha Dîzelabad a Kirmaşanê û pawê, bi dana zemanetê hatin azad kirin û biryar e ku çend rojên din bihên dadgehî kirin