Kurdistanmedia: Mes`ûd Barzanî serokê berê yê Herêma Kurdistanê, peyameke sersaxiyê ji kesûkarên qurbaniyên erdheja bajarên Kurdistanê re belav kir.
Mes`ûd Barzanî roja Duşemî 22`ê Xezelwera 1396`an, peyamek bi boneya can jidestdana sedan hemwelatiyan di bûyera edhejê de belav kir, û di vê peyamê de sersaxî li kesûkarên qurbaniyan kir.
Di vê peyamê de hatiye ku: “Her bi vê minasbeta xembar ve, ez sersaxiyê li kesûkarên qurbaniyan û xelkên deverên xesardîtî yên şeva derbazbûyî dikim, û hêviya başbûna zû jî bo birîndarên vê bûyera digiran dixwazim”.
Barzanî di beşeke din a peyamê de, hevxemiya xwe digel qurbaniyên erdheja Derbendîxan, û parêzgehên Helebçe, Kirmaşan, deverên Qesra Şîrîn û Serpola Zehaw re nîşan da, û hêviya başbûna hindî zûtir ji birîndarên vê bûyera dilêş re xwast.