Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mihemed Mursî bi harîkarê Sipaha Pasdaran a Îranê hat şermezar kirin

18:20 - 17 Şibat 2014

Kurdistanmedia: Serkomarê li ser kar vêdedayî yê Mîsrê, bi sûçê harîkarî kirin tevî Sipaha Pasdaran a Rejîma Îslamî a Îranê, car din tê dadgehî kirin.

Li gor raporta BBC, Mihemed Mursî serbarê harîkarî kirin bi Sipaha Pasdaran re, bi harîkarî kirin tevî Tevgera Felistînî a Hizbulaha Lobnanê, ji rêya sîxurî û darêtina pîlana terorê, ji aliyê serdozgerê Mîsrê we hatiye tawanbar kirin.

Li gor vê raporê, hekî ew sûçane bihên selmandin û piştrast kirin, cezayê Îdamê ji Mihemed Mursî re tê diyarî kirin. serkomarê berê yê Mîsrê ku di 3ê qonaxan de, komek sikala û şikayet bi dijî wî hatine qeyd kirin, bi rewyana ji girtîgehê a sala 2011an a Zayînî, handan bo komkujiya xelkê Mîsrê û bê hurmetî kirin bi xelkê wî welatî hatiye sûçdar kirin.

Heyamek berî niha bizava Îxwan Elmoslimîn ji aliyê dadgeha wilatê Mîsrê we, weke girûpek terorîstî hat bi nav kirin.