Mistefa Hicrî lêpirsyarê giştî ê PDKÎ bo simînarekê ku taybet bi Dr. Qasimlo li Parîsê bi rê ve çû, peyamek belav kir, ku di vê peyamê de bas ji kesayetî û siyaseta Dr. Qasimlo hatiye kirin ku çawa Dr. Qasimlo sîma û rengûrûyeke nû bexşî PDKÎ.
Deqa peyamê weha ye:
Di salên dawiya dehka 60 a Zayînî de, dema ku Dr. Qasimlo ji Ewropa vegeriya Ewropayê nav hevalên hizbî li Kurdistana Başûr, ji bilî çend kesan di vê beşê de, kesên wisa li dewra hizbê nemabûn. Hejmareke berçav ji endamên PDKÎ di tevgera çekdarî ya sala 1967-1968-an de, û li dema berberekaniya digel hêzên rejîma Paşatiyê di navxwe ya Kurdistana Rojhelat de şehîd bibûn, û di gel komeke kêşeyên teşkîlatî û rêkxiraweyî berbirû bibûn, û asta pêwendiya rêkxistinî digel aliyê Rojhelat gihîştibû asta xwe ya herî kêm. Kêşeyeke din jî ew bû ku pêwendiyek bi wateya teşkîlatî di nava wan kesan de nemabû.
Lê vegeriyana Dr. Qasimlo ji Ewropayê, û şêwaza birêveberiya wî, rengûrûyeke nû bexşî PDKÎ. Şêwaza xwendinê, şiyan û şarezayiya di rêkxistin û organîzekirinê de bûye sedema vê ku bikare yekem car pişka zêde ya wan kesan ku bi her sedemekê ji hizbê dûr ketibûn, rêk bixe, û organizasiyoneke serûbertir pêk bîne, rojnameyek ku weşana bîr û hizra PDKÎ bû, ser ji nû çap û belav bike, û pêwendiyên vê hizbê bi şêwazeke îroyî ava bike.
Pêngava herî girîng a Dr. Qasimlo di van serdeman de, nivîsandina bername û pêrewa navxwe a hizbê bû, ku hevdem di PDKÎ de bîhanî bû. Her di vir de bû ku çawaniya pêkanîna civînên girîng ên hizbê wek konferans û kongireyê, darêtina siyasetên giştî, taktîk û stratejî û gellek mijarên pêwendîdar bi karûbarê Hizbî bi şêweyeke serdemiyane hate gelalekirin, û di konferansa sêyem a hizbê de hate pesendkirin.
Ji wê demê şûnda heya dema şehîdkirina bi destên dîplomat-terorîstên Komara Îslamiya Îranê li rêkewt 13.07.1989-an de, Dr. Qasimlo hemû hêz û şiyana xwe bona bihêzkirina PDKÎ di hemû warên pêşmergayetî, rêkxistin, û aborî de bi kar anî, bi taybetî ku bingeheke bihêz a siyasî û hizrî bo pêwendiyên hizbê digel welatên herêmê û rojavayî darêt. Li ser vê bingehê bû ku pênaseyeke rohn, û dîtingeheke bê girê bo mijara dostatî, berjewendî, hevpeymanî, serbixweyiya siyasî û pirensîpa girêdana pêwendiya bi hizbê û aliyan û welatan anî ber bas.
Dr. Qasimlo di qonaxa şerê sar û hevkêşeyên cîhana duserî de cîhanbîniya taybet bi xwe hebû. Berfirehbînîn û nirxandina hûr û hemûaliyane li deqa rikeberiyan û rewta bûyeran, taybetmendiyeke bêhempa ya vî rêberî bû.
Vejiyana PDKÎ di vê qonaxê de, û rabûna ser piyan di rastî de, vedigere ser jêhatîbûn, û zanist û şiyanên Dr. Qasimlo li mijara birêveberî û rêkxistin û rêberîkirinê de. Dr. Qasimlo çi wekî bîrmendeke siyasî û çi jî kesayetiyeke akademî, çi wek rêber û karaktereke neteweyî û çi jî wek sekreterê PDKÎ bi sedema vê taybetmendiya ku hebû, rêkxereke jêhatî û bêhempa bû.
Ji vê dîtingehê ve dema ku em li kesayetiya Dr. Qasimlo wekî kesekî rêkxer dinihêrin, dibe ku em bala xwe bidin çend xalan. Dr. Qasimlo ne tenê di asta hizba xwe de rêkxereke meydanî ya bi tewahiya watayê bû, heta di bazineyeke berfirehtir de û di asta Kurdistanî û opozisyona Îranî de, ew aliya ji kesayetiya wî bi eşkere derdikeve.
Her wekî ku min îşare pê kir, Dr. Qasimlo wekî bîrmenedekî, pêvajoyên hizrî û teoriyên bibandor ên cîhanê nas dikirin, û bala xwe dida wan. Di rikeberiyên wê serdemê de yek ji karên binirx ên wî ku zêdetir bi armanca sînorbendiyê anî gorê, dariştina “Sîmaya Demokrat” bû.
Dr. Qasimlo û xalên “Sîmaya Demokrat” wekî pirensîpên endamekî/e hizbê darêt, ku dibe watayê bide bîrkirin û reftar û kirdara her takekî/ê.
Wî jêve bû ku Demokrat ji girêdayîbûnê bêzar e, û demokrat nasyonalîsteke berçavteng nine, Demokrat bo nehêlana stema neteweyî xebatê dike, Demokrat bawerî bi resaleta dîrokî ya PDKÎ heye. Hekî em dêna xwe bidin naweroka deq û gotar û gotûbêj û daxuyaniyên wî, ji me re îsbat dibe ku şêwaza karê rêkxistinî ê Dr. Qasimlo gotartewer bû, bi wateya gotareke demokrtaîk û şoreşgerane û hevdem nûxwazane, ku encama wê bibe perwerdekirina tak wate kadr, pêşmerge, endam û alîgirên hizba xwe. Wateya berfirehtir ya vê perwerdehiyê ew bû ku hewleke hemû aliyane dida, da ku tevgera neteweyî ya Kurd li Kurdistana Rojhelat, di rewşa demokrasiyê nederkeve û “sîmaya demokratîk” ya tevgerê parastî bimîne.
Di asta Kurdistanê de jî, Dr. Qasimlo li ser vê baweriyê bû ku hemû hizb û aliyên siyasî ên Kurdistanê li hemberî pirsa neteweyî de berpirsyariya hevpar hebûne, dîtingeheke exlaqî bi wateya bawerdarbûna bi pirensîpên xebateke rewa.
Cuda ji qada gotara wî, qada piraktîkê ya Dr. Qasimlo nîşanderê siyaseta rastbînane û rengûrûyê piragmatîstî ya Dr. Qasimlo bû. Di vê derheqê de ku berdewam di hizra sazdana hevpeymaniyê û yekxistina hêzên dijber ên Komara Îslamî bû.
Dr. Qasimlo gellek hewl da ku di nava rêkxirawên opozisyona Îranî ku di van salan de, di navxwe ya Îranê de bûn, û carê neketibûne ber xezeba siyaseta serkutkarane ya rejîmê, hevpeymanî û yekîtiyekê pêk bîne, bo vê meremê digel gellek ji wan pêwendî girt û amadekariya vê jî kir, ku PDKÎ li bajarê Mehabadê wan kom bike, û bi pilatformeke diyarîkirî bo xebat li dijî rejîma Komara Îslamî wan organîze bike. Lê rejîm ku agehdarî van hewlan bû, êrîş kire ser Mehabadê. PDKÎ jî bona vê ku xelkê bajar nehêne kuştin, biryar da ku hêza pêşmerge ji bajar vekişîne, di encam de hêzên rejîmê Mehabad girtin, û bi vî rengî civîn ser negirt.
Piştre jî heta wan demên ku wekî serdan diçû Ewropayê, hemû derfetek bo yekrêziya opozisyona Îranî vediguhast, heta di dawiyê de “Şoraya Millî ya Muqawimet” li dervey welat pêk hat, ew şêvra, ji komeke alî û kesayetî û rêkxirawên opozisyona Îranî pêk hatibû, ji wan Mucahidînê Xelq û Benî Sedr, ku ji serkomariyê hatib avêtin, û xwe gehandibû Parîsê. Herweha PDKÎ ku endameke çalak a vê şêvrê bû, lê mixabin ew hevpeymanetî jî bi sedema kêşeyên navxweyî, û yek ji wan kêşeyan, xwe wekî mêhwerzanîn û reftara nedemokratîk ya Mucahidînê, piştî çend salan hilweşiya.
Dr. Qasimlo her bi vê redeyê ku di xebata li dijî Komara Îslamî de cidî û bibawer bû, her bi vê redeye jî bawerî bi çareserkirina aştiyane ya pirsa Kurd hebû. Di vê derheqê de, û di 20-ê Sermaweza sala 1358-an a Rojî de, bi tekoşîna Dr. Qasimlo û bi beşdariya heyetekê, Desteya Nûneratiya Gelê Kurd li Mehabadê pêk hat.
Vê heyetê çendîn hizbên Kurdî û xeyrî Kurdî bi xwe ve digrtin, û bi hev re digel rejîmê dest kirin bi gotûbêjan. Gotûbêj bo heyama çend mehan berdewam bûn, û di vê heyamê de çend caran heyeta hikûmetê digel Heyeta Nûnertiya Gelê Kurd ku Dr. Qasimlo berdevkê wê bû, civîn hebûn, lê rejîmê wê demê gellek riyakarane rewşa agirbes û gotûbêjan di berjewendiya xwe de bi kar anî, û hêza şirr a xwe rêk xist, û êrîş kire ser bajarê Mehabadê û herêmên di bin deshilata hêzên Kurdî de.
Piştî bi salan rejîm ku di cewherê xwe de li dijî beha û nirx û van têgehan e, ku bawerî pê hebû, carek din pirensîpa aştîxwazane a Dr. Qasimlo wekî derfetekê bi kar anî. Di bin navê gotûbêjê de pîlana terorkirina fîzîkî bo darêt, û navbirî tevî Ebdullah Qadirîazer endamê Komîteya Navendî û berpirsê ofîsa nûnertiya PDKÎ li Parîsê li 13.07.1989-an de şehîd kirin.
Di rastî de Dr. Qasimlo paşxaneke hizrî û siyasî ya wisa jê bi cih maye, ku ji bo me di nava PDKÎ de û ji bo tevgera neteweyî-demokratîk a Rojhelat sermaye û remzeke nemir e.
Ez bi bîr tînim ku Dr. Qasimlo di goatrekê de bi navnîşanê terorîzm ji dîtingeheke cuda ve, ku bo konferansa “teror û rewşa mirovane” nivîsandiye, û di roja 16-ê Desambera 1986-an de, li vir (li Parîsê) bi rê ve çû, boçûna xwe derheq terorîzmê û berbirûbûnê dixe rû.
Ji dîtingeha Dr. Qasimlo ve terorîzm hekî tê wateya êrîşa li ser jiyana azadane û xelkê bêtawan, PDKÎ li gora pirensîpa xwe wê ret dike, û li dijî wê disekine. Bi boçûna Dr. Qasimlo nirxandin û pênaseya Rojavayiyan bo terorîzmê ne di cihê xwe de ye, û ew yek jî xebata li dijî vê diyardeyê bizehmet dike. Pêşniyara Dr. Qasimlo ji bo Rojavayiyan bi vî rengî bû:
“Dema vê hatiye ku em van cudahiyan bidin aliyekî, û giringiyê bidin, nirxên jiyana mirov di Rojhelata Navîn, jiber ku nabe tenê bîr ji ewlehî û berjewendiyên xwe wek rêkarekê bikin, ew li ser vê baweriyê bû, ku dibe di warê siyasî û exlaqî de piştevaniya van tevgeran bikin, ku hawara xwe bo terorê nabin û eva jî şêwazeke bo berbirûbûna terorîzmê.
Niha jî ku sî sal bi ser terorkirina Dr. Qasimlo re derbaz dibe, teror pênaseyeke neguher û di kiryarê de siyaseteke fermî ya Komara Îslamî ye. Di rastî de teror bi wateya xwe ya berfireh, beşek e ji urfa siyasî û bingeha fikrî ya vê rejîmê.
Hekî Dr. Qasimlo li ser vê baweriyê bû ku dijminê yekem ê terorîzmê demokrasî ye, li ber çavên we hemiyan e, Komara Îslamî jî ekter û palpiştê yekem ê terorîzmê ye di cîhanê de.
Terorîzma Komara Îslamî ne tenê ewlehî û nasnameya neteweyên Îranê û jiyana çalakan û xebatkarên opozisyona rejîma Îranê kiriye armanc, belku mêjve ye, ku dervey sînoran jî bi xwe ve girtiye. Vê rejîmê toreke berfireh a terorîstî di welatên herêmê û heta li Rojava jî rê xistiye.
Ya ku em li Îraq, Yemen, Sûriye û Lubnan û herêmên din ên Rojhelata Navîn dibînin, encama vê siyasetê ye. Rejîm bi pêkanîna şerê piroksî û firqeyî û damezrandin û amadekirina deyan rêkxiraw û hêzên milîşayî, ewlehî, û tenahiya herêmê ji nav biriye. Di heyama çend salên borî de di her yek ji welatan de bi dehan û sedan hezar kes bûne qurbanî û bi molyonan kesî jî awareyê welatên din bûn. Bi vî awayî têçûyeke zêde a emnî, siyasî, û mirovî, bo herêmê li pey xwe hebûye û jêrxana aborî û civakî a van welatan hilweşandiye.
Ya ku wek siyaseta herêmî ya Îranê tê dîtin, dirêjkiriya siyaseta vê rejîmê ye di navxwe de. Niha Komara Îslamî ji bilî serkutê nebe, şiyana çareseriya kirîzên kelekebûyî nine. Tu destebendî û gotarek ku şiyana derbazkirina rejîmê ji vê binbestê hebe tuneye, û her hemû jî hatine ceribandin. Serhildana neteweyên Îranê îşreya bi vê binbestê ye.
Aliyê kêm di çend salên borî de çend pêlên nerazîbûnê û serhildanê li dijî rejîmê serî hildane, û ji zarê bepirsan ve bi erdheja siyasî hatiye şibihandin, lê bi sedema bikaranîna hêza serkutê, eva heyamek e ku hatiye vemirandin. Zêdetir ji 1500 kesî di meşên nerazîbûnê de hatin birîndarkirin, yan jî bo girtîgehan hatin şandin, û pêla girtin û bêserûşûnkirinê heya niha jî berdewam e. Hevdem li aliyê din ê sînor û li Îraqê, serhildana bi hezaran kesî di vî welatî de, ku bi armanca derbirîna nerazîbûnê li dijî hikûmeta xwe û siyaseta destêwerdanê a Komara Îslamî li welatên wan de serî hildaye, bi riya girûpên milîşayî ên ser bi rejîma Tehranê ve tê serkutkirin, û heman çarenûsa xelkê serhildêr ê Îranê bûye para wan.
Digel vê ku cewherê dijîmirovî a Komara Îslamî ji bo hemû aliyekî rohn e, lê mijara berjewendiyan weha kiriye ku hejmarek ji welatên Rojava vê rastiyê berçav negrin. Di demekê de ku tekoşînê dikin mîkanîzmekê bibînin ji bo derbazbûna rejîmê ji kempeyna zext û givaş û dorpêçên Amerîkayê, rejîm berevajî di van welatan de, mijûlî darêtina pîlanên terorîstî ye.
Di vê qonaxa hestiyar de ku komdengiyek li dijî siyastên navçeyî ên Îranê pêk hatiye, û neteweyên Îranî li dijî wê rejîmê rabûne ser piyan, pêkanîna hevalbendiyeke cîhanî li hemberî vê rejîmê hewcehiyeke dîrokî ye. Herwek çawa hevpeymaniya navneteweyî li dijî DAÎŞ-ê pêk hat, hewce ye ku hevpeymaniyeke bihêz li dijî terorîzma dewletî ya rejîma Îranê jî bê pêkanîn, û alîkariya xelkê serhildêr ê Îranê bê kirin, bona ramalîna vê rejîmê.
Bêguman tenê di nemana Komara Îslamî ya Îranê de ye, ku çê dibe mirov bixêrhatineke mirovatiyê bo serdema aştî û aramiyê li herêmê de bike.
Herweha niha demeke baş e, bona vê ku dewleta Otrîşê (Nemsayê) dosiyeya terorkirina Dr. Qasimlo li Viyenê de bixe ger, û bi vî rengî ji aliyekî ve cubrana kiryarên neyasayî û naexlaqî ên şandina terorîstên Îranî ên vê bûyerê bo Tehranê bi bê dadgehîkirin bike, ku xwasteke sereke ya Kurd bi giştî û PDKÎ bi taybetî ye, û ji aliyekî din ve ji vê riyê ve, zext û givaşên li ser rejîma Komara Îslamî zêdetir bike.
Yad û bîra Dr. Qasimlo jî, wekî hemû ewên ku di riya azadî û jiyandostî û dabînkirina mafên neteweyî û demokratîk de bûne qurbaniyê terorîzma dewletî ya Komara Îslamî, bilind û heta-hetayî be. Ji aliyê rêberatiya PDKÎ hizba Dr. Qasimlo ve, em spasiya xwe pêşkêşî enstîtûya Kurd li Parîsê, bi taybetî Dr. Kendal Nezan dikin, bo pêkanîna vê bîranînê.
Herweha spas bo we heval û hevbîrên Dr. Qasimlo