Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şaristana Şino’ yê

18:54 - 7 Gulan 2012

Mecîd Cinîkanlû
Navê bajarê Şinoyê li Kêl û belgeyên dîrokî de, wek Ûşno, Eşne, Eşnonak û Eşîno hatiye nivîsandin ku tê wateyên gelî, giyayê Dovale û Kel.

Li ser kêla Korûşê Hexamenişî Şahê Îrana kevinar bas ji herêmekê bi navê Ûşnonak hatiye kirin, ku yek ji mezintirîn piştîvanên navhatî bûne.
Şino yek ji bajarên sînorî yên Parêzgeha Urmiyê li rojhilatê Kurdistanê ye. Şaristana Şinoyê li du bajarên Şino û Nelos û herweha du herêmên bexşa Navendî û bexşa Nelosê pêk tê ku bexşa navendî ji du dêhistanên Şinoya bakûr û Deştebêl, û bexşa Nelosê jî, ji du dêhistanên Şinoya başûr û Hêq, pêk tê ku pitir ji 77 gundan e.

Nifûsa wê Şaristanê li gorî Serhejmêriya sala 1385’an a Rojî 63.798 kes e, ku 32.184 kes Mêr û 31.614 kes Jin in. Pêka serhejmêriya sala 1388’an hejmara giştî, nifûsa wê Şaristanê 99hezar kes e. Navbera navenda Şaristana Şinoyê û Bajarê Urmiyê 70 kîlometir e. Şaristana han ji aliyê bakûr ve tevî Şaristana Urmiyê, li başûr tevî bajarê Nexedê, li rojhilat tevî gola Urmiyê û li rojawa tevî Başûrê Kurdistanê hev sînor e. Hejmara nifûsa bajarê Şinoyê pitir ji 32 hezar kesî ye.

Xelkê herêmê hemû Kurd in û bi du zaravayên Kurmanciya jorîn û jêrîn dipeyvin. Kurdên herêmê hemû musilman in.

Bajarê Şinoyê bajarekî gelek xweş û dilrevîn e, û ev bajar seba hebûna baxên Fîqiyên Gêlasê di Îranê de, bi bajarê Gêlasê hatiye naskirin.

Navê bajarê Şinoyê li Kêl û belgeyên dîrokî de, wek Ûşno, Eşne, Eşnonak û Eşîno hatiye nivîsandin ku tê wateyên gelî, giyayê Dovale û Kel. Li ser kêla Korûşê Hexamenişî Şahê Îrana kevinar bas ji herêmekê bi navê Ûşnonak hatiye kirin, ku yek ji mezintirîn piştîvanên navhatî bûne.

Ji girîngtirîn şûnwarên dîrokî yên bajarê Şinoyê em dikarin îşarê bi Kêla bi nav û deng ya Kêle Şînê bikin ku bilindahiya wê 170 santîmêtr e, û bi 2 zimanê Ûratorî û Aşûrî li ser Kêla han hatiye nivîsandin ku vedigere bo sedsala 8’ê a berê Zayînê. Tê gotin ku ev Kêl 900 Salan pêş Texta Cimşîd bi fermana Îşponya Şahê Ûratoran li bilindahiyên Rojavayê bajarê Şinoyê li Sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hatiye danîn, û herwisa Kêlên Mirina Karwan û Çişme Gol li Mozexaneya Bajarê Tehranê, yên vê herêmê ne.

Li piraniya pirtûkên dîrokî ên bajarê Şinoyê de, wek bajarekî bi Baxat û bedev ku avekî zaf heye, nav ji vî bajarî hatiye birin. Êbn Heqûl li pirtûka xwe ya bi navê Nizhet El Qolûb li sed sala 4’ê a koça Mangî de, bi nivîsîna 11 xetan li ser Şinoyê bas ji xweşî û giringiya wî bajarî dike.

Xelkê herêmê bi giştî mijûlî Çandinî, Ajeldarî û herwisa kasibiya li ser sînor in. Herêma Şinoyê xwediyê gelek erd û zewiyên baş ji bo çandiniyê ye, û yekem cîgareya Îranî bi navê Wîje bi Tûtina wî bajarî hatiye çêkirin.

Li herêmê de pitir ji 5 hezar hektar baxên Sêv, Gîlas, Qeysî, Gîz û...hwd hene, ku Gîlas wek baştirîn fîqiyê li herêmê tê naskirin. Herwisa li herêmê Genim, Nok, Silq, Sêvik û li hin cihan de Birinc jî tê çandin.

Li herêma Şinoyê gelek cihên dîrokî hene ku salane bi hezaran kes ji xelkê Îran û kurdistanê serdana vê herêmê dikin. Hin cihên dîrokî û seyrangehên herêmê navhatî ne ji:
Parka Qelatûk, parka Ferhengiyan, baxên derdora bajêr, geliyê rûbarê Gelazê, seyrangeha Mîrawa, Kêla Kêleşînê, Kela gundê Sînganê.

Herêma Şinoyê gelek kesayetiyên mezin û mamostayên welatperwer hebûne û hene, û gelek kesên mezin ji wî bajarî hilketine.

Mîrza Mehmûd Xetatî, Şêx Seyîd Tacedîn Şinoyî, Hacî Mela Şêx Cesîm Kurdî, Şêx Ehmed Kor û bi dehan kesayetiyên welatperwer ji wî bajarî hilketine, ku hemûyan li rêya azadî û Kurdistaniyê de xebatekî zaf kirine. Li serdemê Komara Kurdistanê li sala 1945’ê li bajarê Mihabadê gelek ji welatparêzên wî bajarî û xortên xebatkarê kurd li wî bajarî beşdarî di refên Pêşmergeyên Komara Kurdistanê de kirin û li riya parastina Komarê de gelek xebat kirin.

Bajarê Şinoyê li cem Kurdên rojhilatê Kurdistanê wek bajarekî pîroz tê mêzekirin. Simayîl Axayê Şikak rêberê şoreşa Kurdan li rojhilatê Kurdistanê li sala 1930’an a zayînî li wî bajarî li bûseyekî hêzên Dewleta wê demê a Îranê de hat Şehîdkirin.

Kurdên Şinoyê li rêya azadiya Kurdistanê de gelekî xebat kirine û di wê rêya Pîroz de gelek xortên xwe yên welatparêz pêşkêşî baregeha azadiya Kurdistanê kirine.
Niha jî xortên xebatkarê wî bajarî li nava partiyên Siyasî yên Neteweya xwe de, bi awayekî gelek çalak mijûlî berxwedanê ne, û jibo rizgariya kurdistanê li dana tu nirxekê xwe naparêzin, lewra li cem xelkê rojhilatê kurdistanê bajarê Şinoyê wek bajarê Şinoya Dilsoz hatiye naskirin.