Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

1100 nexweşîn Talasêmî bi sedema destnekevtina derman li Îranê canê xwe ji dest dane

11:13 - 8 Gulan 2024

Li heyama 6 salan de bi sedema destnekevtina dermanên hewce bo nexwşên “Thalassemia” zêdetir ji hezar û 100 nexweş canê xwe ji dest dane û rêjîmê jî ti pêngavek bo dabînkirina dermanan hilnegirtiye.

Serokê Encumena “Thalassemia” ya Îranê “Yûnis Ereb” daye zanîn ku %40 a nexweşên “Talasîmî” li Îranê bo zindîmanê hewcehî bi hinek dermanên taybet hene û ji sala 1397 a Rojî ve heta niha hezar û 100 nexweşên Talasêmî (Her salê zêdetir ji 260 kes)bi sedema destnekevtina dermanan canê xwe ji dest dane.

Rêjîm Îslamiya Îranê bo çewtekarî, îdia dike ku bi sedema dorpêçan nikare wan dermanan bikire lê dorpêçên bi ser rêjîma Îranê, warê xwarin û dermanan li xwe nagire û destnekevtina derman bi sedema “xemsarî, girîngînedan bi canê nexweşan û herwisa diyarînekirina ti bûdceyek”ê ji aliyê rêjîma Îranê ve bûye.

Ji aliyê din ve rêjîmê bizanebûn ew derman ji derve hawirde nekirine ku li navxwe de wan dermanan berhem bînin ku heta niha nojdarên li Îranê bi sedema nebûna zanista hewce û herwisa madên bingehîn ên wan dermanan nekarîne wan dermanan berhem bînin.

Pêka gotina pizîşk û nojdaran, dermanên “Exjade, hydroxyurea, Deferasirox, Deferiprone û Ferriprox” dermanên herî hewce bo nexweşên Talasîmî ne, lê rêjîma Îranê wan dermanan hawirde nake û tevî ku beşek ji wan derman li Îranê de têne berhemanî bi qasekî kalîteya wan nizm e û bi qasekî paşhatên xirab ên xwerina wan dermanan hene ku êdî nayêne bikaranîn.

Pêka gotina “Fatimê Haşimî Refsencanî” ya seroka Damezraveya Xêrxwazî ya Nexweşiyên Taybet, li rewşeke wiha de ku destnekevtina dermanan bûye gefek micid li ser canê nexweşan, wezareta Tendirustî bi cihê dabînkirina derman biryar daye ku amara canjidestdana nexweşên taybet, perdepoş bike.

Li Îranê de zêdetir ji 23 hezar nexweşên tomarkirî yên Talasêmî hene ku pitir zarok in û bi piranî jêr temenê 18 saliyê de ne, bi sedema nebûna dermanan canê xwe ji dest didin û heta nexweşên Talasêmî yên temen 60 salî jî hene ku niha canê wan li metirsiyê deye.

Roja 19ê Banemerê anku 8ê May, roja cîhaniya nexweşên Talasêmî ye.