Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seba nezanî di birêvebiriyê de li Îranê kêmiya birinc heye

15:44 - 10 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Seba nebûna birêvebiriyek pêşkevtî, tevî berhemanîna zaf a birinc di 16 parêzgehên Îranê de, xelkê Îranê tûşî kêmiya bûye.


Li gor nûçegihaniya “Mêhr”, Parêzgarê Mazenderanê ragihand ku tevî berhemanîna birinc di 16 parêzgehên welat de, hêj kêmiya birinc li welat de heye.

Navbirî nebûna avdêriya modern, nebûna birêveberiyek baş bo kar û bar û çavkaniyên avê, dabînnekirina hewcehiyan di dema xwe de bo navendên werzêriyê û çandiniya sunetî ji sedemên kêmiya birinc û kêmasiya werzêriyê di welat de da zanîn.
Herweha Parêzgarê Gîlanê got heya niha jî makîneyên pêşkevtî ên hewce bo karê werzêriyê di welat de ninin û vê yekê jî karê kedkaran pirr zehmet kiriye.
Navbirî bi vê rewşê xweseriya berhemanîna birinc di Îranê de bidûr da zanîn.