Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresima dawîn xatirxastin li termê Nesirîn Qasimlo

10:14 - 18 Adar 2023

Li bajarê Parîsa paytexta Firansayê, rêûresimek bo dawîn xatir xwastin li termê “Nesirîn Qasimlo” hevjîna şehîd “Dr. Ebdulrehman Qadimlo”, birê ve çû.

Roja Înê rêkevta 26`ê Reşemeya 1401`an, demjmêr 2:00 bo 3:00 paşnîvro, bi amadebûna “Hesen Şerefî” Endamê Navenda Birêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistanê û mamoste “Ebdula Hesenzade”, sîmayên naskirî yên Demorkatê û komek din li têkoşerên Demokratê, rêûresimek kêrhatî bo dawîn xwatir xastin li termê “Nesirîn Qasimlo” hevjîna şehîd “Dr. Ebdulrehman Qasimlo”, sekreterê berê yê PDKÎ û rêberê navûdeng yê bizotineveya Kurd birê ve çû.

Di rêûresima biax spartina “Nesirîn Qasimlo” de, Dr.Kendal Nezan û Firêdirîk Têso dostên PDKÎ û herwisa,malbata “Dr. Qasimlo” û komek li endamên PDKÎ amadebûn û bi danîna deste gulê li ser termê “Nesirîn Qasimlo”, yad û navê navbirî bilind hat ragirtin.

Herwisa biryar e di heyama rojên bê de, termê “Nesirîn Qasimlo” li goristana “Kilamart” a li derdora Parîsê paytexta Firansayê biaxê bê spartin.

“Hêlên Kirolîş” naskirî bi (Nesirîn Qasimlo), hevjîn, heval û hevhizrê “Dr. Qasimlo” Sekreterê berê yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, berwarî roja Înê 10`ê Reşemeyê, li temenê 89 saliyê de li bajarê Parîsê koça dawî kir.