Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî yên bi hilkefta roja Ala û Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam in Li berdewamiya wan çalakiyan de, li wan cihane jî şahidê karê teblîxî bi hilkefta 26ê Sermawezê bûn e

11:42 - 16 Kanûna pêşîn 2025

Li bajarê Mihabadê li Baxê Şaygan û gundên “Qulesen, Befrewan, Qaziyawa, Kewter, Selîm Saxol, bazara Emîrawa derdora Miyandavê, çalakiyên berfireh bi rê ve çon.

Li bajarê Sinê li gundên “Ser Rêz û Berwerî” yê de Ala ya Kurdistanê hate bilind kirin.

Li bajarê Seqizê li gundê “Gewre Qela”yê çalakiyên berfireh bi rê ve çon û gora şehîdên Kurdistanê bi ala ya Kurdistan, logoya Hizba Dêmokrat û wêneyên “Dr. Qasimlo” hatine xemilandin.

Li bajarê Merîwanê li devera Komasî de jî çalakiyên berfireh bi rê ve çon.

Li bajarê Bokanê jî li kolan û şeqamên bajar de çalakiyên berfireh bi rê ve çon.

Li bajarê Rebetê jî çalakiyên berfireh bi rê ve çone.

Herwisa li bajarê Urmiyê li “Dizeya Mirgewer” de çalakiyên berfireh bi rê ve çon û Ala ya Kurdistan, logo ya Hizba Dêmokrat û Logo ya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê hatine bilindkirin û diwar bi dirûşmên taybet hatine xemilandin ku bûne sedema dilxweşî û keyfxweşiya xelkê deverê.