Ji aliyê Kumîteyên Hizba Dêmokrat li welatên Ewropayê de roja Ala û Pêşmergên Kurdistanê li rêûresmên bi şan de têne pîroz kirin û endam û alîgirên Hizba Dêmokrat û herwisa dostên Kurdan, kesayetiyên siyasî û Hizbên ji 4 aliyên Kurdistanê li wan rêûresman de beşdar dibin, heta niha li wan welatên cîhanê de rêûresim bi rê ve çone:
Li bajarên “Vêstros, Lîng Şopîng û Karlstad” li Swêdê, li Rojavayê Kanadayê, li welatê Holendê, li bajarê “Ostfold” û devera “Trondlag” li Norwêjê, li welatê Danmark û Fînlend û Birîtaniyê de bi rêûresmên bi şan, roja Ala Kurdistanê û Pêşmergê Kurdistanê hetne pîrozkirin û merasim bi rê ve çone.