Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ji bazên azad re, birîn baskên firînê ne

13:43 - 8 Kanûna pêşîn 2025

N. Serbest urmiye

 

Di dîroka bizava rizgarîxwaziya neteweyan de pir in gavên ku hebûn û wateya mirovbûnê ji nû ve pênase dikin. gavên ku êşa takekesî dibe sembola berxwedana gel. Di dîroka hemdem a Kurdistanê de ji, canfîdayên rêya azadiyê di vê rêye de derbas dibin û pêgeha mirovahî û mirovbûnê pênase dikin. xebatkarên ku parek ji laş û heyamek ji saxlemiya xwe gorî kirin, lê rê nedan ku îrade û rûmeta wan û gelê wan bişkê. Ew ne tenê şervanên li dijî zordestî û dagîrkeran in, belkû parêzvan û bîrhênerên dîrokekê ne ku neteweyekê ji bo parastina kiramet û rûmeta xwe afirandiye.

 

1. Birînên ku bûne belgeh bo dîrokê

Birînên Pêşmerge û şervanên Kurdistanê belgeyên nenivîsandî yên dîrokê ne, şahidiyên zindî yên ezmûna tundûtûjiya sîstematîk û berxwedan bo parastina nasnameyê li dijî dagîrkeran ne. Ew du rolên sereke dibînin: ya yekem, şahîdên rastiyên dîroka berxwedanê ne, ya duyem, selimînerê vê  vê rastiyê ne ku îradeya neteweyekê ji bo serxwebûn û azadiyê bi çi trzekê nahê sikandin.

 

2. berheqbûna siyaset û berxwedan, parastina şûnasê

Ji bo şirovekirina kesayetî û pêgeha canfidayên ku endamên laşê xwe gorî rêya azadiyê kirin,  divê ku rewşa siyasî û giştî ya Kurdistanê were şirovekirin. Gelê Kurd di Kurdistana dagîrkirî de, bi salan e ku li hember siyasetên zordestî, bişavtina netewetî û talankirina saman û çand û hunera xwe de li dijî dagîrkeran berxwe dide. Di vê derheqê de jî her pêngavek ku ji bo parastina nasnameya siyasî û neteweyî were havêtin, rengek ji berxwedanê tê hijmartin.

Canfîdayên ku endamên laşê xwe di vê rêyê de gorî dikin, dibin bingehên bihêz ji bo selimandina berheqbûna siyasî u exlaqî ya xebata rizgarîxwaziya gelê Kurd û sembola xebataê bo nifşên piştî xwe.

 

3. Birînên ku dibin rûmet bo mirovan

Armanc di tevgerên rizgarîxwaziyê de, ne tenê serkeftina siyasî ye, belkû vegerandina rûmeta mirovan, merema serke ye. Sembola vegerandina vê rûmetê jî canfîdayên nivîşkan yên Kurdistanê ne. Berxwedana li hember êş û janan û ji nû ve rabûna ser pêyan, daxuyaniyeke herî girîng û pir wate ye ji bo ku bide zanîn ku azadî ne tenê siyaset, belkû hewcehiya mirovahiyê û mirovbûnê ye.

Birînên wan desthilatê bi komek  pirsên bingehîn re ber bi rû dikin: Çima divê parastina ziman û nasnameyê bi bihayê tenduristî û jiyanê be? Çawan neteweyek neçar dibe ku ewqas êşê bikişîne? Ev ew pirs in ku bingeha şirovekirina siyasî ya pirsa Kurd pêk tînin.

 

4. Mêrxasên Dilovan

Yek ji taybetmendiyên xebatrarên nivîşkan ên Kurdistanê dilnizmiya wan e li hember dîrok û gelê wan de. Ew ji jana birîna ne wekî sermayeyek takekesî, wekî beşek ji sermayeya exlaqî ya neteweyê mêze dikdin. Ev dilnizmî parêzerê hevsengiyekê ye di civakê de. Xebata wan  berpirsiyariya exlaqî dide nifşan piştî wan û têkoşîna li dijî zordariyê didomîne.

 

5. Pêşeroa ku dibê berpirsiyar be

Ji bîrçûn derdê herî giran e ku gefê ji gelên birîndar dike. Bi bîranîna xebatkarên ku di rêya azadiya gel de nivîşkan bûne, pitir ji erkeke exlaqî, pêdiviyeke siyasî û neteweyî ye û tê wateya parastina dîrokê û nehêştina dubarebûna birînan.

 

Encam

Xebatkarên nivîşkan ên Kurdistanê "bazên azadiyê" ne ku birînên wan ne dawiya rê, belkû destpêka firînek nû ne. di heman demê de beşek ji dîrok û şûnasa gelê xwe ne, di heman demê de jî stûnên exlaqî yên pêşeroja Kurdistanê ne. Her gava ku Kurdistan azad be, berhema birînên van bazên birîndar û xwîna hevçeperên wan yên Şehîd e.