Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

24 gundên bajarê Îslam Abad a Xerib ji ava wexwarinê bêpar in

22:31 - 17 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: 24 gundên bajarê Îslam Abad Xerib bi sedema xemsariya berpirsên rejîma Îslamî a Îranê, ji xizmetguzariya ava wexwarinê û sîsteme boriyên avê bêpar in

Nûçegihaniya Kirmanşanê bilav kir, serbarê ewê ku bajarê Îslam Abad a Xerib çavkaniyekî berbilav ya ava xwezayî heye, lê 24 gundên ser bi vî bajarî ji ava wexwarinê bêpar in û li wî warî tu cure xizmetguzariyek bo nehatiye kirin.

Bêparbûna hemwelatiyan û akinciyên wan 24 gundane di demekê deye ku berpirsên pêwendîdar ên rejîm ji vê arîşê hayîdar in û serbarê ewê ku erênên curbacur û berçav bi akinciyên wan gundane dane, lê tu hewlek ji bo çareseriya wê pirsgirikê nehatiye dan.

Nebûna ava saxlem di pişkek ji gundên bajarê Îslam Abad a Xerib û naçarbûna hevwelatiyan bi wexwarina ava natendurust , hejmarek ji wan akinciyane tûşî nexeşiyên curbacur bûne û asewara nexweşiye bi wan ve diyar e.

Di encama nebûna ava saxlem hejmarek nexweşî weke Kolêra, Giraneta û tevjîn an sekesûrî tûşî mirovan dibin û çalakiya endamên kiliye, demar, cerg û henar aloz dike.

Komeleya giştî a NY di biryarnameya pejirandî a sala 2011”an, destpêregihştin bi ava saxlem weke beşek ji mafên mirov hesibandin e.