Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 469an a rojnameya Agirî ku ziman halê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

18:58 - 5 Gulan 2024

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, helwêstên Hizba Dêmokrat û gotarên nivîskar û xebatkaran û nûçeyên mafê mirovî û mijarên cuda cuda hatine weşandin ku mijar û gotarên vê hejmara Agirî wiha ne:

Li rûpela 1 a 469 emîn hejmara Agirî de çend peyam û daxûyaniyên Hizba Dêmokrat û Berpirsê Navenda Giştî a Hizba Dêmokrat dikevne ber çav, wek: Mistefa Hicrî: “Sepandina cezayê bidarvekirinê bi ser Tûmac Salihî, berdewamiya siyaseta rêjîmê bo tepesrerkirin û jinavbirin dijber- an e”. Peyama Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 12ê Banemer, Roja xwendekarê Kurd. Peyama rêzdar Mistefa Hicrî bi hilkevta roja cîhanî a Kirêkar.

Rûpela 2 a hejmara nû a Agirî hatiye terxankirin bo deqa Peyama Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 12ê Banemer, Roja xwendekarê Kurd.

Rûpelên 3, a vê hejmara Agirî de deqa herduk peyamên Peyama rêzdar Mistefa Hicrî bi hilkevta roja cîhanî a Kirêkar, û peyama Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li derheq hikmê bidarvekirina Tûmac Salihî.

Rûpela 4 ê de Gotara “Şehîd Simayîl Şerîfzade, sîmaya 18 heyv berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê” ji nivîsa Nasir Salihî Esil dikeve berçav. 

Rûpela 5ê de gotara: “Rejîma destdirêjîkeran” ji nivsîna Elî Munezemî.

Rûpela 6an a 469 emîn hejmara Agirî de gotarek li jêr nave “Rewşa aboriya Xorasanê” ji nivîsa Rojan Kurmanc hatiye çapkirin.

Rûpela 7ê de gotara: “Alman zêdetirî berê girîngiyê dide çand û zimanê Kurdî!” ji nivîsa Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî tête dîtin.

Rûpela 8 de gotara: “Çanda daxwaza lêborîn kirinê” ji nivîsa Vênûs Fayîq.

Rûpela 9 ê de gotara: “Rengê Xwedanî Li Ser Desthelatê” ji nivîsa Hasan Harranî dikeve berçav.

Rûpela 10 ê hatiye terxankirin bo gotarekê li jêr nave “Rewşa Kedkarên Kurd li roja Cîhanî a Kedkaran de” ji nivîsa Nûredîn Sofîzade.

Rûpela 11 ê a 469 emîn hejmara Rojnameya Agirî de çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rejîma Îranê li Kurdistan û Îranê de hatine weşandin.

Rûpela 12ê anku dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî, vê carê dîsan hatiye terxankirin bo postêrekê li derheq salvegera şehîdbûna Simaîl Şerîfzade li xebata çekdariye sala 1346an a Rojî ku ev roj wek roja Xwendikarên Kurd hatiye diyarîkirin, Postêr li jêr nav û diruşma “ Şehîd Smayîl Şerîfzade hêma û rênîşanderê xebata xwendikarên Kurd” dikeve ber çavê xwênerên hêja, Ev postêr bi keda Serbest Urmiye hatiye dîzayînkirin û kêşan.

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin û weşandin.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.