Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê kolberekî temen 40 salî, li sînorê bajarê Banê de kuşt

16:59 - 5 Gulan 2024

Hêzên dije mirov û hov ên leşkerî yên rêjîma Îranê li sînorê Banê de li roja Çarşemî û Pênşemiya heftiya derbasbûyî de 2 kolber bi teqeya rasterast û bê agehdarkirina berê û bi gulleyên şer, kuştine.

Pêka rapora ajansa “Kurdpa”yê, roja Pêncşemî 13ê Banemerê, “Celal Sohrabî” yê temen 40 salî, xelkê gundê “Tajan”ê ser bi bajarê Banê, li encama teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên rêjîma Îranê de li sînorê “Sor Kêw”ê ser bi bajarê Banê, hate kuştin.

Pêka vê raporê, ew kolbere xêzandar û bavê 2 zarokan bûye, navbirî li sala derbasbûyî de jî li encama teqeya rasterast a hêzên hov û dije mirov ên leşkerî yên rêjîma Îranê, bi dijwarî birîndar bibû.

Termê wî kolberî bo nexweşxaneya bajarê Banê hatiye veguhastin.

Li vê derheqê de jî roja Çarşemî 12ê Banemerê, kolberek ê bi navê “Hêmin Ehmedî” yê xelkê bajarê Seqizê li encama teqeya hêzên leşkerî yên rêjîmê li sînorê “Bestam”ê ser bi bajarê Seqizê, canê xwe ji dest dabû.

Pêka rapora Kurdpayê, hêzên leşkerî yên rêjîmê li mewdaya nêzîk ve teqe li singê “Hêmin Ehmedî” kiribûn, termê wî bo nexwaşxaneya “Şefa” ya bajarê Seqizê hatibû veguhastin.

Ew kolbere xelkê gundê “Karêze”yê ser bi bajarê Seqizê, xêzandar û bavê zarokekî bû.