Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Adem Gewerî: Di Rojhilata Kurdistanê de, di van dawiyane de, nûçeya şer û şehîdbûnan me bihîst. Di vir de ez serê rêz û hurmetê di hemberî şehîdbûna wan de ditewînim

15:22 - 19 Şibat 2017

H: Selîm Zencîrî

Pirs: Cuda ji siyaseta serkut û zulm û zordariyên dewleta Tirkiyê, wekî aliyekî kêşeyê, hûn wekî Kurdek û parlemanterekî HDP`ê şaşiyên aliyê Kurd û bi taybetî HDP`ê di çi de dibînin, di vê heyamê de, bi baweriya we, we dikarî çi bikin ku bikarin pêşiya wan aloziyan bigrin, lê we nekiriye?

Bersiv: Li ser hemû siyasiyan û parlemanterekê ferz e ku hisaba kar û siyaseta piratîkê bide gelê xwe, lewra em kêfxweş in, ji wan rexneyên ku gel li me dike, lê kêşeya Kurd û sepandina şer û aloziyê li Bakur venagere ser kêmasî yan şaşiyên me, belku vedigere ser hişmendiya dewletê.

Jiber ku dewleta Tirkiyê jî wekî hemû dewletên dagîrkar di hemberî gelê Kurd de, siyaseta înkarê bi rê ve dibe, û naxwaze ku gelê Kurd bigîje azadiyê, û li ser xaka xwe bibe xwedî statû, û nasnameyekê. Mixabin Kurd di warê siyasî, çandî, aborî û civakî de di rewşeke gellek xirap de ye, û di rewşeke weha de em jî nikarin, siyaseteke azad û demokratîk pêş bixin û bersivder bin, lewra di gellek aliyan de, em jî wekî HDP dikevin nav tengasiyan de, û em nikarin bersivderê wan hemû kêşe û aloziyan bibin.

Nexweştir ji hemiyê jî, ew e ku em nikarin gelê xwe di hemberî wan hemû zulm û zordariyan de biparêzin û bergiryê ji wan bikin. Lewra rexne li ser me heye, û gazinde lî me hene, û me jî hajê heye, lê bona vê ku em bikarin siyaseteke baş peyrew bikin, dibe destpêkê de, em hewlê bo rizgariya gelê xwe ji vê bindestiyê bidin, û wan azad bikin, û çareseriyeke aştiyane bibînin. Piştre bi peyrewkirina siyaseteke çend dengî û çend rengî, em bikarin bi hev re bersivderê wan hemû kêmasî û aloziyan bin.

Pirs: Hekî HDP`ê beşdarî di hikûmeta AKP de kiriba, gelo te jêve ye, wê ew rewşa nebaş ji bo HDP`ê hatiba pêş?

Bersiv: Belê her digihîşte wê rewşê, jiber ku îmkan nebû ku HDP bikarîba di vê hikûmeta hevbeş ya AKP`ê de cih bigre û dewamê bîne.

Lewra bo agehdariya we, AKP jî ew yek nedixwast, û bi dil ew yek nedixwast ku hevalbendiya wê bi Kurd re hebe. Lê xwezî HDP`ê jî pêşniyara beşdarîkirina di hikûmetê de ret nekiriba. Ez jî wekî we, wê helwetsa HDP`ê rexne dikim, û bi baweriya min mumkin nebû ku AKP wê hevalbendiyê digel îradeya gelê Kurd pêk bîne, heya hekî HDP`ê qebûl jî kiriba, çend roj û mehan zêdetir dewam nedikir, û AKP`ê wê ew hevpeymanî têk bidaba, jiber ku Erdoxan, pêwîstî bi vê hebû ku yek alî bibe deshilatdar. Bo gihşîtina bi vê armancê jî, êrîş kire ser gelê Kurd û navçeyên wê.

Lê ji aliyekî din ve, ew îmakn hebû ku hereketa gelê Kurd bersiva vî şerî nede, û bi îradeya xwe pêşiya vê siyaset û kosepta Erdoxan bigirtiba, û wê demê HDP jî nedikete nava tengasiyeke bi vî awayî de, û me jî wê bikarîba di hilbijartina 1`ê Mijdarê de, ku bi rê ve çû, zêdetir ji dengên xwe, me deng bi dest xistiban, û bersiveke baş daba vê konsepta şerê AKP û Erdoxan, lê sed heyf û mixabin, ku me nekarî pêşiya vî şerî bigrin, û ew yek jî cihê rexneyê ye, jiber ku hekî me bikarîba pêşiya şer bigrin, me wê îmkana têkdana vê pilana Erdoxan û AKP hebûya.

Pirs: Hevserok û gellek ji parlemantarên HDP`ê hatine girtin û çavdêriyeke tund xistine ser we, gelo pilan û piropjeya we, wê çi be?

Bersiv: Emê siyaseta xwe bidomînin, ku li ser bingeha siyaseteke sivîl û demokratîk hatiye avakirin, û em kêmekê jî ji xwestekên xwe paşve venagerin.

Çiqas ji me bigrin û zîndanî jî bikin, ji hêza me kêm nabe, û emê her serkevin. Helbet ew yek hunera HDP`ê nine, belku îradeya gelê Kurd e ku hişyar bûye, û xwedîtiya maf û azadiyên xwe dike, û hekî pêwîst bike, wê canê xwe jî li ser danê, da ku hebûna xwe biselimîne.

Ez xatircem im ku emê serkevin, lê bi raya min rewş wê hêla jî dijwartir bibe, û êdî Tirkiye gihandine nuqteyekê, ku derfeta xebata sivîl-demokratîk li jêr hukmê AKP û Erdoxan de nemaye, û ez hêvîdar im, ku em neçar nebin, ku riyên din bo xebatê bigrin pêşiya xwe.

Pirs: Çi riyekê hûnê bigrin pêşiya xwe?

Bersiv: Riyên aştiyane û sivîl gellek in, lê renge encama wê girtin û destbiserkirin be, renge em neçar bin ku bi awayê jêrzemînî û veşartî xebata xwe bidomînin, û riyên din jî hene ku naxwazim bi hêsanî navê wê bînim, û dizanim ku bi dehan sal e li Kurdistan û çiyayên Kurdistanê şer û berxwedaneke çekdarî heye, û hekî sîstemeke dîktatorî çê bû, gelê Kurd jî bê altirnatîv nine, û nabe, û bona vê ku hebûn û îradeya xwe bide qebûlkirin, û mafên xwe jî desteber bike, amade ye ku canê xwe jî gorî bike.

Pirs: Bi vê siyasetê AKP dikare ku Tirkiyê bigehîne aramiyê?

Bersiv: Ne, Ez pêşdaweriyê nakim, lê hekî şeytan û neyar jî bibe sedema xêr û xweşî û aramî û çareseriyê bo Tirkiyê, em wekî Kurd, emê qebûl bikin, û hekî AKP jî bikare bibe sedema çareseriyê, yekem car ez bixwe, ezê piştevaniyê jê bikim, û ezê daxwaza lêborînê jî bikim, lê hişmendiya AKP û Erdoxanê pawanxwaz û înkarker, hilgirê vê nine, ku bikare sîstemeke demokratîk berhem bîne, û Tirkiyê bigehîne aramiyê.

Pirs: Wekî dawî pirs, her yek ji parçeyên Kurdistanê bi awayekî di nava tekoşînê de ne, li Rojhilata Kurdistanê jî rûpeleke nû ji xebatê, bi nave RASAN`ê hatiye hildan, ez hez dikim, bizanim ku hûn li Bakur çawa li vê xebatê dinêrin?

Bersiv: Belê em agehdarî xebat û tekoşîna hemû perçeyên Kurdistanê ne, di pêxema bidestxistina maf û azadiya gelê xwe de, û bi çavê rêz û hurmetê ve, em li wê xebata wan dinêrin. Lê bi baş nizanim ku di cihê wan de biryarê bidim ku bila ew çi şêwazeke xebatê bi kar bînin. Bi taybetî di Rojhilata Kurdistanê de, di van dawiyane de, nûçeya şer û şehîdbûnan me bihîst. Di vir de ez serê rêz û hurmetê di hemberî şehîdbûna wan de ditewînim û şehîdbûnê li wan pîroz dikim.

Lê hekî îmkan hebe ku bi awayekî aştiyane li Rojhilat bikarin mafê xwe bi dest bixin, gellek baştir e ji vî şerê ku niha li Bakur de derbaz dibe. Herçend ku eva dagîrkar in ku bi hişmendiya dîktatoriyê, û pawanxwaziyê, şêweya xebat û berxwedanê bi ser me de disepînin, Îran jî amade nine, ku kêşeya Kurd çareser bike, lewra ez rêz ji tekoşîna Rojhilat û parçeyên din digrim, û hêviya serkevtinê ji wan re dixwazim, û dibêjme wan ku dilê me bi we re ye.