Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa hinek maşînan li Îranê ji sala 1400 heta 1403 , 13 qat bilind bûye

12:12 - 25 Nîsan 2024

Ticaret newsê li derheq bilindbûna nirxa maşînan ji berhemanîn heta bazarê li Îranê li serdema kabîneya 13 a rêjîmê anku ji sala 1401 heta destpêka sala 1403 a Rojî raporek belav kir ku dide xuya nirxa hinek maşînan 13 qat bilind bûye.

Îbrahîm Reîsî yê çewtekar soza nirxa dadperwerane bo maşînan li Îranê dabû û wek hemû sozên wî, ew jî bi çewt derkevt û ji destpêka heyva Cozerdana sala 1401 a Rojî heta destpêka heyva Banemera sala 1403 a Rojî, tevî ku nirxa maşînan ji kompaniya berhemhêner heta bazara firotinê wek xwe nema, belku çendîn qat bilind bûye.

Pêka rapora Ticaret newsê, nirxa maşînên cura “Quîk”, 13 qat anku ji 11 milyonan gihîştiye 144 milyonan an bi awayeke din %1209 bilind bûye û herwisa nirxa maşînên din jî ên wek Sayna, Şahîn, Pêjo pars û Pêjo 207 bi rêzê ve %561, %289, %280 û %268 bilind bûye.

Herwisa li raporeke din de, hatiye ragihandin ku nirxa tekeran ji roja Çarşemî 5ê Banemerê ve %20 bilind bû.

Rêjîma desthilatdar li Îranê heta niha bilî kawilkarî, talankirin û jinavbirina aborî û şiyana pîşeyî li Îranê, ti karek din bo aboriya Îranê nekiriye.