Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cezaya bidarvekirina Tûmac Salihî dengvedaneke cîhanî hebû

12:09 - 25 Nîsan 2024

Piştî biryara dadgeha înqilab a rêjîmê li bajarê Îsfehanê bo sepandina cezayê bidarvekirinê bi ser hunermendê Rapêr yê bi navê “Tûmac Salihî”, dengvedanek cîhanî li pey xwe anî û ji gelek aliyan ve ew biryara dadgehê hate şermezarkirin.

Li halekê de ku “Tûmac Salihî” ji aliyê dadgeha destpîkî de bi çendîn tohmetan bi taybet tohmeta “Mufsidê Fîl Erz” 6 sal û 3 heyv girtîgeh bi ser de hatibûne sepandin û dadgeha bilind a rêjîmê ew biryare hilveşandibû lê dadgeha şoreş a rêjîmê li bajarê Îsfehanê de li ser dosyeya berê ya sala 1401, ji nû ve biryara bidarvekiroina “Tûmac Salihî” da ku bertekên cîhanî li pey xwe anîn û ji gelek aliyan ve ev biryar hate şermezarkirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, Can Dêylî yê rapêrê binavûdeng ê Almanî, “Yê Von Rî” nûnerê Partiya Sosyal Demokrat û herwisa çendîn saziyên cîhanî û Îranî û kesayetiyên din ên Îranê û biyanî, ew biryara dadgehê şermezar kirin.

Bi sedema berteknîşandana cîhanî ji aliyê kesayetiyên payebilind ên welatan, dezgeha dad a rêjîmê bi belavkiroina daxuyaniyekê îdia kir ku cezayê bidarvekirina Tûmac Salihî, cezayeke destpêkî ye û hekî li dadgeha bilind de pêdeçon bê kirin renge ew cezaye bê guherîn.