Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agadariyek ji komîteya karûbare PDKÎ li derveyî welêt, derheq rêveçûna rêpêwanek li bajarê Sitokholmê

14:04 - 22 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Bi hinceta 25mîn salvegera terora Dr. Qasimlo û hevalên wî, komîteya karûbare PDKÎ li derveyî welêt, meşek ji bajarê Sitokholmê a paytextê welatê Swêdê lidar dixe û bo wê meremê jî agehdariyek belav kir.

Deqa agahdariyê bi awayê jêrîn e:
Tev xurtên netewa Kurd li derveyî welêt haydar dikin ku roja înê 11ê Hezîran a 2014’an, demjimêr 11:30 li Sêrgelestorî li meydana bajarê Sitokholmê emê kom bibin û piştî xwandina peyam û mijarên pêwendîdar, demjimêr 13:30 deqan bi merema rêz girtin ji xebat û kesatiya bi bandor a Dr. Qasimloyê nemir sekreterê giştî yê Paratiya Demokrat a Kurdistana Îranê di tevgera Kurd de, di 25mîn salvegera terora wî kesatiyê mezin, bo şermezar kirina terorîzma rejîma Komara Îslamî a Îranê, meşek ber bi deftera nûneratiya Ewropa li bajarê Sitokholm a paytextê Swêdê dê birêve biçe.

Di vê derheqê de, daxwaz ji tev xurtên netewa Kurd li derveyî welêt dikin ku, bi pişikdariya xwe di vê meşê de, erkê neteweyî yê xwe bi cih bînin û hogiriya xwe bo bîr û baweriyên Dr. Qasimlo bidin xuya kirin.

Adris: Sergelstorget li sentera Stockholmê ber bi ofîca Parlimentoya Ewropa li meydana Mynytorge.

Tevî rês û hurmet
komîteya kar û bare Paratiya Demokrat a Kurdistana Îranê li derveyî welêt