Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha pasdaran a terorîst çalakvanê medenî û strarnbêjê Kurd binçav kirin

16:55 - 5 Gulan 2024

Çalakvanê medenî û Starnbêjê Kurd ê xelkê bajarê Giyelanê, ji aliyê hêzên îtilaata spaha pasdaran a terorîst ve li bajarê Giyelanê hate binçavkirin.

Roja Înê 14ê Banemerê, çalakvanê medenî û starnbêjê Kurd ê xelkê Giyelanê “Hemze Ceiferî” naskirirî bi “Berdîn Ceiferî” ku çendîn sirûdên şoreşvanî strandine, ji aliyê hêzên îtilaata spaha pasdaran a terorîst ve li bajarê Giyelanê hate binçavkirin.

“Berdîn Ceiferî” li rêûresma Newroza îsal ya bajarê Giyelanê de tevî gefxwarinên hêzên ewlehî yên rêjîmê, li vê rêûresmê de ku zêdetir ji 30 hezar kesî beşdarî kiribûn, beşdarî kir û li vê rêûresmê de çendîn sirûdên hemasî ên wek “Payer bimînî Kurdistanekem” strandibû.

Herwisa li hilkeftên wek “roja cîhaniya Jinan, roja cîhaniya zimanê dayîkê, Newroz û berxwedana Efrînê” de jî sirûdên wek “Jin, Hawziwan, Yeke Şinas û Niştiman” bi zimanê Kurdî belav kiribûn.

Qedera “Berdîn Ceiferî” hêj rohn nîne û li derheq tohmetên sepandî û herwisa cihê ragirtin û rewşa wî ti zanyariyek li ber dest nîne.