Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Behar Rostemî: “Di temenê 16 saliyê de dest kir bi karê teşkîlatî”.

15:07 - 21 Nîsan 2016

H: Arif Vêlzî

Xebata di nava xebatê de, wate du caran xebat bi hev re, her çiqas zehmet jî be, lê hêj şêrejin, keçên welatparêz û dayîkên dilsoz ên nîştiman Kurdan, hewlê jê re didin û dibêjin ku heya gehiştina bi her du armancên xwe, destan ji her du xebatan bernadin.

Xebata yekem xebata di pêxema azadiya Kurd û Kurdiatanê de ye, û xebata duhemîn jî xebata di pêxema wekhevî û îdaleta civakî ya di navbera jin û mêran de, di civaka mêrsalar ya Kurdistana û Rojhilata Navîn bi giştî de ye.

Behar Rostemî yek ji wan şêrejinên Kurd e ku, serbarê vê ku eva 24 sal e di pêxema azadiya gelê xwe de xebata siyasî di nava refên Hizba Demokrat de dimeşîne, lê di wan salan de berdewam di pêxema dabînkirina wekhevî û yeksaniya jin û mêran di civaka Kurdistanê de, nesekiniye û hewlên xwe di vê pêxemê de xistine kar.

Behar Rostemî keça “Wefa” sala 1972 (1351) ’an li gundê Tewrîwer ya ser bi bajarê Sinê hatiye dinê.

Behar Rostemî derheq bi nasyariya xwe tevî bizava rizgarîxwaziya gelê Kurd û Hizba Demokrat a Kurdistanê weha dibêje: “Di temenê zarokatiya min de, û bi sedema vê ku bi awayekî berdewam pêşmergên Hizba Demokrat serdana devera me dikirin û kar û çalakiyên teşkîlatî û çekdarî dimeşandin, min Hizba Demokrat nas kir, û di temenê 16 saliyê de dest kir bi karê teşkîlatî di refên teşkîlata nepenî ya Hizba Demokrat de. Ez li ser karê xwe yê navxwe berdewam bûm heya ku di sala 1992’an(1371) û di temenê 19 saliyê de eşkere bûm, û bi neçarî min axa bab û kalên xwe bi cih hêla, û tevlî refên hizbê bûm”.

Behar Rostemî derheq bi jiyana xwe ya hevpar dibêje: “Piştî ku hatim û tevlî refên Hizba Demokrat bûm, min jiyana hevpar tevî pêşmergê hizbê “Mêhdî Tewrîwerî” pêk anî û berhema jiyana me jî, du kur û keçek in, bi navên Ejîn û Awyer û Arêz”.

Behar Rostemî piştî xebata bi salan di refên Hizba Demokrat de, çavnihêriya xwe ji Hizba xwe weha tîne ziman: “Ez weke jineke Kurd du caran hest bi zulm û zordariyê dikim. Ji aliyekê ve netewa min bindest e, û ji aliyê din ve civaka me ya mêrsalar zulm û zordariyê li ser jinê dimeşîne, û rêgir e li ser pêşkevtina asta rewşenbîriya jinê, û ez weke endameke Hizba Demokrat, hizba xwe bi pêşeng dizanim derheq bi çareserkirin û xebata dijî vê zordariyê, û herweha avakirina civakek azad û pêşkevtî. Lewra çavnihêriya min ji hizba min ev e ku, xebata xwe li dijî dagîrkeran mukurtir bikim, û ez û hevjînê xwe jî, her weke berê wê pişikdariya vê xebatê bikin”.

Behar Rostemî derheq bi roja herî xweş ya jiyana xwe ya hevpar dibêje ku: “Ez dikarim bêjim ku her bîreweriyeke xweş di cihê xwe de bîreweriya herî xweş e, û her bîreweriyên xweş in ku şiyana deronî ya mirovan bona pêşkevtinê bihêz dikin. Bîreweriyên min yên xweş wan çaxan çê dibûn ku pêşmerge di erk û emeliyatên xwe de bi ser diketin, û herweha dema zarokên min di xwendinê de bi ser diketin, pir xweş bû”.

Behar Rostemî herweha roja herî nexweş ya jiyana xwe weha tîne ziman: “Bîreweriyên min ên nexweş pir in, di rastî de tewahiya terorên ku li Kurdistana Başûr dihatin encamdan pir nexweş bûn, bi taybetî dema termê pêşmergeyên me yên şehîdên destê terorê, vedigerandin baregehên Hizbz Demokrat, tu carî ji bîra min naçin”.

Behar Rostemî di dawiya hevpeyvîna xwe de rû li jin û keçên Kurdistanê dike û dibêje ku: “Ez daxwazê ji we dikim ku asta rewşenbîriya xwe bilind bikin, û bi bizanebûn berevaniyê ji amf û azadiyên xwe bikin, û bona bidestxistina mafên xwe çav li dest nebin, û bi xebata xwe hewla bidestxistina civakek azad û dûr ji çewsandinê bidin”.